• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Şaredariya Rêya Armûşê polên zimanê kurdî zêde kir

Wan / AW

15 GULAN 2025 - 20:24
Kategorî: ÇAND Û HUNER, ROJANE
A A
Şaredariya Rêya Armûşê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî polên xwe yên perwerdeyê zêde kir.

Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê, di 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de ji bo xurtkirina hişmendiya şaredartiya pirzimanî, gaveke girîng avêt. Şaredariyê, beriya niha di 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de bi gerînendeyên şaredariyê re perwerdehiyên Kurdî dabû destpêkirin. 15ê Gulanê jî ji bo xebatkarên şaredariyê polên nû yên bêpere hatin vekirin û xebatên ziman berfirehtir kirin. Perwerdeyên Zimanê Kurdî dê ji aliyê Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) ve bê dayîn. Şagirtên ziman, bi kelecaneke mezin tevlî polê bûn. Her wiha Hevşaredar Canan Ûzûnay, wekîl û endamên meclîsê û gerînendeyên şaredariyê beşdarî vekirina pola perwerdeyê bûn.

‘Hewceye em jiyana xwe bi zimanê xwe bijîn’

Hevşaredar Canan Ûzûnay di vekirina polê de Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got: “Îro 15ê Gulanê ye. Cejna Zimanê Kurdî li me hemûyan pîroz be. Bi rastî jî têkoşîna me bi salane li ser ziman diçe. Di têkoşîna ziman de gelek hevalên me canê xwe dan ku em li ser axa xwe, di jiyana xwe de zimanê xwe biparêzin. Em wê derê wan hevalên xwe yên jiyana xwe dest dane bi bîr tînin. Hewceye ku em jiyana xwe her tim bi zimanê xwe bijîn. Em spasiya KURDÎGEHê jî dikin ku îro em bi hev re ne. Em di vê şaredariyê de ne bi zimanekî, bi pirzimanî xizmetan didin. Me bi perwerdekirina gerînendeyan ev pêvajoye dabû destpêkirin û me ji bo 15ê Gulanê jî ev plansaziye kiribû ku hemû xebatkarên me jî hînî ziman bibin. Divê ku ev bibe destpêkek û em hemû qadên şaredariyê de xizmetan bi pirzimanî bidin.”

Piştî axiftina Hevşaredar Canan Ûzûnay, mamosteya KURDÎGEHê Arîfe Aslanê axivî. Mamoste Arîfe Aslan, bal kişand ser Cejna Zimanê Kurdî û ev tişt anî ziman: “Ez roja we ya Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikim. Hevî dikim em rojên wiha xweşik bi hev re bibînin. Sedema min a hatina vê derê ev e ku em bi hev re zimanê kurdî hîn bibin. Tevlî buna we ji bo me pîroz e.”

Piştî axaftinan, xebatkarên şaredariyê kirin du beş û du polên perwerdehiya kurdî hatin vekirin. Yên ku qet kurdî nezanin û yên bingeha ziman heyî dê di polên cuda de perwerdehiyê wergirin.

Etîket: KurdîŞaredarîWanziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne