• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Evîn Siwêd: Ji bo mafê xwe divê em bibin yek

Mahmût Altintaş / AW

17 KANÛN 2024 - 11:01
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Şirnex – Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd anî ziman ku Sûriye ber bi merhaleyeke nû ve diçe û got: “Ji bo di vê merhaleyê de em mafê xwe bi dest bixin divê partiyên siyasî yên Kurd bibin yek û bi yek dengî biçin Şamê.”

Êrişên komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Tirkiyeyê agirbesta ku bi navbeynkariya Amerika di navbera Hezên Sûriye ya Demokratîk (HSD) û Tirkiyeyê de dihat nîqaş kirin ji ber meseleya li ser tirba Sileyman Şah li hev nekirin, asteng kir. Her wiha Tirkiyeyê û komên çekdar ên giredayî wê ji bo êrişî Kobanê û Eyn Îsa bike amadekariyên lêşkerî dike. Ji aliyê din ve jî HTŞ piştî dawî li rejîma Baas anî hikumeteke demkî ava kir û ew hikumet di demên pêş de bandoreke çawa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike tê nîqaş kirin.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêvajoya nû ya avakirina Sûriyeyê beyannameyeke ku ji 10 xalan pêk tê eşkere kir. Di beyannameyê de hat destnîşankirin bi beşdarbûna hemû pêkhateyên Suriyeyê li Şamê civînek bê li darxistin û pirsgirêkên li Suriyeyê bi dîaloge bê çareser kirin. Her wiha ji bo pêşî li êrişên komen çekdar ên giredayî Tirkiyeyê bê girtin jî xwestin hemû aliyên Suriyeyê di nava hevkariyê de bin. Hevseroka Meclisa Rêveber Evîn Siwêd tekildarî beyannameya ku aşkera kiribûn û geşedanên li herême ji Ajansa Welat re axivî.

‘Ji bo parastina hemû hemwelatiyên Sûriyeyê divê diyalog esas bê girtin’

Evîn Siwêd anî ziman ku li Sûriyeyê gelek netew, pêkhate bi hev re dijîn û ji ber wê jî wan xwestiye bi beşdarbûna hemû netew, pêkhate û bawerî li Şamê civînek bê li darxistin. Evîn Siwêd bi lêv kir ku ji bo parastina mafê hemû pêkhateyên Sûriyeyê pêdivî li civîneke bi vî rengî heye û wiha got: “Niha gelek kes di bin metirsiyê de ne. Elewiyên û Xirîstiyanê hemwelatiyên Sûriyeyê ne ji ber îslamîstên di nava Sûriyeyê de ne di bin xetereyê de ne. Ji ber wê weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina mafê hemû hemwelatiyên Sûriyeyê divê em dengê wan bin û ji bo rêveberina tevahî Sûriyeyê diyalogeke ava bikin.”

Evîn Siwêd tekildarî hikumeta Şamê ya nû jî diyar kir ku heta niha êrişên wan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk nehatiyê û ev tişt gotin: “Rejîma Baas tu car nedixwast bi rêya dialogê pirsgirêkan çareser bike. Me gelek caran hewlda bikevin diyalogê. Lê hişmendiya rejîma Baas tu car neguherî. Di encamê de jî têk çûn. Niha jî hikumeteke nû di hundirê Suriyeyê de hatiyê avakirin. Di demeke nêz de guhertinên mezin pêk anîn. Em ê çiqas bikarin bi wan re diyalogê danîn hê nediyar e. Em ji xwe bawerin. Niha jî me sekna xwe diyar kir ku em dixwazin pirsgirêkên Sûriyeyê bi diyalogê çareser bikin û ji diyaloge re amade ne. Lê sekna hikumeta Şamê wê çawa bibe ew jî di demen pêş de wê diyar bibe. Heta niha di navbera HTŞ û Rêveberiya Xweser de tekiliyên rastê rast pêk nehatin. Lê hem ji bo her dû taxên Helebê ku Kurd di wan taxan de dijîn soz dan ku wê tu zerar negehejê Kurdan hem jî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nakin. Heta niha jî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu êrişên wan pêk nehatin. Di demên pêş de sekna wan a li dijî me wê hê zelal bibe.”

‘Li dijî êrişan amadekariyên me hene’

Di berdewama axaftina xwe de Evîn Siwêd destnîşan kir ku di hundirê Sûriyeyê de aloziyeke mezin heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hundirê Sûriyeyê de ji aliyekî ve ji bo hilweşandina rejîma Baas kêfxweşî heye. Ji aliyekî ve êriş berdewam dikin. Ji aliye din ve jî li ser hemû welatiyan tirs heye. Dema HTŞ li dijî rejîma Şamê dest bi êrişan kir komên çete yên giredayî dewleta Tirk jî êrişî herêmen me kirin. Dewleta Tirk jî dixwaze ji vê tevlîheviyê sûd bigire. Niha jî berê xwe dane Kobanê û Eyn Îsa. Roj bi roj êrişî Tiltemîr dikin. Dewleta Tirk bi salan e êrişî herême dike. Lê niha dixwaze herêma Rojava bi tevahî dagir bike û bixe bin destê xwe. Bi vê armancê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Li dijî êrişan hem ji aliyê dîplomasî û hem jî ji aliyê lêşkerî ve amadekariyên me hene. Merhale berbi Suriyeyeke nû ve ye. Em jî di wê zanebûnê de û li gor wê xwe amade dikin.”

‘Divê di nava partiyên Kurd de yekitiyek bê avakirin’

Di dawiya axaftina xwe de Evîn Siwêd balkişand ser nîqaşên yekitiya partiyên Kurd û axaftina xwe wiha qedand: “Di nava sedsalan de hinek wextên dîrokî hene. Em jî niha di wê wextê de ne. Ji bo rawestandina êrişên divê giranî û wateya êrişan bê fêhmkirin. Divê hezên Kurdî vê yekê fêhm bikin merhale ber bi ku ve ye. Divê xwendineke baş bê kirin ku li gor rihê merhaleyê helwest bê danîn. Niha di nav partiyên siyasî yên Kurd de seknek heye. Lê têr nake. Tê xuyakirin ku hê jî partiyên siyasî yên Kurd di ferqa pêvajoyê de nînin. Heke di nava partî û hêzên Kurd de yekitiyek neyê avakirin û yek helwest neyê nişandan, wê têrî rawestandina êrişan neke û gelê Kurd nikaribin mafê xwe biparêzin. Divê em bi yek dengî biçin Şamê. Divê bi vî ruh û zanebûnê em hemû tev bigerin. Dîrok her tiştî dinivîse. Yên ku xizmeta gelê xwe dike jî yên ku li dijî gelê xwe tevdigere jî. Ji bo di vê merhaleyê de em mafê xwe bi dest bixin divê em bibin yek û di nava hevkariyê de bin. Ji bo wê jî di vê merhaleyê de ya herî girîng çûna Şamê ya Kurdan a bi yek dengî ye. Divê di nava partiyên siyasî yên Kurd de yekitiyek bê avakirin.”

Etîket: Evîn SiwêdKurdYekîtî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026
Bayik: Yekîtî û têkoşîna gelê Kurd wê azadiyê bîne

Bayik: Kurd di makeqanûnê de cih negirin çareserî çênabe

4 ÎLON 2026
Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

23 TEBAX 2026
Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

16 TEBAX 2026
Festîvala Tetwanê bi konserek coş dest pê kir: Pêvajoya aştiyê siberoja gelê Kurd û Tirk e

Festîvala Tetwanê bi konserek coş dest pê kir: Pêvajoya aştiyê siberoja gelê Kurd û Tirk e

31 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne