• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Tîmên me Huseyîn Taşkaya teslîmî dewletê kir’

Navenda Nûçeyan / AW

7 KANÛN 2024 - 14:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di hefteya 1028an de li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn. Dayikan got: “Malbatê ji sercerdevan Sedat Bûcak pirsîne. Lê Sedat Bûcak jî gotiye ‘Tîmên me Huseyîn Taşkara radestî dewletê kiriye.”

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê di hefteya 1028emîn de li Qada Galatasarayê li aqûbeta kesên ku di binçavan de hatine windakirin pirsin. Mirovên Şemiyê, di çalakiyê de wêneyên windayan û qurnefîl girtin destê xwe. Gelek parêzvanên mafên mirovan û Hevberdevka HDK Meral Daniş Beştaş tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Huseyîn Taşkaya ê ku ji hêla leşkeran ve hat binçavkirin û dû re agahî jê nehat girtin hat pirsîn.

Xizma Huseyîn Taşkaya Ayşe Taşkaya diyar kir ku Huseyîn Taşkaya 42 salî û bavê 4 zarokan bû û li Sêweregê mutahîtî dikir wiha got: “Ji ber ku desthilatdariya navçeyê di destê êşîra Bucak de bû, gelek binpêkirinên mafan pêk dihatin. Di Rapora Susurlukê ya 13yê Tebaxa 1997an de ku ji aliyê Lijneya Teftîşê ya Serokwezîrtiyê ve hatiye amadekirin de, hat diyarkirin ku hêzên ewlekariyê meyla operasyonên li herêmê bi tevahî derbasî Eşîra Bucakê kirine û endamên çekdar ên eşîrê derketine holê bûne wek ‘dewletek di nava dewletê de’.”

Ayşe Taşkaya bi bîr xist ku Huseyîn Taşkaya binpêkirinên mafan ên li Sêweregê rexne dikir, ji ber vê yekê bû hedefa eşîra Bucak û wiha axivî: “Ji ber ku zext û gef zêde bûn, malbata xwe şand Stenbolê. Ew jî li mala mamê xwe ma, heta ku karê xwe bide ser hev. Di 6’ê Kanûna 1993’yan de leşker, polîs û cerdevanên ji eşîra Bucak ên ku bi konvoyek ji 30 wesayîtan pêk dihat hatin mala mamê wî ya li taxa Baglar a Siwêregê û Huseyîn Taşkaya binçav kirin.”

Ayşe Taşkaya, anî ziman ku malbata Huseyîn Taşkaya ji bo rewşa kurê xwe bipirse serî li cendirme, polîs, dozger û walîtiyê da û wiha berdewam kir: “Piştî serlêdanên me rayedarên leşkerî îdia kirin ku Huseyîn Taşkaya piştî binçavkirinê demek kin radestî polîsan hatiye kirin. Polîsan jî gotin ‘Ne li cem me ye, biçin ji Sedat Bucak bipirsin’ Parlamenterê DYP’ê yê wê demê, serokê eşîr û cerdevan Sedat Bucak jî got ‘Tîmên me ew girtin lê radestî dewletê kirin. Em ji niha û pê de tiştekî nizanin, dewlet dizane’. Hemû hewldanên malbatê bê encam man û careke din agahî ji Huseyîn Taşkaya nehat. Serdozgeriya Komarê ya Siwêregê erka xwe ya lêkolînkirina bûyerê û cezakirina sûcdaran pêk neanî. Binçavkirina Huseyîn Taşkaya ya ku xizmên wî û hemû şêniyên taxê şahidî kir, weke ‘îdiaya razber a malbatê’ nirxand û biryara neşopandinê da. Em di 31’emîn salvegera windakirina wî de careke din bi bîr tînin: binçavkirina Huseyîn Taşkaya nehat qeydkirin. Heta niha derbarê wî de tu agahî nehatine dayîn. Yên ku Huseyîn Taşkaya winda kirin, firsend hat dayîn ku sûcên xwe veşêrin, şopa xwe veşêrin û ji berpirsiyariyê birevin.”

Ayşe Taşkaya diyar kir ku ew ê ji bo windayan edaletê bixwazin û wiha bi dawî kir: “Di hefteya xwe ya 1028’an de em careke din bang li rayedarên darazê dikin; erka dozger û dadgehan e ku der barê windakirina Huseyîn Taşkaya ya di binçavan de rastiyan eşkere bikin, kes û rêxistinên sûc kirine nas bikin û ceza bikin. Vê erkê bi cih bînin. Çiqas sal jî derbas bibin em ê dev ji daxwaza edaletê ya Huseyîn Taşkaya û hemû windahiyên xwe bernedin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

Çalakî bi dayîna qurnefîlên li qadê bi dawî bû.

Etîket: Ayşe TaşkayaDayikên ŞemiyeHuseyîn TaşkayaMeral DanişMirovên ŞemiyêSedat Bûcak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê: Bêyî heqîqetê edalet û aştiyeke mayinde pêk nayê

Dayikên Şemiyê: Bêyî heqîqetê edalet û aştiyeke mayinde pêk nayê

8 TEBAX 2026
Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî Qada Galatasarayê

Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî
Qada Galatasarayê

27 TÎRMEH 2026
1111 hefte ne hejmar e, têkoşînek 1111 hefte ye

1111 hefte ne hejmar e, têkoşînek 1111 hefte ye

11 TÎRMEH 2026
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

27 HEZÎRAN 2026
Dayikên Şemiyê: Em ê herdem aqûbeta Bûldan, Yildirim û Karay bipirsin

Dayikên Şemiyê: Em ê herdem aqûbeta Bûldan, Yildirim û Karay bipirsin

6 HEZÎRAN 2026
Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

23 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne