• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Serweta herî mezin paqijî ye’

Lezgîn Akdenîz / AW

7 TÎRMEH 2025 - 08:11
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Amed – Midûrê Şaxa Karê Bermahiyan û Paqijiyê ya Bajarê Mezin a Amedê Mehmet Baran dibêje: “Her tişt ne çop e. Divê em her tiştî neavêjin nava çopê. Sermayeya herî mezin paqijî ye. Paqijî çand e divê em vê çandê biparêzin.”

Rêveberiyên herêmî yên di destê DEM Partiyê de ne, ji bo xwe paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê wekî pîvan digirin dest. Lê çopa ku ji bajarê Amedê derdikeve nîşan dide ku ev alî çiqas lawaz maye.

Paqijî yek ji pîvana sinc û berpirsiyariya civakîbûnê ye. Bajarek çiqas paqij be û hindik bermahiyên çopê hilberîne, ewqas aliyê civakê yê sincî û polîtîk bi hêz e. Ewqas ekolojîk û azadiya jinan diparêze. Li Amedê bi taybetî di 15-20 salên dawî de bi mezinbûna bajarvaniyê re, pîvanên civaka sincî û polîtîk lawaz dibe. Ev jî bi xwe re berpirsiyariya li hemberî derdorê û paqijiya bajêr lawaz dike. Her rojê ji navenda bajarê Amedê hezar û 460 ton çop tê komkirin û li Girê Keşîşê tê rokirin. Girê Keşîşê 25 sal in hemû çopa Amedê dihewîne. Her roj zêdeyî 40 kamyon çop ji navçeyên Peyas, Rezan, Sûr û bajarê Nû tê berhevkirin û li Girê Keşîşê tê rokirin.

Li gori îstatîstîkan yek ji bajarên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê bajarê herî zêde çopê hildiberîne bajarê Amedê ye. Sedema vê yekê alav, amûr, xwarin û xurekên ku di malan de pêwîst e bê parastin û bikaranîn wekî bermahî digirin dest û diavêjin ser çopê. Alav û amûrên ku di malê de divê ji hev bên veqetandin, hemû di nava hev de û bi hevre têne avêtin. Ji ber plastîk, cam, karton, teneke û amûrên din ji hev nayên cudakirin, hemû berhemên ku dubare, sêbare bêne bikaranîn wekî bermahî têne avêtin û dibin çop. Ev dibe sedem ku çopa ji Amedê derdikeve, 3 qat zêde bibe. Berhemên ambalajê ku divê dîsa paşve bê vegerandin û ji nûve bê bikaranîn, wekî bermahî diçe çopê û zerarê dide xwezayê.

Dema şaredariya Amedê ya di destê DEM Partiyê de ye hat ser kar bi dirûşmeya “Em ji Amedê hez dikin em qirêj nakin” dest bi xizmetê kirin. Lê dîtin ku kolan û kuçe zêde têne qirêjkirin û welatî zêde li hemberî paqijî û parastina derdorê baldar tevnagerin. Ji ber vê yekê kolan zû têne qirêjkirin û gelek çop ji Amedê derdikeve. Eger çop hindik ji Amedê derkeve, razemeniya ji bo xizmeta paqijiyê dikare serwetek nû ava bike û xizmetek baştir bide Amedê.

Di nava deh salan de rojane çopa ku ji bajarê Amedê derdiket 600 ton bû, lê îro derketiye hezar û 460 tonê. Ji ber xwarina ambalaj û konserveyan zêde bûye pêre çop jî zêde bûye. Bi taybetî di demsala havînê de piştî fêkî û sebze derdikevin, nêvî tê xwarin û nêvî wekî çopê tê avêtin.

‘Divê her kes pêşiya mala xwe paqij bike’

Midûrê Şaxa Karê Bermahiyan û Paqijiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û endezyarê çandiniyê Mehmet Baran ku 13 sal in li ser karê çopê û paqijiyê dixebite, der barê çopa ku her roj ji Amedê derdikeve û li ser sergoyê bajêr tê rokirin agahî dan û got: “Divê wekî berê her kes pêşiya malên xwe paqij bike û her tiştî navêjin nava çopê.”

Mehmet Baran li ser rewşa sergoyê (çop) Amedê agahî dan. Mehmet Baran anî ziman ku çopa ji Amedê tê komkirin nayê dabeşkirin û di nava hev de tê û wiha got: “Di çopa ku ji bajêr tê de karton, plastîk, cam, madeyên organîk û înorganîk di nava hev de tên. Ji ber madeyên organîk, çop xaza matenê diafirîne. Em xaza medanê ji nava çopê dikişînin û dikin enerjî. Dikin sermaye. Em bang li gelê Amedê dikin ku çopê ji nava hev cuda bikin. Em dixwazin karton, cam, plastîkan ji hev cuda bikin. Ji bo her mal çopê ji hev veqetinê em li dibistanên sereteyî, navîn û heta lîseyan li ser vê mijarê semîneran didin zarokan. Em dixwazin li dijî bermahiyên wekî plastîk, karton, cam û ambalajên ku di nava axê de heta nêzî 100 salî tune dibin, wan cuda bikin.”

Mehmet Baran anî ziman ku li navenda bajêr 2 tesîsên wan ên enerjiya rojê hene û wiha got: “Em li ser çavkaniyên enerjiyê derstê didin zarokan. Karê paqijiyê karekî zor e. Zêdetirî hezar hevalên me yên karkerên çopê dixebitin.

‘Sermayeya herî mezin paqijî ye’

Mehmet Baran da zanîn ku dema kolanên Amedê paqij bin ji bo Amedê sermayeya herî mezin e û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Em her tim dibêjin şaredarî ya gel e. Gel çiqas li şaredariyê xwedî derkeve, şaredarî ew qas bi hêz û xurt e. Em dixwazin welatiyên me berhemên zêde navêjin kolan û kuçeyan. Em dixwazin gelê me di saetên diyar de çopa xwe bavêjin cihê hatine diyarkirin.”

‘Tenê bi personelên paqijiyê bajar paqij nabe’

Mehmet Baran da zanîn ku çop, rengê çanda wî bajarî nîşan dide û wiha domand: “Berê bajarê Amedê li gorî îstatîstîkan di nava bajarê herî paqij de bû. Dîsa li gorî gelek bajaran bajarê paqij e. Lê em dixwazin di rêza herî pêş de be. Divê berî her tiştî em kolan û kuçeyên Amedê paqij bigirin. Tenê bi personelan bajar paqij nabe. Ger ku çop li gorî pîvan, cih û demê bê avêtin zêde bajar qirêj nabe. Em dixwazin gelê me her her tiştî li her derê navêje. Berê her kesî ber mala xwe paqij dikir û her tişt nediavêt. Berê digotin ‘Ber mala falankesê pir paqij e’. Em dixwazin ev dîsa hebe û xelk wisa nêzî paqijiyê bibe.”

‘Paqijî çand e’

Mehmet Baran diyar kir ku berî her tiştî li ser ekolojî û derdorê dersan didin û got: “Em dibêjin xweza li me xwedî derdikeve em jî li xwezayê xwedî derkevin. Çi ji bo me çop e û çi ne çop e em vedibêjin. Eger îro em li xwezayê xwedî dernekevin, dê xweza jî li me xwedî dernekeve. Eger îro avhewa xerabûbe, sedema vê yekê jî qirêjiya li bajaran zêde dibe. Eger em li xweza û tebûatê xwedî derkeve ew jî li me xwedî derkeve. Çanda paqijiyê di me de heye. Divê em vê çandê zindî bigirin. Di nava çopê de çiqas bernahiyên organîk hebe, ew qas çop zû dibe ax û li xwezaye vedigere. Her tişt ne çop e. Divê em her tiştî neavêjin nava çopê.”

Etîket: Bajarê NûçopGirê KeşîşPaqijîPeyasRêzanSaredariya Bajare Mezin a AmedeSur
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

20 TEBAX 2026
Li Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê cîh jî têr nake bijîşk jî

Li Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê cîh jî têr nake bijîşk jî

20 TEBAX 2026
Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

18 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

18 TEBAX 2026
Ciwanên Amedê: Tu hêz nikare azadiya gelê Kurd ji destê wî bigire

Ciwanên Amedê: Tu hêz nikare azadiya gelê Kurd ji destê wî bigire

14 TEBAX 2026
Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne