• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

PENa Kurd û Komeleya Wêjekaran amadekariyên kongreya xwe dikin

Amed / AW

15 NÎSAN 2025 - 14:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd bi mazûvaniya Şaredariya Peyas, zêdetirî bi gelek nivîskar, rewşenbîr û weşangeran re hatin gel hev. Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan got ku PENa Naveneteweyî 15ê Gulanê wek roja piştgiriya zimanê Kurdî ya navneteweyî qebûl kir.

PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd bi hevkariya Gerînendetiya Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Peyasê, bi beşdariya Cîgirên Hevşaredaran û Endamên Meclisê yên şaredariyê di xwarina ji bo hevgirtinê de bi nivîskar, ronakbîr û weşangeran re hatin gel hev.

Di destpêka civînê de Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Fatma Taşli Tunç axaftinek kir û got: “Bi vê civandina nivîskar, rewşenbîr û ronakbîran em kêm kêfxweş bûn. Di demên pêşiya me de kongreya Komeleya Wêjekarên Kurd heye, ez bawerim vê dilgermiya li vir peyda bûye, em dixwazin di kongreya Komeleya Wêjekarên Kurd de jî bibînin.”

‘PENa Navneteweyî 15ê Gulanê qebûl kir’

Pişt re Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan axivî û diyar kir ji ber organîzekirina vê şevê ji bo piştgirî û hevgirtinê li ser navê nivîskaran kêfxweş in û spasiya Şaredariya Peyasê kir. Omer Fîdan di berdewamiya axaftina xwe de got: “Kongreya PENa Kurd pêşnûmayek da PENa Navneteweyî da ku 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî wek roja Piştgiriya Zimanê Kurdî ya Navneteweyî bê qebûl kirin. PENa Navneteweyî jî bi yek dengî ev pêşniyara me qebûl kir. Li gorî vê, bi minasebeta 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî em ê konferansek navneteweyî li Amedê li dar bixin, bi piştgiriya PENa Navneteweyî û li gor vê biryarê tevbigerin. Di heman demê de, di demek nêz de wê kelecana li vir dar ketiye, em dixwazin di kongreya PENa Kurd de ku dê li dar bikeve jî bibînin. Careke din em ji ber mazuvaniya Şaredariya Peyasê spasiyên xwe li ser navên nivîskaran dikin û malavahiyê dixwazin.”

Di şeva piştgiriyê de Cîgirê Hevşaredarê Peyasê Yilmaz Guneş jî diyar kir ku ew qîmeteke mezin didin ked û xebata nivîskarên Kurd û got: “Ji bo geşkirina ziman, çand û wêjeya Kurdî wê xebatên me bidomin. Ji bo piştgirî û hevgirtina bi nivîskaran re jî deriyê me her dem vekirî ye. Em ji ber xebatên rewşenbîriyê kêfxweş in”.

Herî dawî nivîskar Hecî Ozkal jî bi zaravayê Kirmanckî axivî û bal kişand ser rewşa zimanê Kurdî û pê re kêfxweşiya xwe ya di vê şevê de ji bo kesên ked dane û nivîskar civandine hev anî ziman û malavahiya Şaredariya Peyasê kir.

Civîn bi girtina wêneyên giştî yê ji bo arşîvê bi dawî bû.

Etîket: KurdîNivîskarPENa KurdŞaredariya Peyasê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Yilmaz Guneş: Em dixwazin hejmara Zarokîstanan zêde bikin

Yilmaz Guneş: Em dixwazin hejmara Zarokîstanan zêde bikin

23 ÎLON 2026
20 hezar zarokan sûd ji werzîşê wergirt

20 hezar zarokan sûd ji werzîşê wergirt

18 ÎLON 2026
Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

15 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne