• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Çalakvanên meşê: Em ê banga mîsogeriya aştiya civakî bikin

Bîlal Guldem / AW

19 KANÛN 2024 - 08:12
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Dîlok – Nûnerên rêxistinên sivîl ên demokratîk ku tev li çalakiya “Meşa çareseriya demokratîk û azadiyê” bûne, diyar kirin ku çareserî bi aştiya civakî pêkan e û ew ê li Enqereyê banga mîsogeriya aştiya civakî û azadiya Abdullah Ocalan bikin.

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi dirûşma “Meşa çareseriya demokratîk û azadiyê” ji Amedê ber bi Enqereyê ve di 16ê Kanûnê de hatibû destpêkirin. Meş îro li Edeneyê û Mêrsînê bi rêzeçalakiyên cuda dê berdewam bike.

Meşvanên ku diçin kîjan bajarî derheqê armanca meşê û pêkanîna çareseriyê de welatiyan û nûnerên rêxistinên sivîl agahdar dikin û qala naveroka meşê ji wan re dikin. Her wiha çalakvan di meşê de êrişên li ser rojavayê Kurdistanê jî şermezar dikin û banga xwedî derketina li Rojava dikin. Meş piştî Edeneyê û Mêrsînê dê sibê li Enqereyê bi dawî bibe. Çalakvanên meşê û rewşenbîrên Tirkiyeyê dê 20ê Kanûnê li Enqereyê bicivin û li ber Meclisê deklarasyona ji bo çareseriyê û azadiyê eşkere bikin.

‘Em dixwazin ku tecrîd bi dawî bibe’

Ji çalakvanan Azîz Ozkan ku ji Qada Kedê beşdar bûye diyar kir ku rewşenbîrên Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bangek û dengek dan Kurdistanê û wiha got: “Me jî li Amedê banga wan pêşwazî kir û me got em ê bi meşê vê banga wan bibersivînin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistanê em ji Amedê dimeşin Enqereyê. Ji bo pênaseya hiqûqê û nasîna hiqûqê, ji bo krîzên qada kedê, ji bo hemû pirsgirêkên civakî em dimeşin. Em ê li ber Meclisa Tirkiyeyê em ê bang li desthialtdariyê bikin û bêjin ji bo bi awayek demokratîk pirsgirêka Kurd çareser bibe, guhd bidin banga me. Em ê bang bikin ku tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Îro tecrîd li her qadê belav bûye. Ked, civak û her der tê tecrîdkirin. Lewma em bi vê meşê dixwazin ku dawî li tecrîdê were.”

‘Kurd û hemû baweriyên din tune tên hesibandin’

Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete jî ku di meşê de cih digire axivî û anî ziman ku ew wek meşvanên azadîxwaz û aştîxwaz ji bo çareseriyê derketine rê û wiha got: “Sed sal e komara Tirkiyeyê xwe ava kiriye ji roja destpêkê heta îro gelê Kurd û civaka elewî înkar dike. Gelê Kurd nikare xwe li ser dîroka xwe nîşan bide. Nahêlin ku xweseriya xwe ava bikin. Her tim me bindest kirin. Zilm û zor li me hat kirin. 40 sal in li ser vê erdê şerekî mezin û bi gemar heye. Li ser gelê Kurd û elewiyan û netewên din lîstikên gemar tê meşandin. Em jî dixwazin ji îro şûn ve jiyanek azad a nû û jiyanek bi rûmet bê avakirin. Em dixwazin aştiyek civakî pêk bînin û aştî jiyana me ye. Em dibêjin bila her kes bi çand û hebûna xwe li ser axa xwe bijî. Bila kes li ser axa xwe biyanî nebe. Ji bo vê yekê me dest bi vê meşê kir.”

‘Divê aştiya civakî pêk were’

Endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Emîn Ay jî axivî û destnîşan kir ku îro di nava civakê de tişta ku herî hewcehî pê heye aştiya civakî ye û got: “Ji ber ku aştî tine ye, ji ber ku di aliyê maf û sûdwergirtina derfetan de wekhevî tine, li Tirkiyeyê û hemû Rojhilata Navîn. Şer heye, alozî heye. Li her alî însan jiyana xwe ji dest didin û tên kuştin. Dayik rondikan dibarînin. Armanca meşa me jî ew e ku em aştiyek civakî û mayînde pêk bînin. Li aliyekî Rojava li dijî gelan şer heye û komkujî pêk tên. Dixwazin destkeftiyên Rojava ji holê rakin. Em di vê meşa xwe de êrişên li dijî Rojava jî şermezar bikin. Bangawaziya me dê li Enqereyê ev be; em dibêjin li ku dera dinyayê dibe bila bibe, pêwîste bindest li dijî zilm û zordariyê yekitî û tifaqa xwe çêkin. Banga me li hemû mêtinger û serdestan e û her wiha banga me li desthilatdara Tirkiyeyê ye. Di nava van êrişan de rola herî zêde ya Tirkiyeyê ye.”

‘Mifteya çareseriyê Girava Îmraliyê ye’

Emîn Ay bal kişand ser banga ku wê li Enqereyê bikin û wiha got: “Em ê li Enqereyê bangawazî li rayedarên desthilatdariyê bikin û bêjin; mifteya çareseriyê li Girava Îmraliyê ye û birêz Abdullah Ocalan e. Heke tecrîd rabe, azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were, dê çareserî hêsantir be. Em dibêjin bila bi lezgînî çareseriya demokratîk pêk were.”

Etîket: Azîz OzkanDADDÎKEmîn AyZeynel Kete
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Enqereyê qûrbaniyên komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn

Li Enqereyê qûrbaniyên komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn

2 GULAN 2026
Heyeta Îmraliyê dê bi wazîrên dadê û hundirîn re hevdîtinê bikin

Heyeta Îmraliyê dê bi wazîrên dadê û hundirîn re hevdîtinê bikin

3 ADAR 2026
Komxebata Elewiyan dest pê kir: Civaka demokratîk dê bê nîqaşkirin

Komxebata Elewiyan dest pê kir: Civaka demokratîk dê bê nîqaşkirin

18 COTMEH 2025
‘Kurd hewl didin zimanê xwe biparêzin û kedeke mezin jî didin’

‘Kurd hewl didin zimanê xwe biparêzin û kedeke mezin jî didin’

16 COTMEH 2025
Hevserokê DADê Kete: Divê herkes ji bo aştiyê têbikoşe

Hevserokê DADê Kete: Divê herkes ji bo aştiyê têbikoşe

9 ÇILE 2025
Meşvan li Mêrsînê ne: Em ê sibê banga çareseriyê li Meclisê bikin

Meşvan li Mêrsînê ne: Em ê sibê banga çareseriyê li Meclisê bikin

19 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne