• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Saziyên hiqûqê: Divê êdî zimanê Kurdî azad bibe

Wan / AW

20 GULAN 2025 - 13:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Saziyên hiqûqê yên li Wanê ji bo balê bikşînin ser perwerdehiya bi Kurdî li ber Dadgeha Wanê ev bang kirin: “Divê zimanê Kurdî, ji aliyê hemû sazî û dezgehên hemû dewlet û navdewletî ve, bi taybetî ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve bi awayekî fermî bê nasîn û bikaranîna li hemû qadên civakî û jiyanî ji her milî ve azad û serbest be.”

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê, Komeleya Vekolîn û Perwerdeya Hiqûqê (DADSAZ) û Komîsyona Zimanê Kurdî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê ji bo balê bikşînin ser perwerdehiya bi zimanê Kurdî û pîrozbahiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, li ber Dadgeha Wanê ya li navçeya Rêya Armûşê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê” hat vekirin. Gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn.

‘Divê zimanê Kurdî bê nasîn’

Parêzer Mûstafa Ozoral li ser navê saziyan metna daxuyaniyê xwend. Mûstafa Ozoral bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û diyar kir ku hemû ziman nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne û xwedî heman mafan in. Mûstafa Ozoral da zanîn ku zimanê Kurdî nirxekî herî bingehîn ê kurdan û mirovahiyê ye û wiha got: “Ji ber vê yekê; bi awa, rê û rêbazên cur bi cur tunehesibandin, qedexekirin, pişaftin, dorpêçkirin, sînordarkirin û hewldanên helandin û jiholêrakirina zimanê kurdî sûcekî herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Ji ber vê rastiyê; divê zimanê kurdî, ji aliyê hemû sazî û dezgehên hemû dewlet û navdewletî ve, bi taybetî ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve bi awayekî fermî bê nasîn û bikaranîna li hemû qadên civakî û jiyanî ji her milî ve azad û serbest be.”

Xwestekên xwe rêz kirin

Mûstafa Ozoral daxwazên her sê saziyan vegot û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Divê zimanê kurdî bi awayekî fermî bê nasîn û bibe xwedî statu, zimanê kurdî ji pêşdibistanan heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê, navên hemû cih û tiştên ku di rastiya xwe de bi kurdî ne lê wek tirkî hatine guhertin dîsa bibin kurdî, hemû astengiyên zagonî û jiyanî yên li pêşiya zimanê kurdî bên rakirin, zimanê kurdî li her derê serbest û azad be, ji bo azadî û serbestiya zimanê kurdî ya mayînde statuya kurdan a hiqûqî û siyasî bê qebûlkirin.”

Banga ji bo pêşvebirina Kurdî

Mûstafa Ozoral bang li dewlet, partiyên siyasî, sazî û dezgehan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li ser bingeha avakirina civakeke demokratîk, azad û aştiyane; em bang li hemû rayedarên Dewleta Tirkiyeyê dikin ku van daxwazên herî mirovîn hem di makezagon û zagonên xwe de qebûl bike, hem jî wan di kiryarê de bi cîh bîne. Herwiha em bang li hemû tevger, partî, sazî, dezgeh, platform, însîyatîf û derdorên kurd, neteweya kurd û hemû derdorên mirovahîparêz dikin ku; ji bo pêkhatina van daxwazan û ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî têkoşîna xwe li her derê û li her qadê bilindtir, xurtir û berfirehtir bikin û van daxwazan di serî de di nava xwe de pêk bînin; zimanê kurdî bikin zimanê hemû qadên têkoşîn, xebat û jiyana xwe.”

 

Etîket: 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê KurdîBaroya WanêDADSAZOHDOHDa Wanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

TUHAD-FED: Dest ji astengkirina berdana girtiyan berdin

5 COTMEH 2026
Mardîn de xeylê kesî ameyê destbendkerdene

OHD: Binçavkirinên li Amedê li dijî ruhê pêvajoyê ye

3 ÎLON 2026
Di şewata li Êlihê de parêzer Gulsum Tunç jî jiyana xwe ji dest da

Di şewata li Êlihê de parêzer Gulsum Tunç jî jiyana xwe ji dest da

31 TEBAX 2026
‘Komûn ne taktîk e, stratejî ye’

‘Komûn ne taktîk e, stratejî ye’

16 TEBAX 2026
‘Ji bo rêvebirina pêvajoyê divê statuya Birêz Ocalan bê misogerkirin’

‘Ji bo rêvebirina pêvajoyê divê statuya Birêz Ocalan bê misogerkirin’

15 TEBAX 2026
‘Gava herî girîng azadiya sermûzekerevan Abdullah Ocalan e’

‘Gava herî girîng azadiya sermûzekerevan Abdullah Ocalan e’

12 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne