• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji bo Rojava li London û Liverpoolê meşiyan

Navenda Nûçeyan / AW

15 KANÛN 2024 - 22:36
Kategorî: ROJANE
A A
Bi sedan Kurdistanî li ber avahiya Serokwezîriyê ya Londonê civiyan, êrîşên Tirkiyeyê û ANS-SMO yên li ser Rojava şermezar kirin û gotin “Rojava biparêze”. Li Almanyayê jî bi heman armancê meşek girseyî li dar xistin. 

Bi sedan Kurdistanî û dostên Kurdan êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS-SMO) li ser Rojava li paytexta Îngilistan London û Liverpoolê şermezar kirin. Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd û bi dirûşma ‘Rojava biparêzin’ li ber avahiya Serokwezîriyê ya li Downing Street a Londonê kom bûn. Girseya ku posterên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJê hilgirtin, bi çepik, tilîlî û dirûşman êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava şermezar kirin.

Kurdistaniyan bênavber dirûşmên “Terorîst Tirkiye”, “Şerm bikin”, “Bijî Serok Apo”, “Rojava rûmeta mirovahiyê ye”, “Êrîşên qirkirinê yên li dijî Kurdan rawestînin”, “Bijî YPG”, “Bijî YPJ” berz kirin. Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin, gel eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê dan.

Rojnamevanê Îrlandî Mark Campbell bi şermezarkirina operasyona krîmînalîzekirina polîsên Îngîlîz a li dijî gelê Kurd dest bi axaftina xwe kir. Mark Campbell diyar kir ku li Sûriyeyê qonaxeke dîrokî tê jiyîn û wiha got, “Gelê Sûriyeyê guhertineke rasteqîn a demokratîk heq dike, lê em şahidê mezinbûna komên cîhadîst ên girêdayî El-Qaîde, HTŞ û SMO yên ji hêla Tirkiyeyê ve tên xwedîkirin.”

Mark Campbell bal kişand ku dîmenên hovane yên jin û zarokan ên bi awayekî sîstematîk ji aliyê çeteyên SMOyê ve tên hedefgirtin û anî ziman ku kiryarên dewleta Tirk ne tenê li dijî Kurdan, li ser civakên din ên etnîkî jî veguheriye qirkirinê.

Dema ku Mark Campbell diaxivî gelek caran dirûşma “Şerm bikin” li dijî hikûmeta Brîtanyayê hat berzkirin. Piştre Hevserokê Meclisa Gelê Kurd a Londonê Îshak Milanî axivî û diyar kir ku divê hemû cîhan li dijî êrîşên li ser Rojava bi hev re helwestê nîşan bidin û wiha got: “Ev çeteyên xwînmij, ev dewleta Tirk a faşîst êrîşî ser herêmên herî azad, aştiyane û demokratîk dikin. Faşîzma Tirk wê di bin van sûcên mirovahiyê de bimîne. Gel ti carî Rojava û şoreşê bi tenê nahêle, wê biparêze û mezin bike.”

Piştî axaftinan girseyê li ber stranên YPG û YPJê govend gerandin.

Li Lîverpoolê mîtîng

Li Liverpoolê Kurdistanî û dostên wan li ber Gara Trenê ya navendî li dijî êrîşên li dijî Rojava hatin ba hev. Girseyê beriya çalakiyê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girtin. Di çalakiyê. de pankarta “Dewleta Tirk piştgiriyê dide DAIŞa terorîst”, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ’ê hilgirtin û bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana YPGê”, “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Rojava” berz kirin.
Çalakvanê Înîsiyatîfa Elewiyan a Demokratîk Mehmet Dersîm di çalakiyê de axivî, bi bîr xist ku Kurd û gelên din ên li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn di bin êrîşên dewleta Tirk û çeteyên ANS-SMOyê de ne.

Di axaftinên li ser navê komên enternasyonalîst de hat destnîşankirin ku têkoşîna azadiya Kurd, têkoşîna li dijî dagirkeriya emperyalîst a Sûriyeyê û milîtarîzmê ye. Di axaftinan de bang li hikûmeta Îngilistanê kirin ku çeka nefiroşin dewleta Tirk a ku êrîşên qirkirinê li ser gel pêk tîne.

Alternatîfa Sosyalîst diyar kir ku ew bi gelên Rojava re di nava piştevaniyê de ne û anîn ziman ku ew ê bi gelê Rojava û şoreşa Rojava re li ber xwe bidin û piştgiriyê bidin wan.

Piştî axaftinan girse bi çepik, tilîlî û dirûşman ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Di meşê de belavok hatin belavkirin. Çalakî li navenda bajêr bi dawî bû.

Almanya

Meclisa Gel a li bajarê Lubeck ê Elmanyayê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş li dar xist. Meclîsa Gelê Kurd a Lubeck û Înîsiyatîfa Denfend Kurdistan Lubeckê bi meşeke girseyî êrîş şermezar kir. Di meşê de alên YPJ, YPG’ê û alên sembolên Rojava hildan û pankartên “Stoppt den Krieg der Türkei in Kurdistan, Stoppt den Krieg” û dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” berzkirin.

Endamê komîteya amadekar a meşê axaftinek kir û got: “Divê em bi çalakiyan li dijî êrîşên qirkirin û komujiyên li ser Rojava rawestin. Divê bê zanîn ku dewleta Tirk piştgirê herî mezin ê çekan yê terorîstan e. Werin em bi hev re li dijî van qetlîam û kiryarên qirkirinê yên dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin.”

Di meşê de broşurên li ser êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava belavkirin.

Etîket: KurdKurdistanîLondonêRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

16 TEBAX 2026
Festîvala Tetwanê bi konserek coş dest pê kir: Pêvajoya aştiyê siberoja gelê Kurd û Tirk e

Festîvala Tetwanê bi konserek coş dest pê kir: Pêvajoya aştiyê siberoja gelê Kurd û Tirk e

31 TÎRMEH 2026
Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

20 TÎRMEH 2026
Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

19 TÎRMEH 2026
Hêzên Îranê zarokekî Kurd kuşt

Hêzên Îranê zarokekî Kurd kuşt

10 TÎRMEH 2026
Hêzên hikûmeta demkî 10 ciwanên Kurd girtin

Hêzên hikûmeta demkî 10 ciwanên Kurd girtin

4 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne