• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

HPG NRÇ: Êrîşên artêşa tirk ên li ser hêzên me didomin

Navenda Nûçeyan / AW

28 HEZÎRAN 2025 - 14:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
HPG-NRÇê têkildarî êrîşên artêşa tirk ên li hemberî hêzên gerîla daxuyanî da û ragihand ku êrîşên li herêmên Zap, Metîna û Amediyê didomin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê ya di Ajansa Nûçeyan a Firatê de hate ragihand ku êrîşên artêşa tirk didomin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên li rojavayê Zapê, bejahiya navbera navçeya Amediyê ya başûrê Kurdistanê û taxa Dêrelokê de zêde bûne.

Di daxuyaniya HPG-NRÇê de ev tişt hatin gotin:

Di nava du hefteyên dawî de bi taybetî li herêma rojavayê Zapê, bejahiya navbera navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê û taxa Dêrelokê tev û her wiha li hemberî hêzên me yên li Metînayê êrîşên artêşa tirk gelekî zêde bûne. Li gundê Sêgirê yê nêzî navçeya Amediyê û li qada me ya Girê Amêdiyê ku li jora gundê Sêgirê ye bi çekên kîmyewî pêleke êrîşa tinekirinê li hember hêzên me hat destpêkirin. Me berê jî di vê mijarê de daxuyanî û hişyariyên xwe ji raya giştî re dabûn. Lê belê êrîşên artêşa tirk li van herêman zêdetir û bênavber bûne. Ji bo ancam bigre hê bêhtir giranî daye êrîşên bi çekên kîmyewî û ev êrîş didomin.

Me jî di 24 û 26ê hezîranê de li dijî artêşa tirk ên li vê herêmê ku li ser bingeha tinekirinê êrîş kir, operasyonên bersivdayînê lidar xistin.

Em dubare diyar dikin; hêzên me girêdayî pêvajoya nû ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye îlankirin û têkildarî vê yekê girêdayî biryarên 12emîn Kongreya PKKê ne. Tevî ku têkoşîna çekdarî hatiye sekinandin jî bi taybetî jî li herêma Amediyê fermandariya artêşa tirk bi dijwarî û tim û tim çekên kîmyewî ên ji aliyê qanûnên navneteweyî ve hatine qedexekirin û weke sûc in bi kar anîn û li hemberî vê yekê me jî di 24 û 26ê hezîranê de mafê xwe yê bersivdayînê bi kar anî. Têkildarî hesasiyeta pêvajoyê em a niha dîmenên vê çalakiyê yên berfireh û zirarên artêşa tirk naweşînin.

Lê belê dixwazin vê yekê diyar bikin ku; berpirsê windahiyan û vê tabloyê fermandariya artêşa tirk a li herêmê û zihniyeta wê ye ku li hemberî hêzeke çek berdane bi berdewamî çekên kîmyewî û teqemeniyên ku zirareke mezin dide, bi kar tîne. Divê were zanîn ku ger piştî vê operasyona me ya bersivdayînê û hişyariyê, artêşa tirk erîşên xwe yên tunekirinê û bikaranîna çekên kîmyewî berdewam bike, em ê berê xwe bidin bersivdayîneke tundtir û girantir.

Aşkere ye ku ev êrîş ku ji aliyê hin derdorên rantparêz û li dû qehremaniyên erzan ve ji bo berjewendiyên takekesî têne kirin, di heman demê de têkildarî têkbirina pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin û ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê ye, destwerdaneke cidî ye. Ji ber vê yekê em xwedî maf in ku li hemberî vê yekê bê deng nemînin, hêzên xwe biparêzin û bi awayê herî tund bersiva hewce bidin.

Etîket: daxuyanîêrîşHPGTirk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
HPG: Li hemberî kesên ku bi navê gerîla alîkariya madî kom dikin hişyar bin

HPG: Li hemberî kesên ku bi navê gerîla alîkariya madî kom dikin hişyar bin

17 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Ji Êlihê heta Qersê bernameyên bîranînê didomin

Peyama HPGê ya ji bo şehîdan: Şehîdên me di dil û mejiyê me de neqişîn

15 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne