• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Aktar: Di dirokê de mînaka wê tune ye

Omer Demîr / AW

2 TÎRMEH 2025 - 08:13
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Amed – Ji parêzerên Doza Kobanê Mehmet Emîn Aktar têkildarî biryara bihincet a Doza Kobanê diyar kir ku piştî biryara îstînafê ew ê nexşerêyê amade bikin û got: “Divê biryara siyasî ji holê were rakirin. Ev doz binpêkirina mafên mirovan e.”

Dadgeha Îstînafê biryara bihincet a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên berê yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag girti têne darizandin, salek şûnde aşkere kir. Di dozê de 108 siyasetmedar tên darizandin. Li 24 kesan cezayê hefsê hate birîn. Biryara bihincet ku ji 32 hezar rûpelan pêk tê hate amadekirin. Bi biryarê re rê hate vekirin ku kesên ji dozê tên darizandin serî li Dadgeha Îstînafê bidin. Yek ji parêzerên Doza Kobanê û Serokê berê ya Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar biryara bihincet a Dadgehê ji Ajansa me re nirxand.

‘Di dîrokê de 32 hezar rûpel biryara bihincet nehatiye nivîsandin’

Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku komîsyonek dikare encax salekê biryara bihincet a Doza Kobanê bixwînê û got: “Di biryarê de gelek tişt bi dehan caran hatiye dubarekirin. 32 hezar rûpel hatine nivîsîn. Di dîroka tevahiya cîhanê de 32 hezar rûpel biryara bihincet nehatiye nivîsandin. Dema ku biryar hat aşkerekirin. Divê em di 15 rojan de li îstînafê îtiraz bikin. Lê dê kîjan parezer karibe 32 hezar rûpele di 15 rojan de bixwîne û îtîraz bike? Dadgeh di ev biryar 13 mehan nivîsandiye. Dadgehê di serî de mafê darizandinê binpê kiriye. Em dizanin ku doza Kobanê siyasî bû. Armanc girtina HDPê bû. Xwestin kesên di nava HDPê de sîyasetê dikin ji sîyasetê dûr bixin. Di 2018an de midûriyeta polisan a Enqerê nîşe da dadgehê. Ev nîşe di nava dosyayê de hatibû ji bîrkirin û ket destê me. Di nîşeyê de lîste heye û tê xwestin ku ji wan kesan re doz bê vekirin. Dadgeh jî li gorî vê doz vekiriye.”

Dadgeh dixwaze peyamê bide

Prz Mehmet Emîn Aktar anî ziman ku dadgeh cezayekî bêbingeh dide û wiha axivî: “Dadgeh naxwaze biryar bê şîrovekirin. Dadgeh dixwaze ku bi vê rêyê kesên ku biryarê bibînin bibêjin 32 hezar rûpel hebe li vir sucdar jî hene. Lê em dizanin ku hejmera rastî a biryarê bi sedan rûpel e. Dadgeh bi vê hejmara zêde ya rûpelan dixwaze peyamê bide.”

‘Banga HDPê demokratîk e’

Mehmet Emîn Aktar biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupayê jî bibîr xist û wiha pêde çû: “Biryara wekî sûc tê nişandan ne suç e. HDPê bangawazî kiriye û gotine; ‘Derkevin kolana û dest bi protestoyan bikin.’ Îro CHP jî heman bangê dike. Lê tu kes nehat sucdarkirin û doz ji wan re nehat vekirin. Banga HDPê jî bi awayekî demokratîk e û nayê darizandin. Piştî ev biryar ji Dadgeha Bilind derkevê em ê serî li DMMEyê bidin.”

‘Em dixwazin biryara siyasî bi dawî bikin’

Mehmet Emîn Aktar herî dawî anî ziman ku piştî îstînaf biryarê bide ew ê nexşerêyê derxin û wiha bi dawî kir: “Dosya dê herê îstînafa Enqerê. Îstînaf dikarê 3 biryaran bide. Yek xirakirina biryarê ye, ya din dikarê ji nûve biryar bide an jî dosyayê bişîne Dadgeha Bilind, ya dîtir jî Îstînaf dikare ji nû ve biryarê bide û beraat bike û dosyayê betal bike. Divê girtî bên berdan. Em dixwazin ku biryara siyasî ji holê bê rakirin û li gorî hiqûqê biryar bê dayîn.”

Etîket: AFC ChampionshipdozKobanêMehmet Emîn Aktar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

6 COTMEH 2026
Dadgehê daxwaza girtina kujerê Seyîthan Durdu red kir

Dadgehê daxwaza girtina kujerê Seyîthan Durdu red kir

25 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

16 ÎLON 2026
Mazlum Ebdî diçe Kobanê

Mazlum Ebdî diçe Kobanê

12 ÎLON 2026
Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

1 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne