• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

MÎTê Beriya Hevdîtinên Parîsê ferman ji Şamê re Şand

Navenda Nûçeyan /AW

2 TEBAX 2025 - 16:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Lêkolîn.orgê naveroka talîmatên ku dewleta Tirk bi rêya MÎTê berî civîna ku bi navbeynkariya Fransayê li Parîsê tê plankirin ji Şamê re şandibû, bi dest xist.

Di 24ê Tîrmehê de hatibû plankirin ku di navbera Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de civîn bê lidarxistin. Hatibû plankirin ku civîn li Fransayê pêk bê. Lê ji ber ku Hikûmeta Demkî ya Şamê “ne amade bû” hatibû taloqkirin, dewleta Tirk vê fersendê bi kar anî û dest bi tevgerê kir.

Berî civîna ku di rojên pêş de li Parîsê bi navbeynkariya Fransayê û bi beşdariya Nûnerê Taybet ê DYAyê yê Sûriyê Tom Barrack di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de were kirin, lekolin.org naveroka fermana ku MÎTê ji Daîreya Operasyonên Hevpar ên Şamê re şandî bi dest xist.

Heta niha MÎT di civînên di navbera desthilata Şamê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de her tim amade bû û bi her awayî destwerdan dikir; lê ji ber ku ji civînên Parîsê de nehatiye vexwendin, tê zanîn ku ferman ji endamên heyeta ku dê ji desthilata Şamê beşdarî civînê bibin re şandine.

Li gorî agahiyên ku lekolin.org bi dest xistin, di 27ê Tîrmeha 2025an de dewleta Tirk bi rêya MÎTê talîmatek ji bo heyeta ku dê biçe Parîsê amade kiriye û ev talîmat ji Odeya Operasyonên Hevpar a Şamê re şandiye.

Talîmatên ku MÎTê ji Odeya Operasyonên Hevpar a Şamê re ji bo civînên li Parîsê şandine de, xalên ku divê heyet di rojevê de bi cih bike wiha ne:

– Redkirina entegrasyona Hêzên Sûriyê Demokratîk (HSD) wekî hêzeke rêxistinbûyî di bin banê Wezareta Parastinê ya Sûriyê de.

– Entegrasyona hêzên ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Sûriyê ve hatine rêxistinkirin, bi taybetî HSD, bi awayekî gav bi gav bi bicîhkirina wan.

– Di çarçoveya bicîhanîna peymana ku di 10ê Adara 2025an de hatibû îmzekirin de, girtina kamp û zindanên ku tê de bi taybetî endamên DAIŞê li bakur û rojhilatê Sûriyê hene.

– Radestkirina çekên giran di bin çavdêriya Wezareta Parastinê ya Sûriyê de.

– Bi çavdêriya Hêzên Ewlekariya Navxweyî, dagirkirina parêzgehên Ereb (Reqqa, Tebqa, Dêrazor).

– Ferzkirina prensîba yekîtiya axa Sûriyê û ne parçekirina wê.

– Cîbicîkirina zûtirîn dem a bicîhkirina hêzên Artêşa Ereb a Sûriyê li bakur û rojhilatê Sûriyê di bin çavdêriya hêzên DYAyê de.

– Entegrasyona saziyên sivîl di Rêveberiya Xweser de û avakirina meclîsên taxan ji bo serjimêriya giştî ya li herêman.

– Pêkanîna bicîhkirina personelên Wezareta Parastinê ya Sûriyê li sînorê Sûriye-Tirkiye-Iraqê.

– Radestkirina kontrola qadên petrolê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hikûmeta Sûriyê re.

 

Etîket: FransaHTSMİTRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne