• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin

15 GULAN 2025 - 21:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran bi coş hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de banga xwedîderketina li ziman û bila ji kurdî re statu bê nasîn hat kirin.

Cejna Zimanê Kurdî, li gelek bajaran bi çalakî, daxuyanî û bernameyên cuda hat pîrozkirin.

Riha

Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) yên Rihayê bi wesîleya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî meş û daxuyanî pêk anîn. Girse li navçeya Halîliye li ber Novada Parqê kom bûn û heta Qada Topçu meşiyan. Dayikên Aştiyê, TJA, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tevli bûn.

Ciwanan bê navber dirûşmeyên ‘bê ziman jiyan nabe’ berz kirin û bi stranên Kurdî meşiyan. Li qadê daxuyanî hat dayîn. Metna li ser navê platforma ked û demokrasiyê ya Rihayê hat amadekirin endamê OHDê Sedat Gun xwend. Sedat Gun got: “Em cejna zimanê Kurdî pîroz dikin û ji bo hemû zimanan têkoşîna xwe didomînin. Bila her kes bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne.”

Osman Îzgor jî metna ku li ser navê Însiyatîfa Ziman a Kurd hatiye amadekirin xwend û got divê her kes xwedî li ziman derkeve û ji bo Kurdî statu bê nasîn.

Edene

Li Edenê DBP, TJA, HDK, DEM Parti, AKKAY-DER, AATUHAY-DER û Dayikên Aştiyê bi wesîleya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parqa Înonu daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka DEM Partî ya Edeneyê Helîn Kaya ve hat xwendin.

Helîn Kaya balkişand ser girîngî û dîroka zimanê Kurdî û got divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.

Îdir

Li Îdirê jî rêxistinên DEM Partî û DBPê bi wesîleya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî  ji navenda bajar heta Abîdeya Musa Anter meş pêk anîn.

Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê DBPa Îdirê Murat Yerlîkaya daxuyanî xwend û balkişand ser dîroka cejna zimanê Kurdî. Murat Yerlîkaya got xwedîderketina li ziman û çandê û pêşxistina wê peywira mirovahiyê ye.

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘zimanê me hebûna me ye’ bidawî bû.

Sêwereg

Li Sêwregê jî rêxistinên DEM Partî û DBP’ê bi wesîleya rojê li Qada Kanlikuyu daxuyaniyek dan. Metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê hevseroka DBP’a navçeyê Mujde Kuçukkiliç ve hat xwendin.

Dîlok

ÎHDa Dîlokê jî civînek çapemeniyê li avahiya komeleyê li darxist. Gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Metna Kurdî hevserokê ÎHD’a Dîlokê Bahrî Oguz xwend ya Tirkî jî rêvebera şaxê Atiye Okay xwend.

Meletî

Li Meletiyê jî rêxistina DEM Partiyê li qada konteynirê ya wek qada partiyê tê bikaranîn daxuyaniyek da.  Daxuyanî ji aliyê rêveberê DEM Partiyê Mahmut Uzun ve hat xwendin.

Amed

Li Amedê jî Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyanyê de balkişandin ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Kurdî û banga xwedî derketina li ziman hat kirin.

Etîket: cejnKurdîpîrozziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

Lokman Babat: Divê siyaset zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane

18 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne