• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Armanca vê xebatê pêşxistina zimanê Kurdî ye’

Fexredîn Kiliç / AW

28 GULAN 2025 - 08:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Serokê YEWKURDê û xwediyê Weşanên Aramê Hakki Boltan ku li ser Rojên Pirtûkên Kurdî yên li Amedê dest pê kirin axivî, destnîşan kir ku armanca xebata wan pêşxistina zimanê Kurdî ye.

Rojên Pirtûkên Kurdî ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Qada Şêx Seîd a li navçeya Yenîşehîr a Amedê tê lidarxistin duh dest pê kir. Nêzî 35 weşanxane û saziyên çand û ziman ên weke MED-DER, SOZ-DER û Ma Mûsîcê jî tev li Rojên Pirtûkên Kurdî yên ku dê heta 1ê Hezîranê roja yekşemê bidome bûn. Hevserokê YEWKURDê û xwediyê Weşanên Aramê Hakki Boltan li ser Rojên Pirtûkên Kurdî ji ajansa me re axivî.

Hakki Boltan diyar kir ku bi armanca weşangerên kurd pirtûkên ku derdixînin bigihînin xwînerên xwe ev rojên pirtûkan li dar xistin e û wiha got: “Armanc ew e ku em xwendina zimanê kurdî, hişmendiya Kurdî bi rêya pirtûkan ji raya giştî ya Kurdan re ragihînin. Ev xebat ne tenê bi hevkariya YEWKURD û Şaredariya Bajarê Mezin di heman demê de bi piştgiriya sazî û dezgehên sivîl pêk tê. Em ji bo piştgiriya wan spasiyên xwe pêşkeş dikin. Hêvî dikim ku ev xebat ji bo pêşketina zimanê Kurdî dê bibe derfetek.”

‘Ev cerebe dê di pêşerojê de ji me re bibin tecrube’

Hakki Boltan bi bîr xist ku Rojên Pirtûkên Kurdî yên ewil li Mêrdînê li dar xistin û wiha berdewam kir: “Li Mêrdînê pêşengeheke baş çêbû û xûrt derbas bû. Tevlibûneke zêde ya gel çêbû. Ji bo zimanê kurdî baş bû. Pişt re jî me li Erxeniyê rojên pirtûkan li dar xist. Organîzeyeke pir baş bû. Hemû weşanxaneyên ku beşdar bûn ji vê yekê memnûn bûn. Xwîner keyfxweş bûn. Bertekên erênî hatin. Ev jî rojên pirtûkan a sêyemîn e em li dar dixin. Wê ev cerebe di pêşerojê de ji me re bibin tecrube. Em ê vî karî bi pêş ve bibin. Dora 35 weşanxaneyan tev li rojên pirtûkan bûne. Sazî û dezgehên sivîl hene. Hêvî dikim ku beşdarbûneke xurt pêk were û gel ji vê xizmetê sûdê bigire.”

‘Ev pêşengeh ji bo weşanxaneyan nefesek e’

Hakki Boltan destnîşan kir ku Weşanxaneyên Kurdî di bin ambargoyeke berfireh a desthilatê de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybetî Weşanxaneya Aramê û çend weşanxaneyên din hemû weşanxaneyên kurdî di bin ambargo û hedefa desthilatê de ne. Destûr nayê dayîn ku pirtûkeke Kurdî bi awayekî rehet li piyaseya serbest were firotin û piştgirî were dayîn. Ji ber wê yekê ev pêşengeh ji bo weşanxaneyan nefeseke. Ji vir û şunde jî ji bo ji weşanxaneyan re derfet bê afirandin em ê li bajar û navçeyên Kurdistanê di vê çarçoveyê de bi awayekî pêşxistî em ê rojên pirtûkan li dar bixînin.”

‘Hemû xebatên me dê bi ruhê roja zimanê Kurdî bên kirin’

Hakki Boltan da zanîn ku Rojên Pirtûkên Kurdî dê di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de di navbera 15-19ê Gulanê de bihata lidarxistin lê ji ber pêvajoya siyasî hate taloqkirin û wiha pê de çû: “Ji xwe armanca vê xebatê pêşxistina zimanê Kurdî ye. Ji ber vê ew roj hatibû hilbijartin. Rojek tenê têra roja zimanê Kurdî nake. Weke vê xebatê û hemû xebatên em ê bikin dê bi ruhê roja zimanê Kurdî bên kirin.”

Divê berhemên Kurdî bên xwendin

Hakki Boltan ji bo Rojên Pirtûkên Kurdî ev bang kir: “Gel, Kurdîhez, xwîner û yên dixwazin ev bajar bibe bajarekî kurdewar divê xwedî li van xebatan derkevin, van berheman bixwînin xwe bi pêş ve bibin. Derbarê hişmendî û nivîsandinê de jî xwe tev li van xebatan bikin û weke ronesanseke Kurd a vê demê bi pêş ve bikeve û serbikeve.”

Etîket: 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê KurdîHakki BoltanRojên Pirtûkên KurdîSaredariya Bajare Mezin a AmedeYEWKURD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

1 COTMEH 2026
Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

2 ÎLON 2026
Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

30 TEBAX 2026
Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

20 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

18 TEBAX 2026
Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne