• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Konferansa Yekrêziyê dê rêya statuya gelê Kurd veke’

Fexredîn Kiliç - Omer Demîr / AW

28 NÎSAN 2025 - 08:06
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Amed – Rêveberên DBPê Ahmet Ertak û Bêrîvan Bahçecî ku duh tev li kongreya partiya xwe bûn diyar kirin ku dê Konferansa Yekrêziya Kurdî bibe wesîleya bidestxistina statuya gelê Kurd û heke gelê Kurd destê xwe bidin hev dê hemû êrişên li ser gelê kurd tên meşandin bên pûçkirin.

Li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 26ê Nîsanê de Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” hate lidarxistin. Ji Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê û deverên din ên Sûriyeyê, nûnerên partî û hêzên kurdî û Kurdistanî zêdetirî 400 delege beşdarî konferansê bûn. Rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê ji Karên Dîplomasiyê Berpirsyar Ahmet Ertak û Berdevka Meclisa Jinan a DBPê Bêrîvan Bahçecî ku duh tev li kongreya partiya xwe ya Amedê bûn têkildarî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî axivîn.

Rêveberê DBPê yê ji Karên Dîplomasiyê Berpirsyar Ahmet Ertak bal kişand ser geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê diqewimin û wiha got: “Di vê demê de pêwîstî bi çi heye? Pêwîstiya herî sereke yekitiya di nava gelê kurd de ye. Heke ku gelê kurd di vê demê de li çar parçeyê Kurdistanê yekitiya xwe ya neteweyî pêk neîne wê dîsa bi hovitiyên sedsala 20emîn re rûbirû bimîne. Çawa ku di şerê cîhanê yê yekemîn de kesê kurd nas nekirin wê di vê demê de jî wê nas nekin.”

‘Wê ev konferans bibi wesîleya aştiyeke bêhempa’

Ahmet Ertak, bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo yekitiya neteweyî ya kurd pêk were gelek caran bang kiribû û wiha bi lêv kir: “Li Rojava bi hemû pêkhateyên gelê kurd konferansek hate lidarxistin. Wê ev konferans bibe wesîleya rêvekirina her çar parçeyê Kurdistanê û statuya gelê Kurd bi awayekî were bidestxistin. Ji ber vê çendê em vê konferansê dîrokî dibînin. Gelê Kurd di dîrokê de her tim rastî êrişên cuda hatiye. Lê belê di vê serdemê de yekitiya xwe pêk bîne, em di wê baweriyê de ne ku dê ji bo gelê kurd bibe wesîleya aştiyeke bêhempa.”

‘Heke yekitî pêk neyê wê pirsgirêka Kurd jî neyê çareserkirin’

Ahmet Ertak di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Serokê Gelê Kurd Birêz Ocalan ji salên 90î ve her tim digot çarenûsa pirsgirêka Kurd yekitiya gelê Kurd e. Heke yekitiya gelê Kurd nebe wê demê dê çarenûsa pirsgirêka kurd jî nebe. Ji ber vê yekê divê ev konferans li bakurê Kurdistanê jî mînak were girtin. Di demekî nêz de hemû neteweyên cuda yên li Kurdistanê, hemû ol û baweriyên cuda yên li Kurdistanê bên bahevdû û vê yekitiyê tacîdar bikin. Ew rengê derkeve pêşiya me. Wê ev yek ji bo gelê kurd di cîhanê de deng bide.”

‘Tişteke pîroz e ku gelê Kurd di vê pêvajoyê de dengê xwe bike yek’

Berdevka Meclisa Jinan a DBPê Bêrîvan Bahçecî jî diyar kir ku di pêvajoyeke girîng de derbas dibin û wiha got: “Ev konferansa yekrêziya Kurd a di vê pêvajoyê de pir bi qiymet û watedar e. Ji bo ev konferans pêk were gelek xebat hatin meşandin. Ji ber ev konferans di pêvajoya banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de pêk hatiye bêtir watedar e. Ji ber wê jî weke gelê Kurd ê li Bakûr em gelek bikelecan in. Ji ber ku demekî dirêj bû Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan behsa yekitiya gelê kurd dikir. Behsa pêkhatine konferanseke bi vî rengî dikir. Ji ber wê em vê pêvajoya niha pir girîng dibînin. Gelê Kurd di vê pêvajoyê de dengê xwe bike yek tişteke gelek pîroz e. Ji niha ve ev konferans li hemû gelê kurd pîroz be. Em serkeftinê jê re dixwazin. Gelê kurd û her çar parçeyê Kurdistanê destê xwe bidin hev dê hemû êrişên li ser gelê kurd tên meşandin û lîstikên dewletên navneteweyî dê bên pûçkirin. Em dixwazin ev yekitî bi lez û bez pêk were.”

‘Sedsala 21emîn dê bibe sala azadî û yekitiya gelê Kurd’

Bêrîvan Bahçecî destnîşan kir ku dê konferans bandorê li pêvajoya heyî ya li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê jî bike û ev tişt gotin: “Bi hezar salan e her tim xwestine gelê kurd parçe bikin û sînoran têxin nava wan. Dixwazin her tim gelê Kurd parçe bikin. Ji ber vê yeke ev konferans pir bi watedar e. Sedsala 21emîn dê bibe sala azadî û yekitiya gelê Kurd. Ji ber wê jî gelê kurd dê ji niha şûnde yekitiya xwe bêtir xurt bike. Dê ev konferans vê pêvajoyê bêtir serbixîne. Peyameke baş ji temamê dewletan re hate dayîn. Em di wê baweriyê de ne ku wê ev konferans serbikeve. Ji gelê Kurd re serkeftin.”

Etîket: Ahmet ErtakBerîvan BahçecîKonferansKurdYekîtî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Bayik: Yekîtî û têkoşîna gelê Kurd wê azadiyê bîne

Bayik: Kurd di makeqanûnê de cih negirin çareserî çênabe

4 ÎLON 2026
Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

23 TEBAX 2026
Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5  Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

17 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne