• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji bo Pexşan û Werîşe berhemek enstrumantal hate weşandin

Amed / AW

6 TEBAX 2025 - 15:31
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Muzîkjen Mehdî Ahmadpourian berhemek enstrumantal bi navê “Pexşan” amade kir. Ev berhema enstrumantal diyarî Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hate kirin.

Muzîkjen Mehdî Ahmadpourian ê ji Rojhilatê Kurdistanê ji bo pêşxistina muzîka Kurdî xebatên xwe didomîne. Mehdî Ahmadpourian meqamek bi navê “Pexşan” a enstrumantal amade kir. Berhema ku diyarî girtiyên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatiye kirin, bi etîketa Kom Muzîkê hat weşandin. Berhem li ser hemû platformên medya dîjîtal ên Kom Muzîkê hate belavkirin.

Kom Muzîkê di metna belavkirina berhemê de vê peyamê belav kiriye:

“Ji bo kesên ku zincîrên koletiyê şikandin!

Ji bo kesên ku ji dîrokê derbas bûn û azadî ji nû ve bi wate kirin!

Di nav her şoreşekê de, demên wisa hene ku qonaxa di navbera çewisandin û azadiyê de ronî dikin, demên ku tê de jin, ne tenê wek beşdarekê lê belê wek rêberan nexşerêya pêşerojê avadikin.

Ev berhem, bo rêzgirtina wan jinên ku felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku ne bi tenê di gotinan de, di jiyan û têkoşîna xwe de bi wate dikin, hatiye afirandin.

Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî di tengasiya zindanê de, li hemberî dîwarên ku ji bo şikandina îradeya wan hatine avakirin rawestiyan û nivîsandin. Ew berdewamiya nifşê wan jinan in ku li kolanên Kurdistanê têgeha azadiyê bi destên xwe afirandin. Jinên ku ji nava çewisandinê civakeke nû avakirin; ne wek objeyek di dîrokê de, lê wek subjeyên rizgariyê, rêberên şoreşê, mîmarên pêşerojê.

‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji sê peyvan bêtir, felsefeyek e ku ji berxwedana girtiyên azadîyê, şerê Kobanê, berxwedana Şengalê destpêdike û di parastina nasnameya jinan ya li hemberî hêzên dagirker û serdest de wateya xwe dibîne. Ev felsefe ji dilê ramaneke wisa derket ku azadiyê di rizgariya jinan de dît. Jinên ku ne qurbaniya dîrokê ne, berovajî vê hêzên guherîn û veguherînê û damezrînerên civakeke azad in. Jinên ku êdî li benda rizgariyê namînin, rizgariyê bi destên xwe dihonin.

Pexşan û Werîşe, du jinên ji nav vê felsefeyê ne ku li hemberî makîneya serkutê ya ku hewl da wan bêdeng bike, serî hildan.

Wan di nameyên xwe de li ser rastiyekê wiha nivîsîn ku rejîmên zordar her tim jê ditirsin:

‘An divê mirov jiyanê nejî, an jî divê bi wate û bilind bijî’.

Pexşan, Werîşe, û hemû jinên ku li ser rêya azadîyê dimeşin, ne bi tenê ne. Hemû jinên ku li ber xwe didin. Hemû jinên ku rastiyê diqîrin. Hemû jinên ku zincîran dikin kulmên giredayî, rêhevalên wan in.

Ev berhem ji bo we ye, ji bo jinên têkoşer yên ku dîroka berojaîkirî red dikin û dîrokekê ji nû ve dinûsin!

Jin Jiyan Azadî!”

 

Etîket: Jin Jiyan AzadîKom MuzikPexşan EzîzîWerîşe Muradî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

1 TÎRMEH 2026
Ji goristana Ayçî heta kolana Cebraîlê: Jin Jiyan Azadî

Ji goristana Ayçî heta kolana Cebraîlê: Jin Jiyan Azadî

16 HEZÎRAN 2026
Bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ Talîbanê şermezar kirin

Bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ Talîbanê şermezar kirin

13 HEZÎRAN 2026
Li ser pira nêzî kersaxa Rahmî Koç dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’

Li ser pira nêzî kersaxa Rahmî Koç dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’

7 HEZÎRAN 2026
Tirsa rejîmê li hemberî ‘Jin Jiyan Azadî’

Tirsa rejîmê li hemberî ‘Jin Jiyan Azadî’

2 HEZÎRAN 2026
Rejîma Îranê mafên hevdîtin û telefonê yên Werîşe Muradî xesp kirin

Rejîma Îranê mafên hevdîtin û telefonê yên Werîşe Muradî xesp kirin

27 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (29)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne