• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hezar û 49 hefte ne li Qada Galatasarayê bang dikin

Stenbol / AW

3 GULAN 2025 - 13:21
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di hefteya Hezar û 49an de li Qada Galatasarayê ji bo faîlên Husemettin Yaman û Soner Gul bên dîtin û cezakirin daxuyanî dan û xwestin kujer bên darizandin.

Dayikên Şemiyê ji bo xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin, her hefte li qada Galatasarayê daxuyanî didin û bang dikin. Dayikên Şemiyê di hefteya 1049an de careke din li qada Galatasarayê ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê kom bûn. Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqubeta Husemettin Yaman û Soner Gul ê 33 sal berê hatibûn windakirin pirsin û xwestin kujer bên cezakirin. Dayikên Şemiyê bi wêne û qûrnefîlan tevlî daxuyaniyê bûn. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn daxuyanî xwend. Eren Keskîn bertek nîşanî qedexekirina qadê da û got: “Qedexekirina qada Galatasaray û 1ê Gulanê ya Taksîmê binpêkirina mafê azadiya çalakiyan e. Em ji bo bîranîna xwendekarên zanîngehê Husamettin Yaman û Soner Gul ên 33 sal berê li Stenbolê hatin binçavkirin û windakirin, kom bûne. Husamettin Yaman (22) xwendekarê Dibistana Pîşeyî ya Zanistên Teknîkî ya Zanîngeha Stenbolê bû. Bi tohmeta hilgirtina pankartekê hate girtin û piştî nêzîkî 15 rojan di girtîgehê de ma. Di 6ê Îlona 1990î de serbest hate berdan. Mehmet Soner Gul ê 21 salî xwendekarê Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa bû. Endamê Komeleya Xwendekaran bû. Ji ber vê sedemê hate binçavkirin, îşkenceyên giran lê hate kirin û gef li wî hate xwarin. Li gorî îdiaya Wezareta Karên Hundir, ji ber ku navê wî di lêpirsîna kesekî ku di 10ê Adara 1991an de li Meletiyê hate girtin de hatiye behskirin, lê dihat lêgerîn.”

‘Îdîayên binçavkirinê red kirin’

Eren Keskîn, bi lêv kir ku Yaman roja Şemiyê, 2ê Gulana 1992an, ji mala xwe derketiye û di 4ê Gulanê de kesekî ji cihê karê birayê mezin ê Yaman, Feyyaz Yaman, telefon kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Husamettin li Findikzadeyê bi Soner Gul re hatiye binçavkirin. Em ji jiyana wan bi fikar in. Malbatên Yaman û Gul pêşî serî li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê, paşê jî serî li hemû saziyên dewletê yên pêwendîdar dan. Komeleya Mafên Mirovan û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî hewl dan. Lê rayedaran îdiayên binçavkirinê red kirin. Malbata Yaman hewldanên xwe domandin û du salan di bin çavdêriya polîsan de man. Piştî ku îtîrafên Ayhan Çarkin, polîsekî operasyonên taybet, derbarê îdam û windakirinan de hatin eşkerekirin. Çankin dibêje ‘Yaman û Gul hatine binçavkirin û dû re li herêmeke daristanê hatine pirsîn û îdamkirin. Gotinên wan ên dawî ‘Rûmeta mirovan dê li hember îşkenceyê bi ser bikeve’ bû.’ Piştî van îtîrafan, Malbata Yaman giliyek nû ya sûc tomar kir û xwest ku dosya ji nû ve were vekirin. Lê belê, tevî daxuyaniyên zelal ên Ayhan Çarkin, heta niha di dosyayê de tu pêşveçûn çênebûye.”

Daxuyanî bi danîna qûrnefîlan li qadê bi dawî bû.

Etîket: Dayikên ŞemiyeEren KeskînFeyyaz YamanSoner Gul
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026
Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

26 ÎLON 2026
‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

5 ÎLON 2026
Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

5 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê: Bêyî heqîqetê edalet û aştiyeke mayinde pêk nayê

Dayikên Şemiyê: Bêyî heqîqetê edalet û aştiyeke mayinde pêk nayê

8 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne