• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şaredariya Amedê Tesîsên Civakî vekir: Her tişt nîv biha ye

Fexredîn Kiliç - Abdullah Esen / AW

26 HEZÎRAN 2025 - 08:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Tesîsên Civakî yên Fiskayayê ku yek ji qadên temaşekirina bajêr e, nû kir û dîsa vekir. Endamê Lijneya Rêveberiya MED AŞyê Mahmût Bora diyar kir ku bihayên menuyên wan li gorî piyasayê ji sedî 60-70 erzantir e û bi lêv kir ku gel ji xizmeta wan gelekî kêfxweş e.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Tesîsên Civakî yên Fiskayayê ku yek ji qadên temaşekirina bajêr e, nû kir û dîsa vekir. Li vê tesîsê welatî dikarin Geliyê Dîcleyê, Sûlava Fîskayayê û Baxçeyên Hewselê temaşe bikin. Ev cih berê wek “Roj Cafe” dihat zanîn. Dema qeyûm şaredarî desteser kir, “Roj Cafe” girt û di şûna wê de cafeyek din vekir. Di nav tesîsa ku xwedî qadeke berfireh e de, qadeke kompozîtdeck a 170 metrekareyî, teraseke cam a 60 metrekareyî, cihên bêhnvedanê, sûlav, kafe û teraseke temaşekirinê heye.

Teras dîmenekî xweş pêşkeşî welatiyan dike

Tesîsên ku ji bo di heman demê de xizmetê bidin 300 kesan hatiye sêwirandin, bi 24 xebatkaran xizmetguzariyê dike. Terasa temaşekirinê ya ku dîmenekî bêhempa pêşkêşî mêvanan dike, dê bêpere xizmetê bidomîne. Li kafeya di nav tesîsan de, xwarin û vexwarin bi bihayên maqûl tên firotin. Tesîsên Civakî yên Fîskayayê ku di navbera saet 09.00an û 23.00yan de vekirî ne, wekî cihê bêhnvedanê xizmetê dide welatiyan.

Endamê Lijneya Rêveberiya MED AŞyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mahmût Bora derbarê tesîsên civakî de ji ajansa me re axivî.

Mahmût Bora da zanîn ku tesîs li ser şîrketa şaredariyê ya bi navê MED AŞ vebûye û zêdetirî 15 roj in dest bi xebatê kiriye. Mahmût Bora bi lêv kir ku di nava hefteyekê de wê bi awayekî fermî tesîs were vekirin.

Kontrol di destê şaredariyê de ye

Mahmût Bora diyar kir ku ev tesîs û aşxaneyên gel di beyannameya me ya di hilbijartinê de hebûn û wiha got: “Li Tirkiyeyê krîza aboriyê heye, herkes zehmetiyê dikişîne. Milet nikare derkeve derve îro çayek, qehweyek 100-150 lîre ye. Me jî weke şaredarî got em li vir tesîsa civakî vekin. Eleqeya gel a ji bo vê derê baş e. Ev der hem ji aliyê kalîteyê ve baş e û hem jî ji aliyê şaredariyê ve tê kontrolkirin.”

Proje hene ku çend tesîsên din jî ava bikin

Mahmût Tora da zanîn ku 24 xebatkar di tesîsên wan de dixebitin û wiha domand: “Kesên ku ji aliyê aboriyê ve herî zêde zehmetiyê dikişînin xwendekar in. Ji ber wê me xwest em ji xwendekaran re bibin alîkar. Û ji ber vê yekê piraniya xebatkarên me xwendekar in. Me ji bo xebatê ji 12 fakulteyên Zanîngeha Dîcleyê xwendekar girtine û bi awayekî part-time dixebitin.” Mahmût Tora bi lêv kir ku li semtên Dîclekent, Gazîler ên navçeya Peyasê daxwaz heye û diyar kir ku projeyên wan hene ku çend tesîsên din jî ava bikin.

Biha li gorî piyasayê ji sedî 60-70 erzantir e

Mahmût Tora anî ziman ku gel ji vekirina tesîsê keyfxweş e û ev tişt gotin: “Bihayên menuyên me li gorî piyasayê ji sedî 60-70 erzantir e. Îro li derve taştê 350-400 lîre be li vir em bi 120 lîreyan didin. Li derve tostek 120-130 lîre be li vir 60-70 lîre ye. Li nava Sûrê qehweyek 90-100 lîre ye em li vir bi 40 lîreyî didin. Li vir xwarin jî heye. Pîzza, kofte, hamburger jî çêdikin. Li derve ev xwarin pir biha ne. Li vê derê xwarina me ya herî biha 140 lîre ye. Ji ber wê kesên niha nikarin zarokên xwe bibin derve bi rehetî dikarin werin vir. Ji ber ev der cihê şaredariyê ye kesê ku pereyê wî tune be jî em bi paş ve naşînin dibin alîkar. Ji ber ku ev der cihê gel e, ji bo gel hatiye vekirin. Ev der 8 sal in di destê qeyûm de bû, qeyûm tiştek nekiriye. Cihên xweş jî pêşkeşî alîgirên xwe kiriye. Tiştekî ku gel jê feyde bigire nekiriye. Gel tê amblema şaredariyê dibîne hem pê keyfxweş dibe hem jî jê bawer e. Dema ku me vir çêkir em ne li bendê bûn ku evqas daxwaz were. Kapasîteya vir 300 kes in êvaran ji ber hatina zêde cih namîne. Helbet kêmasiyên me jî hene em ê wan ji holê rakin. Gel ji vir memnûn e.”

‘Em ji vê xizmetê gelek memnûn in’

Welatiyê bi navê Mûstafa Çinar (60) diyar kir ku bi vêkirina tesîsê gelek keyfxweş e û wiha got: “Em vê tesîsê pir baş dibînin paqij e, erzan e. Li kafeyekê çay bi 30-40 lîre ye qehweyek 100-150 lîre ye, tebeqeyeke taştê 200-300 lîreyî ye lê li vir gelek erzan e. Çay û av li vir bi 10 lîreyî ne. Tebeqeya taştê 120 lîreyî ye. Xizmet, qad û hewa li vir hênik û xweş e. Tevî ku mala min dûre jî dîsa ez têm vir. Em dixwazin Şaredariya me li her semta bajêr cihên wisa çêbike. Em ji vê xizmetê gelek memnûn in.”

‘Em dixwazin li her taxê cihê bi vî rengî bên vekirin’

Welatiyê bi navê Kadîr Yilmaz (40) ku bi malbata xwe ve hatibû jî got ku ew ji vekirina tesîsê gelek memnûn in û ev tişt gotin: “Ji bo me baş çêbû ji ber ku li gorî derve buhayê tiştan li vir gelek erzan e. Sel-servîs heye em diçin tînin û pêşwaziya xebatkarên wan jî baş e. Em ji derdorê û ji xebatên wan memnûn in. Em dixwazin li her taxa Amedê cihên bi vî rengî bêne vekirin, da ku ji bo miletê jî baş be. Ji ber ku yek bi tenê hindik e. Du-sê heb din jî hebin baş e.”

‘Tesîsên wiha divê zêdetir bibin’

Welatiyê bi navê Nûrî Batibay (56) anî ziman ku ew bi vekirina tesîsên civakî pir kêfxweş e û wiha qal kir: “Xizmeta vir gelek baş e. Gel tê li vir rûdinê, qet nebe li cihekî aram rûdine. Bihayên li vir jî normal in. Xweziya xizmetên bi vî rengî zêde bûna. Li cihên cuda jî bê vekirin dê baş bibe. Tesîsên wiha zêdetir bibin wê gel jî jê sûdê bigire. Li Gazîler, Dîclekent û Bagcilarê jî ev cihên wisa werin vekirin dê baştir bibe û milet ji wan deran nayê vir.”

Etîket: Saredariya Bajare Mezin a AmedeTesîsên Civakî yên Fiskayayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

20 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

18 TEBAX 2026
Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

13 TEBAX 2026
Hejmara Kovara Bajar a Tîrmeh û Tebaxê derket

Hejmara Kovara Bajar a Tîrmeh û Tebaxê derket

7 TEBAX 2026
Hem hîn bûn û hem jî konser li dar xistin

Hem hîn bûn û hem jî konser li dar xistin

1 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zarokan bi hunerê re tîne cem hev

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zarokan bi hunerê re tîne cem hev

25 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne