• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinan bang li Meclisê kir: Şer bi dawî bike aştiyê pêk bîne

Enqere / AW

8 TÎRMEH 2025 - 14:03
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Jinan li Enqerê bang û daxwaz kirin ku şer bi dawî bibe û rêziknameyên qanûnî werin çêkirin ku rê li ber aştiyeke mayînde bê vekirin.

Jinên ku bi pêşengiya Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye de hatin cem hev, bang li Parlamentoya Tirkiyeyê kirin ku ji bo pêşveçûna pêvajoya ku bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” dest pê kir, berpirsiyariya xwe bigire ser xwe. Jinan li Parka Parlamentoyê ya Enqerê bi dirûşmeya “Parlamento erka xwe bigire, jin ber bi têkoşîna aştiyê ve” kom bûn û ji bo aştiyeke mayînde û bi rûmet dengê xwe bilind kirin.

Bi sedan jinên ku ji bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi rê ketin, di saetên sibehê de li Guvenparka Enqerê kom bûn. Gelek siyasetmedar û Dayikên Aştiyê jî beşdarî çalakiyê bûn. Polîsan hewl dan ku rê li ber jinan bigirin ku ji otobusan dakevin, her wiha gef li ajokarên otobusan jî xwarin. Tevî hemû astengiyan jî, jin li Parka Parlamentoyê kom bûn û bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Jinan”, “Bê Serok Jiyan Nabe” daxwazên xwe yên aştiyê anîn ziman.

Jin ji vir ber bi Deriyê Çankaya yê Parlamentoyê ve meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên wekî “Jin Şer Nexwazin, Aşitiyê Dixwazin”, “Jin ber bi Parlamentoyê ve, Parlamento tavilê dest bi kar bike”, “Zindanan hilweşînin, ji bo girtiyan azadî” hatin qîrîn. Li qada daxuyaniyê, jinan pankartên bi nivîsên “Bila qeyûm vekişin, bila siyaset êdî nebe sûc”, “Divê jin di hevdîtinên aştiyê de werin temsîlkirin”, û “Qanûna Dij-Terorê rakin” vekirin.

Metna bi Kurdî ya daxuyaniyê ji aliyê Berdevka Demkî ya KESKê Zelal Angay û metna bi Tirkî jî li ser navê Înîsiyatîfê ji aliyê Ferîde Eralp ve hate xwendin.

‘Girtiyan berdin û qeyiman rakin’ 

Zelal Angay diyar kir ku şer her qada hiqûq û jiyanê girtiye nav xwe û got ku normalîzebûna vê têgihîştinê li vî welatî di serî de ji ber polîtîkayên şer ên li dijî gelê Kurd e. Zelal Angay wiha got: “Îro em dizanin ku divê em hem li kolanên xwe û hem jî li Rojhilata Navîn ji bo vebijarkek din ji bo aştiyê têbikoşin. Ji ber vê sedemê, em jin ji Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê sê daxwazên berbiçav dikin ji bo avakirina aştiyê û vekirina rêyek ber bi çareseriyek aştiyane, demokratîk û wekhevîxwaz a pirsgirêka Kurd. Pêkanîna van daxwazan pêdiviyek demokratîk e.”

Zelal Angay daxwazan jî anî ziman û ev yek rêz kirin:

“*Bila siyaset êdî nebe sûc û ‘Qanûna Dij-Terorê rakin’ . Bila girtî bên berdan

*Divê operasyonên li ser sînor, pratîkên herêmên ewlehiyê yên taybet û komkirina leşkerî tavilê werin rawestandin.

*Bila qeyim bi paş ve bên vekişandin.”

‘Berpirsiyariya we ye ku hûn şer bi dawî bikin’

Aktîvîsta TJAyê Gultan Kişanak jî di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Hatina vê parlamentoyê tê wateya girtina berpirsiyariyê. Pirsgirêka herî mezin a vî welatî êşa ku ji ber şer çêdibe ye ku dilê dayikan diêşîne, berpirsiyariya bidawîkirina vê yekê li ser we ye. Vê berpirsiyariyê îro me li vir aniye cem hev. Berpirsiyariya we ye ku hûn şer bi dawî bikin. Divê êdî rê li birêkûpêkirina zagonî vebe.”

Etîket: aştîEnqereJin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

Li Enqereyê bîranîna şehîdan di roja 2emîn de didome

9 ÎLON 2026
Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

31 TEBAX 2026
‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

26 TEBAX 2026
Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

25 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne