• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Platforma Ekolojiyê: Bi destê walîtiyê û cerdevanan xweza tê talankirin

Nedîm Orûç / AW

6 TEBAX 2025 - 08:04
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Şirnex – Endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Ahmet Başak diyar kir ku îhaleyên birîna daristanan bi destê Walîtiya Şirnexê pêk tên û birîna daristanan jî cerdevan dikin.

Li Şirnex û navçeyên wê bi salan e xweza tê talankirin û di salên dawî de li çiyêyen weke Cûdî, Heftenîn, Gabar, Herekol, Komate û Herêma Besta daristan tên birîn. Ji bo rawestandina birîna daristanan û talankirina xwezaya Şirnexê, Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê 29ê Tîrmehê dest bi kampanyeya îmzeyan kir. Endamê platformê Ahmet Başak got ku armanca çalakiya wan pêşîgirtina talana xwezaya Şirnexê ye.

Walîtiya Şirnexê îhaleya birîna daristanan pêk tîne

Başak bal kişand ser qedexeyên ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve li ser herêmê tên meşandin û wiha got: “Li herêma Şirnex daristan zêdetirî 5 sal in tên birîn. Walîtiya Şirnexê jî her 15 rojan carekê bi hinceta ewlehiyê qedexeyê datîne ser herêmekê û em dizanin dema ev qedexe dest pê dike li wê herêmê birîna daristanan tê kirin û leşker ewlehiya van kesan digirin.”

‘Destpêkê bi hinceta ewlehiyê daristan dibirîn niha ji bo rantê dibirin’

Başak destnîşan kir ku cerdevan û derdora wan ji bo rantê daristanan dibirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li ser axa Kurdistanê bi salan e şerek taybet tê meşandin. Heya îro bi hinceta li derdora qeleqolan ewlehî tuneye daristan dihatin birîn lê niha ev talan ji asta ewlehiyê derbas bûye û ketiye asta rantê. Ji bo birîna daristanan îhale tên kirin. Ev îhale bi destê Walîtiya Şirnexê pêk tên û bi deste cerdevanan tên birîn. Piştî ku daristanan dibirin dibin bajarên Tirkiyeyê û li ser medyaya civakî em parvekirinên firotina êzingan dibînin.”

Banga xwedîderketinê

Başak herî dawî bang li gelê Şirnexê kir ku xwedî li xwezayê derkevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca me ew e ku bi çalakiyên xwe, em qirkirina xwezaya Şirnexê bidin sekinandin. Di nava gel û saziyan de nerazîbûnek heye. Em bang li hemû gelê Şirnexê dikin ku li dijî talana xwezaya Şirnexê bertek nîşan bidin û piştgiriyê bidin xebatên ji bo pêşîgirtina talana tê kirin.”

Etîket: birîna daranekolojîtalanxwezaya Şirnexê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

6 COTMEH 2026
Leşkerên Tirk li Behdînanê daran dibirin lê hikûmeta Başûr bêdeng e

Leşkerên Tirk li Behdînanê daran dibirin lê hikûmeta Başûr bêdeng e

1 COTMEH 2026
Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

25 ÎLON 2026
Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

9 ÎLON 2026
Qereqola Makîtan herêm di bin dûkêla tekeran de hişt

Qereqola Makîtan herêm di bin dûkêla tekeran de hişt

12 TEBAX 2026
Li Kanîreşê berteka li dijî talana xwezayê: Em ê bêdeng nemînin

Li Kanîreşê berteka li dijî talana xwezayê: Em ê bêdeng nemînin

24 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne