• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê li ber xwe bidin’

Amed / AW

10 TÎRMEH 2025 - 20:20
Kategorî: EKOLOJÎ, ROJANE
A A
Meclisa Ekolojiyê ya Amedê ji bo piştgiriyê bide nobeda Hesendînê çû serdana nobedê. Welatiyê bi navê Hikmet Yildirim diyar kir ku ew maden hem ji bo wan û hem jî ji bo xwezayê xetere ye.

Di sala 2008an de Şîrketa Anonîm a Bazirganiya Derve û Kanzakariyê ya Pasûrê ji bo lêgerina kanzayan bi awayekî bêrêtî rapora”ÇED ne pêwîst e” bi dest xist. Lê di nava 5 salan de tu lêgerîn dest pê nekir û rapora wan li gorî zagonê binpêkirine. Gelên li Zozanê Hesandînê ya navçeya Pasûrê ya Amedê dijîn dijî madenê dest bi çalakiya nobedê kir. MeclisaKomeleya Ekolojiyê ya Amedê têkildarî nobedê çû serdananobedê. Di serdanê de parlamentera DEM Partiyê ya AmedêCeylan Akça, OHD, Komeleya Ekolojiyê ya Amedê,   endamên Meclisa Ekolojiye ya Amedê û gelek xelkên ZozanaHesendînê tev li bûn. Meclis li vir pankarta “Ji Qirkirina Çiya, Deşt û Zozanan Re Na” hat vekirin û dirûşmeyên “Bê xwezayê jiyan nabe” berz kirin.

‘Li vir berxwedan heye’ 

Li vir ewilî Endamê Komeleya Ekolojiyê Necdet Sezgîn axivî. Necdet Sezgîn diyar kir ku îro ji bo Zozanê Hesendînê li vir in û wiha axivî: “Îro li vir berxwedan heye. Tevahî çiyayên Kurdistanê bi hinceta lêgerîna madanê tê talankirin. Em li vir kesen ku li ber xwe didin silav dikin.”

Paşê Hevberdevkê Meclisê Sabrî Kiliç axivî. Sebrî Kiliçdestnîşan kir ku gelê li vir di 17 sal e li  berxwe dide. Sabrî Kiliç diyar kir ku kesen ku ji Pîrejmanê heta Zozanê Hesendînê li ber xwe didin silav dikin.

‘Zozan û av ji bo me gelek girîng in’

Dûre gundî Hîkmet Yildirim diyar kir ku maden ji bo wan xetere ye û wiha axivî: “Zozan, av ji bo me gekek girîng in. Ew maden hem ji bo me hem jî ji bo tevahî herêmê xetere ye. Ez 80 salî me.  Çi bibe bila bibe ez ê heta dawiyê li ber xwe bidim. Her bostek vê axê li keda me heye. Em vê tiştê qebûl nakin. Divê bi hezaran mirov werin li vir, alîkariyê bidin me.”

‘Dive Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo Zozanên nHesendînê jî derbas bibe’

Di dawiyê Ceylan Akça axivî û diyar kir ku ew her roj dijî sermayê li ber xwe didin û wiha axivî: “Li Gabarê me şewat dît. Ev desthilatdar îro dijî xwezayê di nava şer de ye. Îro em di nava pêvajoyê de ne. Aştî di nav aştiya xwezayê de jî derbas dibe. Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo Zozanên Hesendînê jî divê derbasdar be.”

Serdan bi gerandina govendê dawî bû.

Etîket: BerxwedanekolojîHesendînê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

31 COTMEH 2026
Aktîvîstê Ekolojiyê: Bajarê kapîtalîst hilweşîna ekolojiyê ye

Aktîvîstê Ekolojiyê: Bajarê kapîtalîst hilweşîna ekolojiyê ye

17 COTMEH 2026
Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

25 ÎLON 2026
Mahîr Dogan: Ji sêdarê ber bi maseya mizakereyê ve xeta berxwedanê biser ket

Mahîr Dogan: Ji sêdarê ber bi maseya mizakereyê ve xeta berxwedanê biser ket

17 ÎLON 2026
Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

9 ÎLON 2026
Qereqola Makîtan herêm di bin dûkêla tekeran de hişt

Qereqola Makîtan herêm di bin dûkêla tekeran de hişt

12 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne