• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rûken Cemal: Li Minbicê destan tê nivîsandin

Navenda Nûçeyan / AW

10 KANÛN 2024 - 11:36
Kategorî: ROJANE
A A
Berdevka Ragihandina YPJê Rûken Cemal diyar kir ku îdîayên ku dibêjin Minbic hatiye dagirkirin ne rast in û wiha got: “Li Minbicê destanek tê nivîsandin û berxwedaneke dîrokê tê meşandin.”

Berdevka Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûken Cemal êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li dijî Kantona Minbicê ji Ronahî TV re nirxand. Rûken Cemal pirsên pêşkêşvanê Ronahî TV Alan Meîş da û wiha got: “Li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê balafireke bêmirov a bi tîpa “ANKA” ya Tirkiyeyê hatiye xistin.”

Teknîkên nû xistine dewrê

Rûken Cemal anî ziman ku ew ê bi teknîkên şer ên cuda bersivê bidin êrîşên li ser herêmên girêdayî Rêveberiya Xweser û wiha axivî: “Me teknîkên şer ên nû li dijî Tirkiye û çeteyên ku piştgiriya wê dike, xiste dewrê. ANKA ya ku li Til Temirê hat xistin nîşaneya vê yekê ye. Bi salan e propagandaya wê dikin û di komkujiyên li ser gelê me dihat bikaranîn. Bi van çekan bi dehan caran êrîşî hevalên me kirin. Ji niha û pê ve em mizgîniyê didin gelê xwe ku me li dijî SÎHAyan taktîkên nû pêş bixin.”

Rûken Cemal bal kişand ser êrîşên li dijî kantona Minbicê ku di 13 rojên dawî de zêde bûne û wiha got: “Li Minbicê ku bajarê berxwedanê ye û mozaîka gelan e, pevçûnên dijwar diqewimin. Tirkiye ku bi rojan e şer bi rê ve dibe, dixwaze bi komkujiyan bajêr bi dest bixe. Lê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi rojan destanan dinivîsin. Pevçûn heta vê saetê dewam dikin. Derbên mezin li çeteyan tê xistin. Hedefa yekemîn a çeteyan sivîl bûn. Bi dehan balafirên keşfê li esmanê bajarê Minbicê difirin. Gel bi van tê hedefgirtin. Ji ber ku li bejahiyê nikarin li hemberî şervanên me yên qehreman ti pêşketinan pêk bînin, bi êrîşên hewayî çep û rast êrîş dikin. Ev êrîş îro zêde bûne. Îro li Qereqozaq û Teşrînê pevçûnên dijwar qewimîn. Zêdeyî deh wesayîtên ku çete tê de bûn hatin rûxandin. Li her du cihan ji aliyê şervanên HSDê ve destan tên nivîsandin. Bi dehan çete hatin kuştin.”

Şervanên HSDê destanê dinivîsin

Rûken Cemal anî ziman ku nûçeyên di medyaya dîjîtal û çapemeniya nêzî hikûmetê de tên belavkirin ku îdîa dikin Minbicê di bin kontrola SMOyê de ye, ne rast in û wiha domand: “Li Minbicê li her qadê bersiva êrîşan tê dayîn. Hikûmeta Şamê li hemberî êrîşan di nava 13 rojan de hat hilweşandin, lê 13 roj in Minbic neketiye. Şervanên HSDê destaneke mezin dinivîsin. Li bajêr şerekî dijwar heye. Em ê bi ruhê fedayî heta dawiyê li ber xwe bidin. Li her derê bajêr êrîş hene, bersiva li dijî êrîşan pir mezin in. Li her derê derbên mezin li çeteyan tê xistin. Vîdeoyên ku tê de nîşan didin çawa şervanên HSDê li ber xwe didin hatin parvekirin. Van vîdeoyan rastiyê nîşan didin. Li her derê şervan li ber xwe didin. Li kolan û gundên Minbicê berxwedaneke dîrokî heye. Êrîş çiqas bidomin jî wê ev êrîş ji aliyê şervanên HSDê ve werin şikandin.”

Etîket: ANKAMinbicRuken CemalşerSİHA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026
Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Amerîka û Îsraîlê tu temînat nedane Kurdan

Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Amerîka û Îsraîlê tu temînat nedane Kurdan

12 ÎLON 2026
Erdogan: Bila ser xêrê be

Erdogan: Bila ser xêrê be

18 TEBAX 2026
CENTCOM: Ji bilî şerê li dijî Îranê rêyek din tune ye

CENTCOM: Ji bilî şerê li dijî Îranê rêyek din tune ye

14 TEBAX 2026
Trump: Bi Hamasê re lihevkirinek çêbû

Trump: Bi Hamasê re lihevkirinek çêbû

31 TÎRMEH 2026
Pevçûnên DYA û Îranê: Bîlanço girantir şer berfireh dibe

Pevçûnên DYA û Îranê: Bîlanço girantir şer berfireh dibe

27 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne