• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bi girseyî serdana şîna endamên HPGê Vesek û Ertene kirin

Şirnex / AW

23 TÎRMEH 2025 - 13:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Dayikên Aştiyê, rêxistinên DBPê û DEM Partiyê yên Şirnex û navçeyên wê di pêşengtiya MEBYA-DER a Botanê de, bi girseyî serdana şîna endamên HPGê Abbas Kerîm Vesek û Haci Ertene kirin.

 

Navenda Ragihandina û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) duh aşkere kir ku endamên wan Haci Ertene (Baran Cizîr) di 4ê Tebaxa 2017an de û Abbas Kerîm Vesek (Hasan Viyan) di 14ê Kanûna 2017an de li Herêmên Parastina Medyayê di şer de jiyana xwe ji dest dane. Li ser vê yekê Malbatên Ertene û Vesek li navçeyên Hezex û Cizîrê yên Şirnexê ji bo zarokên xwe şîn danîn. Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnex û navçeyên wê di pêşengtiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe li Derguşa Şaristaniyê Windakirinê re (MEBYA-DER) de bi girseyî serdana şînê kirin.

Girsê di serî de serdana şîna Abbas Kerîm Vesek a malbata wî li Mala Şînê ya Taxa Nû ya navçeya Hezexê hatibû danîn kirin. Girse bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” derbasî cihê şînê bû. Di şînê de ewilî ji bo cangoriyên azadî û demokrasiye deqîqeyek rêz hat girtin û pişt re dua hatin kirin.

‘Em bi saya van şehîdan gihiştin vê merheleyê’

Rêvebera MEBYA-DERê Xane Babat a di şînê de axivî, ji malbatê re sersaxî xwest û piştgiriyên xwe anîn ziman. Pişt re jî Hevserokê DEM Partî yê Şirnexê Ramazan Ûysal axivî û bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û wiha got: “Em bi saya van şehîdan gihiştin vê merheleyê. Em hevî dikin edî hêsirên çavên dayikan nerijin û aştî û wekhevî were welatê me.”

‘Em serbilind in’

Pişt re jî bavê Abbas Kerîm Vesek, Yûsûf Vesek axivî û destnîşan kir ku ew bi kurê xwe serbilind in û wiha got: “Ev şehadet di encama înkarê de derketin holê. Edî bila tu kes ji ber ziman, nasname, reng, zayend û baweriya xwe neyê înkarkirin ne li welatê min ne jî li welatekî din. Bi têkoşînê înkar ji holê rabû edî dema aştî û wekheviyê ye. Rêxistina me rêxistineke gerdûnî ye. 50 sal berê çi digot niha jî heman tiştî dibêje. Aştî, wekhevî û demokrasiyê dixwaze. Em hemû kesên di vê rê de jiyana xwe ji dest danê bi rêz û hurmet bi bîr tînin.”

Bi girseyî serdana şînê kirin

Piştî xwendina duayan girsê serdana şîna Haci Ertene ku malbata wî li taxa Banêsenefîs (Yafes) a navçeya Cizîrê hatibû danîn. Girse bi berzkirina dirûşmeyan derbasî mala şînê bûn. Girsê heta mala şînê meşiya û dirûşmên “Şehîd namirin” , “Bijî Serik Apo” , “Ey şehîd xwîna te rê ya me ye” berzkirin. Li mala şînê ji bo cangoriyên azadî û demokrasiye deqîqeyek rêz hat girtin.

Pişt re jî Dayika Aştiyê Esmer Kaçmaz axivî û ji malbatê re ser saxî xwest.

Bavê Haci Ertene, Nîmet Ertene axivî û ji bo serdanê spasiya girseyê kir û ev tişt anîn ziman: “Em hevî dikin bibe şehîde dawiyê. Bibe şehîde aştî û demokrasiyê û edî dayik negirîn.”

‘Divê dewlet li gor rihê pêvajoyê tevbigerê’

Piştî serdana şînê girse ber bi Mala Şînê ya Banêsenefîs meşiyan û li dijî destûr nedayina şînê bertek nîşanî mufiyê Cizîrê dan. Girse bi berzkirina dirûşmên, “Şehîd namirin” hatin ber Mizgefta Haci Taham û li vir daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Cizîrê Yılmaz Sanri axivî û destnîşan kir ku tevî qala pêvajoya aştiyê tê kirin jî saziyên dewletê li gorî ruhê pêvajoyê tevnagerin û nedayîna destûra mala şînê şermezar kir. Yilmaz Sandi xweset ku dewlet li gor rihê pêvajoyê tevbigere.

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Etîket: Abbas Kerîm VesekCizîrHaci ErteneHezexserdana şînê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Roja 2yemîn a bîranîna Cizîrê bi tevilbûna hezaran bi dawî bû

Roja 2yemîn a bîranîna Cizîrê bi tevilbûna hezaran bi dawî bû

27 TEBAX 2026
Tulay Hatîmogullari: Em ê ala Têkoşînê bilind bikin

Tulay Hatîmogullari: Em ê ala Têkoşînê bilind bikin

25 TEBAX 2026
Li Cizîrê kesek din hat binçavkirin

Li Cizîrê kesek din hat binçavkirin

23 TÎRMEH 2026
Li Cizîrê di serdegirtina malekî de kesek hat binçavkirin

Li Cizîrê di serdegirtina malekî de kesek hat binçavkirin

23 TÎRMEH 2026
Li Cizîrê cangoriyên Pirsûsê hatin bîranîn

Li Cizîrê cangoriyên Pirsûsê hatin bîranîn

20 TÎRMEH 2026
Zeynal Ençku yê destdirêjî jinekê kiribû 2 sal û 6 meh ceza lê birîn

Zeynal Ençku yê destdirêjî jinekê kiribû 2 sal û 6 meh ceza lê birîn

16 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne