• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Botanê bang kirin: Deng bidin dengê Rojava

Şirnex / AW

11 KANÛN 2024 - 18:18
Kategorî: ROJANE
A A
Bi pêşêngiya DBPê li Şirnexê li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava daxuyanî hat dayin. Di daxuyanî de bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku deng bidin Rojava.

Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), li dijî êrişên Tirkiyeyê û komên çete yên bi ser wê ve yên li dijî bajar û navçeyên rojavayê Kurdistanê li ber avahiya DEM Partiya Şirnexê daxuyanî dan. Endam û nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser “Rojava rûmeta me ye” hilgirtin. Girseyê bê navber dirûşmeya, “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.

Metna daxuyaniya hevpar ji aliyê Hevserokê DEM Partî yê Şirnexê Abdullah Gungen ve hat xwendin. Abdullah Gungen anî ziman ku, piştî têkçûyina rejîma baas pêvajoyeke nû li Suriyeyê destpêkiriyê û got ku çareseriya pirsgirêkên Suriyeyê û Rojhilata Navîn demokrasiyê. Abdullah Gungen bal kişand êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û axaftina xwe wiha domand: “Li gel tevî daxwaz û bangewaziyên çarenûsa demokratîk, di vê pêvajoyê de jî li dijî Rojava êrîş pêk tên. Bi taybet ji 27’ê Mijdarê vir ve li dijî Rojava konsepteke nû ya şer ketiye meriyetê. Em baş dizanin ku bi êrîşan modela Rojava hedef tê girtin. Di bingeha van êrîşan de jiyana demokratîk û azad a ku bi modela Rojava ketiye meriyetê cig digre. Her wiha, bi êrîşan ruhê têkoşîna enternasyonalîst hedef tê girtin. Li gel van armancan, sedema herî bingehîn a van êrîşan jî statuya Rojava ye. Lewre, Rojava Şoreşa gelan û nasanameya jinan e.”

‘Parastina Rojava divê bibe peywîra me ya sereke’

Abdullah Gungen bi lêv kir ku bi hedef girtina statûya Rojava re daxwaza demokrasî û azadiyê hedef tê girtin û wiha got: “Feraseta Netew-Dewletî baş dizane ku Rojava bi paradigma û modela xwe ji pirsgirêkên Modernîteya Kapîtalîst re çarenûsa bingehîn e.Li hember vê konseptê, wek DBP, em ê tu caran bê deng neminin. Ji bo parastina Rojava û destkeftiyên gelê Kurd, em ê bi tevî hêzên xwe li ber xwe bidin. Di vê çarçoveyê de em ê li tevî deveran bi rêxistin û saziyên xwe yên demokratîk re têkoşîna xwe mezin bikin. Divê neyê jibîrkirin ku, xwedîderketina Rojava ne tenê barê gelê Kurd e. Li hember siyaseta şer û polîtîkayên qirkirinê divê gelên Tirkiye û cîhanê bibin xwedî berpirsyar. Lewre, di şexsê Rojava de hêviya azadiyê ya gelan hedef tê girtin. Ji ber vê yekê jî parastina modela Rojava divê ji bo me bibe peywir û berpirsyariyeke dîrokî. Bi vê mabestê em bang li hêzên demokratîk û navnetewî dikin ku, li hember êrîşên li dijî Rojava bê deng neminin. Ji bo siyaseta şer û êrîşên dagirkeriyê rawestin bikevin nav liv û tevgeran. Banga me ew e ku, li dijî şer sekneke zelal bimeşînin û deng bibin dengê Rojava. Divê tevî hêzên demokratîk û navnetewî xwedî li Rojava derbikevin. Lewre, Rojava bi berdilên ku da li hember hovitiya DAÎŞ’ê di parastina jin, zarok û gelên Sûriyê de roleke girîng lîst. Bi berxwedana xwe taritiya sedsalê perçe kir. Ji ber van sedeman parastina Rojava divê bibe peywira me ye sereke. Divê neyê jibîrkirin ku, heke Rojava neyê parastin dê qetlîam û sûcên şer kûr bibin.”

Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşiman bi dawî bû.

 

 

Etîket: DBPDEM Partîkomên çeteRojavaŞirnexTirkiyeTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne