• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
20 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 4
Kedkarê KOMê Arşîmet: Divê huner di piyasayê de hefs nebe

Racî Abî - Omer Demîr / AW

16 TEBAX 2026 - 08:58
Kategorî: ANALÎZ-DOSYE, MANŞET
A A
Kedkarê medya dîjîtal ê KOM Muzîkê Mehmet Arşîmet bal kişand ser girîngiya parastina muzîk û çanda Kurdî û got: Divê huner bi gel re û ji bo gel bê pêşxistin. Lewre divê huner jî hunermend jî xwe di bazara piyasayê de hefs neke.” 

Muzîka Kurdî ya bi keda hezaran salan çêbûye, pijiyaye, aj daye û îro xwe li cîhanê daye qebûlkirin, bûye mijara gelek lêkolîn, pirtûk, analîzan û ji bo hilberînê îro ji çavkaniyên sirûştê ya herî dewlemend yek e. Bi lêkolînên li ser kelûpelên hezaran salan li bin erdê mane derket derket holê ku dewlemendiya çand û hunerî ya axa Mezopotamyayê taybetî jî Kurdistanê li ser muzîk, çand û hunera Rojhilata Navîn û cîhanê xwedî bandoreke mezin e. Mixabin ev daneheva dewlemend rastî polîtîkayên tunehesibandin û qirkirinê hat. Rastiya çandî ya gelê Kurd a ji kûrahiya erdê difûre bi polîtîkayên dijbertî, dijminatiyê, ji holê nehat rakirin û îro bi hemû dewlemendiya xwe ve rengîniya xwe li ser pêya ye, li ser platfomên dîjîtal hebûna xwe didomîne. Helbet ev yek bi keda xemxur, dilxwaz, evîndar û cangoriyên ji bo çand û muzîka Kurdî têkoşiyane pêk hat. Her strîneke muzîka Kurdî şahidî û xwedîderketina vê rastiyê dike.

Ji plaqên kevir heya kasedên radyoyê, ji CDyan heya platformên dîjîtal, muzîka Kurdî li ser rûpelên dîrokê rêwîtiyeke efsûnî kir, bi ser hemû Kurdan pireke çandê, bîreke hevgirtinê, hestên netewî ava kir û îro tevahiya vê danehevê girtiye li ser milê xwe. Gelek bûyer, destan, serhildanên gelê Kurd îro jî bi rêya muzîkê, dengbêjiyê, ji guh, ber bi dil û hiş ve hest, raman û nasnameyekê ava dike. Bi saya dewlemendiya muzîkê, çanda Kurdan bi tenê guhdariya muzîkê jî dikare were nasîn, şopandin û derbarê têkoşîn û bendewariyên gelê Kurd de, tespîtên bingehîn werin kirin. Muzîk îro ne tenê dîrokekê, herwiha têkoşînekê re jî mazûvaniyê dike, dibe amûra herî xurt ya xwe rêxistinkirinê û pêkanîna şoreşê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd. Îro muzîka Kurdî ne tenê ji dengê amûran, lê hêviyên civakan, şêwazên şoreşan jî belavî gelên bindest ên cîhanê dike.

Muzîk di rêwîtiya dîrokê de pêş ket û îro bi daneheva dîrokî ve rengîn û dewlemend e lê belê şêwaza qeydkirin, belavkirin û çawaniya belavkirina muzîkê bi awayeke bingehîn guheriye. Derbarê vê beşa dosyeyê de xebatkarê dîjîtalê yê KOM Muzîkê Mehmet Arşîmet derbarê armanca avakirina KOM Muzîkê, rol û rista heya niha pêk aniye û parastina muzîka Kurdî de axivî.

‘KOM Muzîk mîsyona parastina muzîka Kurdî girtiye li ser xwe’

Mehmet Arşîmet destnîşan kir ku muzîka Kurdî veguheztina bîra dirokê dike, çi hatibe jiyîn, êşê, evînê bi riya deng aniye ziman. Di dîrokê de çawa ku bi ruheke kolektîf ev bîr hatiye, roja me ya îro KOM Muzîk jî ji salên 1997an ber bi îro ve, bêguman beriya wê jî heye, mîsyona parastina bîra muzîka Kurdî girtiye li ser xwe, aniye heta vê rojê û ji vê rojê û şûn de jî dê berdewam bike. Muzîka Kurdî heya niha li ser plaqan, kasedan û CDyan dihat qeydkirin lê belê îro li serdema dîjîtalê, ser platformên Spotify, YouTube, Deezerê tê belavkirin lê belê îro muzîka Kurdî di asta ku em dixwazin de nîn e. Çima? Şîrketên mezin ji ber sedemên polîtîk, statuya Kurdî, nas nakin.”

‘Ji bo nasandina muzîka Kurdî têkoşîneke mezin hat dayîn’

Mehmet Arşîmet da zanîn têkoşîneke mezin ji bo nasandina muzîka Kurdî hatiye reberkirin, ev têkoşîn rêyeke xurt ji bo muzîka Kurdî vekiriye û wiha got: “Îro muzîka Kurdî bi rêyeke kolektîf xwe tîne ziman û bi gelemberî jî bi vî awayî belav dibe. Belavbûna muzîka Kurdî jî li gorî demê guherî. Berê bi otobusan me dişand qeracên erebeyan, heke hebûna heval û saziyên me belav dikirin. Îro yekî li Amedê an jî yekî li Frankfurtê û Almanya dimîne dikare straneke li Stenbolê derketiye guhdar bike. Ev yek ji bo muzîka Kurdî ji aliyekê ve erênî ye lê belê şirketên belavkirinê ji ber di destê çend fîrmayên mezin de ye ev yek jî li ser çand û muzîka Kurd bandorekê çêdike.”

‘Muzîk bi giştî bi awayê kolektîf hatiye belavkirin’

Di berdewama axaftina xwe de Mehmet Arştîmet li ser şêwaza belavkirinê, armanca girtina telîfê sekinî û wiha got: “Îro em belavkirina muzîkê bi riya aboriya azad ve didin weşandin. Li gora wê jî em dikarin di vê mijarê de mulkiyeta kolektîf û mulkiyeta taybet ji hev cuda bikin. Berê ev kar destvekirî bû û me bi her awayî dida meşandin. Ne tenê ji bo muzîka Kurdî, em dikarin ji bo muzîka cîhanê jî vê yekê bêjin. Lê belê muzika Kurdî bi gelemperî bi awayeke kolektîf hatiye belavkirin. Ev yek ji ber aliyê xwe yê polîtîk ji hêla gel ve dihat meşandin.

‘Em mafê edîsyonê wek mertala parastinê digirin dest’

Stranên me yên gelerî û stranên hunermendên me yên neteweyî hene. Piriyê wan kirine Tirkî, Farisî, Erebî û Ingilîzî û mafê van muzîkan girtine li ser xwe. Ji bo ku em van muzîkan biparêzin, ji bo ev muzîk nebin milkê taybet, em van telîfan digirin û wekî mertalekê diparêzin. Ji bo stranên gel muzîka Kurdî bêxwedî nemîne, were parastin û em wek arşîvekê bigihînin siberojê em van biparêzin. Îro jî dema hunermendên me heman hunerê çêdikin, em mafê edîsyonê, mafa fonogramê li ser wan didin çêkirin da ku siberojê li ser vê muzîka xwe karibe jiyana xwe jî bide meşandin. Dema ev muzîk tên guhdarkirin jî ji bo hunermend dibe çavkaniyeke debarê.”

‘Muzîka Kurdî ji dîrokê ve ji bo komînê hatiye çêkirin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Mehmet Arşîmet da zanîn ku îro li ser muzîkê bazarek hatiye avakirin û ji bo parastina muzîka Kurdî ya di vê bazarê de ev tişt gotin: “Piraniya firmayên wek Spotify, YouTube, Apple Muzîk û Dezeerê xwe li ser algorîtmayan didin nişandan. Her Kurd, her guhdareke muzîka Kurdî dikare di dîjîtalê de rol û ristekê bigire li ser xwe. Dikare ji xwe re bêje ‘Ez çalakvanê çandê me.’ Çima? Ji ber hegemonyayek çandî tê meşandin. Muzîka Kurdî li ser çanda Kurd û Kurdayetiyê ye. Em ji dixwazin çanda xwe di vê hegemonyayê de di astekê de bigirin. Lewma her hunermend divê li ser berjewendiyên xwe nesekine. Muzîka Kurdî ji dîrokê ber bi îro ve ji bo gel, ji bo komînê hatiye avakirin û hatiye roja me ye îro. Lewma her hunermend ne tenê di mecrayên dijîtal de, divê hunera xwe bi gelê xwe re, bi muzîka xwe re çêke. Ji aliyê komînê re, pirsgirêkên civakê û berxwedaniyê bîne ser ziman da ku muzîka Kurdî karibe xwe biparêze.”

‘Hegemoniya çandî bi çalakvaniya çandî tê sekinandin’

Hinek kes an jî hinek stranbêj hene ku ji bo li ser mecrayên dijîtal werin parvekirin, zimanê stranên xwe bi Kurdî ye lê belê ne wekî çanda muzîka Kurdî tê nişandan. Ji bo xwe li ser van algorîtmayan bide nasandin û qebûlkirin, ji bo pir were weşandin, xwe weke çanda popîlîst dide temsîlkirin. Ev yek li ser ziman jî be nayê wateya parastina çandê. Em dikarin li ser temaşevan û guhdaran jî bêjin divê em di serdema hegemonyaya çandî de xwe wek çalakvaneke çandê bidin naskirin. Li ser rûpelên hunermendan, li ser rûpêlên KOM Muzîkê temaşe bikin da ku em hem hunermend, hem rêxistinên muzîka Kurdî diparêzin. Her guhdarinek nayê wateya dahatuyeke aborî. Guhdarvan li ku derê guhdar dike ew girîng e. Ev guhdarkirin ne li ser MP3ê divê li ser rûpelên hunermendan li ser Spotify, YouTube were temaşekirin da ku muzîka Kurdî were astekê.”

‘Firotin û bazara muzîkê valahiyeke hunerî ava dike’

Mehmet Arşîmet da zanîn ku îro bazara muzîkê ji bo her tiştekê ji bo firotinê difikire û ji bo parastina ji vê yekê ev hişyarî kirin: “Huner bi hestan tê hilberandin. Mixabin hundirê hunerê vala kirine. Ji bo were firotin, ji bo pir were guhdarkirin, tê fikirîn. Ev yek di hundirê muzîkê de valahiyek mezin ava dike. Gelek stran ji aliyê xwe yê hunerî ve nikarin werin guhdarkirin. Ji bo li ser mecrayên Tîk-Tokê were guhdarkirin, bi Bass a zêde tên parvekirin. Wek rîtmên zêde zêde xwe dubare dike, tên çêkirin. Niha halê hazir di her mijarê de weke mal tê fikirandin û ji bo di bazarê de were firotin tê hilberîn. Me di serî de jî gotibû, em mafê telîfê ji bo muzîkê biparêzin, digirin û vî mafî ji bo li her derê were guhdarkirin, winda nebe, nebe mal û bê firotin em parastinê dikin. Hunera Kurdî jî, hunermendê Kurd jî di bin bandora vê bazarê de dimînin. Her hunermend jî ji bona zêde were guhdarkirin, mixabin li gora daxwazên vê bazara dixwazin gavan bavêjin. Mirov dikare bêje her guhdarkirin û temaşekirin ji bo kesan nabe aborî. Muzîk di nava gel de çiqas belav bibe û di nava gel de çiqas hestiyariyekê çêke, ji hêla gel ve ewqas tê qebûlkirin û pîroz tê dîtin.”

‘Divê huner ji bo gel be û di nava gel de bê pêşxistin’

Divê hunermend, ne li gorî daxwazên vê bazarê, ji bo muzîka xwe biparêze xebatên xwe di nava gel de bidomîne. Ev jî têr nake divê hunermend hunera xwe di nav rêxistinên pîşeyî de bide meşandin. Tenê bi vê yekê hunermend dikare ji tişta ku bazara cîhanê jê dixwaze re bibe asteng. Herwiha bi konsertên xwe ve divê di nava gel de be. Ne tenê bi parvekirinên li ser medya dijîtal. Tenê bi van aborî ji hunermendan re nayê. Lewma ji bo hunermed hunera xwe geş bike çiqas bi gel re têkiliyên xwe hebin, çiqas konsertên wî çêbin, komîna xwe çiqas bifikire, dê ewqas xwedî rê û rêbaz be û li dijî van êrişên hegemonî rêxistinî be.”

‘Dixwazin kesayet, muzîk û çandê jî bişîbînin hev’

Bi geşedanên teknolojiyê û pêşketina amûrên ragihandinê îro têkilî danîn, dîtin, axaftin bi awayeke pir hêsanî tê kirin. Têkildarî rewşê Mehmet Arşîmet da zanîn ku di jiyana rojane ya îro de cîhan weke gundeke biçûk tê şîrovekirin û wiha pê de çû: “Her her tişt dişibe hev û êdî muzîk jî dişibin hev. Ji bo firotinê standartek giştî, yek tîp tê diyarkirin. Wekî ku ji fabrîkayekê hatine çêkirin. Hem kesayet, hem muzîk û çand jî wekî ku ji fabrîkayekê derketibe dişibin hev. Hegemonyaya li ser çandê tê meşandin li ser civakan jî tê meşandin. Bi gelemperî hem ji boparastina xwe hem ji bo rengê xwe di cîhanê de bide nişandan, divê parastina çandî bi rêxistinî were meşandin. Divê bi rêxistinî fikir û ramanên werin meşandin û bi wan fikr û ramanên divê çand û muzîk were parastin. Bi vî awayî dikare di cîhanê de belav bibe.”

‘Divê huner û hunermend di bazara piyasayê de netengije’

Mehmet Arşîmet da anî ziman ku divê huner û hunermend ji gel qutkirî nebe û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Hunermendên me bi temaşevanên xwe ve û li ser platformên dîjîtalê stranên xwe çêdikin û şîroveyên xwe jî li ser medya dîjîtal tînin ziman. Ev yek normal e lê ne bes e. Ji bo muzîka Kurdî were astekê, berpirsyarî hem dikeve li ser milê hunermendê hem jî guhdaran. Her wiha ji bo huner were astekê divê huner jî hunermend jî di bazara piyasayê de hefs nebe. Xwe bi piyasayê nefetisîne da ku karibe xwe biguherîne. Bi gelê xwe re jiyana xwe derbas bike, fikr û ramanên civakî bigire, şîroveyan bike. Bi gel re xebatên xwe bike da ku wekî îro çanda xwe biparêze. Ji xeynî wê divê hunermend di rêxistinên pîşeyî de, di qadên hunermendî de divê karê xwe bide meşandin.”

‘Bi çalakvaniya çandê, huner pêş dikeve’

Îro stran bi guhdarên ne rast yên wekî hişê çêkirî ve tên guhdarkirin/temaşekirin. Ev zêde zêde hene. Bila bi vî awayî neye xapandin û nebêje ez zêde hatim guhdarkirin, ez zêde hatim temaşekirin. Tiştên bi vî awayî li ser medyaya dîjîtal tên xuyakirin tenê hejmar in, kes nîn in. Ev nayê wê wateyê ku ev yek tişteke baş e. Bi qasî vê yekê divê xebat di nava gel de jî were meşandin. Bi vî awayî hem dê gelek xebat werin meşandin hem jî dê çanda xwe biparêzin. Wek guhdar û temeşevanan mirov. Li ser rûpelên hunermendan divê hunermend werin parastin bi guhdarkirina rûpela KOM muzîkê dikarin muzîkan guhdar bikin. Hem ji bo ev arşîv were parastin hem jî ji bo aborî rast were parvekirin û huner bi pêş bikeve divê ev bên kirin. Li ser rêyên korsan dema muzîk tên guhdarkirin mixabin ev yek ji bo huner û hunermend nabe çavkanî ku karibe hem aboriya xwe hem hunera xwe li pêş bixe. Ji bo hunermend li ser standartekê parastina xwe bike, divê her guhdarê muzîka Kurdî xwe wek çalakvaneke muzîka Kurdî bibîne. Bi vî awayî bi hunera xwe ve rebin û bibin çalakvanê çanda xwe û hunera xwe li pêş bixin.”

Sibê: Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

Etîket: Apple MusicDeezerKom MuzikPlatformên DijîtalSpotifyXebatkarê Medya DîjîtalYouTube
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

1 TÎRMEH 2026

KOM Muzîkê bersiv da îdiayên Mem Ararat

17 GULAN 2026
Melodiya Kurdî ya “Romanî” ji nû ve şirove kir

Melodiya Kurdî ya “Romanî” ji nû ve şirove kir

4 NÎSAN 2026
Pergala Google, Gmaîlê û Youtubeyê li Tirkiyeyê têk çûn

Pergala Google, Gmaîlê û Youtubeyê li Tirkiyeyê têk çûn

4 ÎLON 2025
Ji bo Pexşan û Werîşe berhemek enstrumantal hate weşandin

Ji bo Pexşan û Werîşe berhemek enstrumantal hate weşandin

6 TEBAX 2025
Mihemedê Serhedî kilama ‘Cangîr Axa’ ji nû ve şîrove kir

Mihemedê Serhedî kilama ‘Cangîr Axa’ ji nû ve şîrove kir

30 NÎSAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 2
    Zeynep Yaş: Hebûna çandî bi naskirin, komkirin, dariştin û jiyînê dibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Divê êdî deriyên Îmraliyê ji rojnamegeran re bên vekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne