• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kaytan û Altûn li gelek bajaran hatin bibîranîn

Navenda Nûçeyan / AW

15 GULAN 2025 - 19:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kadroyên pêşeng ên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajaran hatin bibîranîn. Di çalakiyan de soz hate dayin ku ew ê xeyalên wan pêk bînin.

Ji bo kadroyên pêşeng ên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajaran çalakiyên bîranînê hatin liadrxistin.

Mêrdîn

Ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, li Mêrdînê jî bernameya bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn, li eywana konferansan a avahiya DEM Partiyê ya bajar hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Wêneyên Kaytan û Altûn danîn eywanê û li dora wan jî qurnefîl û find hatin bicihkirin. Aktîvîsta TJAyê Şîrîn Damar di bîranînê de helbesta Kaytan a “Ez Mirov Bûm” xwend. Piştre jî Mehmet Şîrîn Bariş ku li Zindana Hejmar 5 a Amedê li gel Altûn û Kaytan bi hev re mabû bîranînên xwe vegot û bal kişand ser aliyên têkoşer ên Kaytan û Altûn. Bîranîn, piştî axaftinan bi dawî bû.

Şirnex

Bi pêşengtiya Komeleya Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) û bi tevlibûna rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û bi sedan kesan, li avahiya DEM Partiyê ya Cizîr a Şirnexê bîranîn hat lidarxistin. Di bîranînê de pankarta “Şehîd fermandarên me ne em leşkerên wan in” û wêneyên Kaytan, Altûn û kadroyên pêşeng ên PKKê hatin hilayîstin. Di bîranînê de gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “PKK gel e gel li vir e” hatin berzkirin.

Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Aktîvîsta TJA’yê Adalet Çîmen Fîdan di bîranînê de got ku têkoşîna Kaytan û Altûn ber bi azadiyê ve diçe û ew ê têkoşîna wan mezin bikin.

Hevseroka MEBYA-DERê ya Şirnexê Esmer Çikmaz jî got ku weke dayik ew ê têkoşîna Kaytan û Altûn mezin bikin û ev tişt anî ziman: “Dê bîranîna wan her tim bi me re bijî. Em ê wan tu caran ji bîr nekin û dê têkoşîna wan bijî. Em ê xeyalên wan pêk bînin û xeyalên wan heta digihijin serkeftinê em ê têbikoşin.”

Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî got ku têkoşîna tê dayin dê bigihije armanca xwe û ew ê ji bo aştiyê têbikoşin.

Piştî axaftinan, belgefîlmeke ku Kaytan û Altûn vedigot û sînevîzyona “Şehîdên Gulanê” hate pêşandan.

Îdir

Li Îdirê jî bi pêşengtiya DEM Partî û DBPê bîranîn hate lidarxistin. Gelek welatî tev li bîranîna li avahiya DEM Partiyê bûn. Di bîranînê de wêneyên Kaytan û Altûn hatin hilayîstin û bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û DEM Partiyê ji bo Kaytan û Altûn nivîsandibûn hatin xwendin. Sînevîzyoneke jiyana Kaytan û Altûn vedigot hate pêşandan û bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Mûş

Li avahiya DBP’ê ya Mûşê jî bîranîn hate lidarxistin. Gelek kes tev li bîranînê bûn. Sînevîzyoneke jiyana Kaytan û Altûn vedigot hate pêşandan. Welatiyan, helbestên Kaytan xwendin.

Edene

Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Edeneyê jî hatin bibîranîn. Bîranîn, bi pêşengtiya AKKAY-DERê li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê hat lidarxistin. DBP, TJA, HDK, Dayikên Aştiyê, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, AATUHAY-DER û gelek kes tev li bûn. Bi wêneyên Altûn û Kaytan quncikê bîranînê hate amadekirin. Di bîranînê de sînevîzyoneke jiyana Kaytan û Altûn vedigot hate pêşandan. Her wiha ji dengê Kaytan helbestên wî hate guhdarîkirin. Hinek helbestên Kaytan jî ciwanan xwendin. Di bîranînê de gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Li rêxistinên DEM Partiyê yên Mêrsîn û Antalyayê jî bîranîn hatin lidarxistin û gelek kes tev li bûn.

Êlih

Li Sendîkaya Petrol Îşê ya Êlihê jî bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, endam û rêveberên MEBYA-DER, TUAY-DER, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û gelek welatiyan bîranîn hat lidarxistin. Li Eywanê wêneyên Kaytan û Altûn hatin hilayîstin û dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.

Sêrt

Rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn merasîma bîranînê li dar xist. Di bîranînê de sînevîzyon hate pêşandan.

Çewlîg

Li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Çewligê merasîma bîranînê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Di bîranînê de gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Bername, bi belavkirina loqmeyê bi dawî bû.

Xarpêt

Rêxistina DEM Partiyê ya Xarpêtê jî li avahiya xwe bîranîn li dar xist û gelek kes tev li bûn. Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir û bi pêşandana sînevîzyonê û guhdarîkirina helbestan bi dawî bû.

Stenbol

Rêxistina DEM Partiyê ya Bahçelîevler a Stenbolê jî bîranîn li avahiya xwe bîranîn li dar xist. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li bûn. Gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Di bîranînê de quncikeke ku wêneyên Kaytan û Altûn hatin bicihkirin hate avakirin. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Dayikên Aştiyê di bîranînê de axivîn û gotin ku ew ê xeyalên Kaytan û Altûn pêk bînin û serkeftina wan e.

Etîket: AltûnbajarBîranînKaytan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

3 COTMEH 2026
‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

3 COTMEH 2026
Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

12 ÎLON 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
Kongreya rêxistina DEM Partiyê ya Amedê taloq bû

Kongreya rêxistina DEM Partiyê ya Amedê taloq bû

9 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne