• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şaredariya Amedê navê Bulvara Şêx Seîd kir Bûlvara Azadiyê

Lêl AMED / AW

19 NÎSAN 2025 - 12:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji ber biryara 3yemîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê navê Bûlvara Şêx Seîd guhert û kir Bûlvara Azadiyê.

Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê duh navê Bûlvara Şêx Seîd a bi biryara dadgehê hatiye betalkirin weke ‘Bûlvara Azadiyê’ guhert. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di sala 2024an de navê Şêx Seîd li bûlvara ku li ser rêya Xarpêt û Farqînê nû hatibû çêkirin kiribû. Piştî vê biryarê Partiya Zaferê ji bo ku nav bê guherîn serî li dadgehê dabû. 3yemîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê jî biryara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê betal kiribû. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Komeleya Şêx Seîd, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Baroya Amedê îtîrazî vê biryara dadgehê kiribû lê tevî vê yekê jî biryara betalkirinê hatibû dayîn. Beriya du mehan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo ku dîsa navê Şêx Seîd li bûlvarê bike serî li Walîtiya Amedê dabû. Walîtiya Amedê jî biryara betalkirina dadgehê weke hincet nîşanda û biryara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê red kir û ji bo nav bê guhertin du meh wext dabûn şaredariyê. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî ji ber vê yekê ji bo navekî din li bûlvarê bike duh Meclisa xwe kom kir û li ser pêşniyaran navê bûlvarê kir ‘Bûlvara Azadiyê’.

Walîtiya Amedê biryara şaredariyê red kir

Me wekî Ajansa Welat, bi boneya rastiyê fêr bibin xwe gîhand şaredariyê. Endama Meclisê ku nexwest navê xwe bide têkildarî guherîna navê bûlvarê agahî dan. Endama Meclisê diyar kir ku wan du meh berê weke Şaredariya Bajarê Mezin ji bo ku dîsa navê Şêx Seîd bidin bûlvarê serî li Walîtiya Amedê dabûn û wiha got: “Walîtiya Amedê piştî du mehan ji serlêdana me re bersiv da û biryara dadgehê nîşan da. Walîtiyê got ku hûn nikarin navê Şêx Seîd bidin vê bulvarê. Ji ber vê yekê Meclisa me ya Şaredariya Bajarê Mezin ji bo ku navekî din bide bûlvarê duh kom bû. Meclisê piştî nîqaş û pêşniyaran navê ‘Azadî’ da bûlvarê.”

‘Biryara şaredarîyê em neêşand in’

Li ser vê mijarê em bi Komeleya Şêx Seîd re jî axivîn. Alîkarê Serokê Komeleya Şêx Seîd Ramazan Ari têkildarî mijarê wiha got: “Xwezî Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê beriya girtina biryarê, bi me re danûstendina fikrê kiribûya. Em ji ber vê yekê şaredariyê rexne dikin. Dayîna navê Azadî jî em neêşand in, ji ber ku navê Hereketa Şêx Seîd jî Hereketa Azadî bû. Derbarê vê mijarê de em ê daxuyaniyekê bidin.”

Etîket: Bûlvara Şêx SeîdKomeleya Şêx SeîdMeclisa ŞaredariyêSaredariya Bajare Mezin a Amede
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

1 COTMEH 2026
Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

2 ÎLON 2026
Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

30 TEBAX 2026
Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

20 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

18 TEBAX 2026
Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne