• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di konferansa navneteweyî de xwestin pêngava azadiyê xurt bikin

Navenda Nûçeyan /AW

11 NÎSAN 2025 - 20:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li paytexta Îtalya Romayê, ‘Konferansa Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re ya Navneteweyî’ destpê kir. Banga Rêberê Gelê Kurd a di 27ê Sibatê de mohra xwe li vekirina konferansê da.
li ser navê Şaredariya Romayê endamê Meclisa Şaredariya Romayê Massimiliano Smerigilio: “Rêber Apo paradîgmayeke nû afirandiye. Ocalan li dijî nîjadperestî û yekperestiyê paradîgmayeke girîng pêş xistiye.” 

Konferansa Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re ya Navneteweyî ku li paytexta Îtalya Romayê tê lidarxistin, destpê kir. Konferansa ku Konfederasyona Karkeran a Îtalyayê (CGIL) malovaniyê jê re dike û wê du rojan bidome, li Navenda Kongre ya Fretanî tê lidarxistin. Ji welatên cuda zêdeyî 300 kesên ku piştevaniya pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re’ dikin, beşdar bûn.

Beriya konferansê muzîk û performansekî li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin pêşkêşkirin. Vekirina konferansê ji Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê Yilmaz Orkam û Serokê Têkiliyên Navneteweyî ya Sendîkaya CGIL a Îtalyayê Salvatore Marra kirin.

Ewilî Yilmaz Orkam mafê axaftinê girt û spasiya CGIL ku malovaniyê dike, Şaredariya Romayê û beşdaran kir. Yilmaz Orkan îşaret bi girîngiya pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re’ kir û destnîşan kir ku bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê û kampanyaya navneteweyî re geşedanên nû çêbûne. Yilmaz Orkan diyar kir ku têkoşîna Kurdan û fikrên Abdullah Ocalan bandor li hemû beşên civakê dike. Yilmaz Orkan destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû Rojhilata Navîn çareseriyê digere.

Marra: Em ê parastina demokrasiyê bidomînin

Piştre Salvatore Marra axivî û xêrhatina beşdaran kir û serkeftinê xwest. Marra bal kişand ser parastina demokrasiyê li Îtalya, Ewropa û seranserê cîhanê ji aliyê sendîkayan ve û got ku ji bo xurtkirina otokrasî û dîktatoriyan qanûnên nû tên derxistin. Marra bi bîr xist ku ew 80emîn salvegera rizgarbûna ji faşîzmê li Îtalyayê pîroz dikin û got ku divê têkoşîn were mezinkirin. Marra destnîşan kir ku ew ê parastina demokrasiyê bidomînin û wiha got: “Wê çalakî û têkoşîna me bidome. Ji bo parastina demokrasiyê divê em di refaranduma ku wê 9ê Hezîranê were lidarxistin de bi awayekî xurt dengê xwe bikarbînin. Em yek ji sendikayên herî mezin ên cîhanê ne û di rojên derbasbûyî de rastgirên tund êrîşî navenda giştî ya sendîkaya me kirin.Rastgirên tund xebatkarên kolektîf yên wekî me û we, wekî dijminê xwe dibînin. Em ê bi berdewamî mirovan bînin gel hev. Em ê ji bo dozên bi rûmet ên wekî doza Kurd mirovan bînin ba hev. Em bawerî bi piraniyê tînin. Em ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyekî siyasî digerin. Îro zarok bi bombeyan tên kuştin û em ji bo vê çareseriya siyasî dixwazin.”

Divê em hêza xwe bikar bînin

Salvatore Marra bi bîr xist ku lîderên rastgir civaka sivîl hedef digirin û wiha got: “Divê em li NYê bin û hêza xwe bikarbînin. Me ji bo naskirina Filîstinê hewldaneke mezin da û em bi ser ketin. Divê vê têkoşînê bidomînin. Divê em bibin dengê kesên ku li Stenbolê li dijî Erdogan çalakî dikin. Serokê ÎBBê jî hat girtin. Nûnerên civaka sivîl û aktivîst jî di bin zextê de ne. Em piştevaniya xwe ji bo vê doza girîng pêşkêş dikin û piştevaniya xwe bidomînin. Li gelek cîhan hê jî tundî dewam dike. Em xwedî li banga Ocalan derdikevin û piştevaniya xwe pêşkêş dikin. Dema ku lîderên cîhanê me ji bo tundiyê vexwendin, Ocalan ji bo aşitiyê vexwend.”

Smerigilio: Divê xelata aştiyê bidin Abdullah Ocalan

Piştre li ser navê Şaredariya Romayê endamê Meclisa Şaredariya Romayê Massimiliano Smerigilio beşdarên konferansê silav kir û diyar kir ku bi salane piştgiriya wan a ji bo Kurdistanê didome. Smergilio da zanîn ku Rêber Apo paradîgmayeke nû afirandiye û got, “Ocalan li dijî nîjadperestî û yekperestiyê paradîgmayeke girîng pêş xistiye. Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk hemû gelan, jinan û bindestan diparêze. Emerîka behsa azadiyê dike, lê li wir demokrasiyê tune ye. Lê Ocalan dibêje hem demokrasî û azadî ev jî gelekî girîng e. Tevgera azadiyê û Ocalan nêzîkatiyeke nû ya siyasî pêşkêş dikin û behsa avakirina demokrasiyê dikin. Ev bang gelekî girîng e û ez hêvî dikim ku ev bangewazî were bersivandin. Li gorî min divê Xelata Aştiyê ya Nobelê bidin Abdullah Ocalan.”

Karine Westerheim: Ji bo aştiyê divê bê berdan

Prof. Kariane Westerheim li ser navê xelatgirên Xelata Aştiyê ya Nobelê yên ku piştgirî dan kampanyayê peyamek parve kir û got, “JI ber îro li vir im serbilind im. Kampanyaya ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî bandorek mezin kir. Bi çalakiyên hatin lidarxistin û zextên civakî kêm be jî tecrîda li Îmraliyê şikand û Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de bangeke dîrokî kir. Em hêvî dikin ku ev pêvajoya aşitiyê bidome û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Xelatgirên Xelata Aştiyê ya Nobelê piştgiriya xwe ya ji bo bangê ragihandin. Jody Williams li Parlamentoya Ewroapyê piştgiriya xwe ragihand. Em careke din dibêjin divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Divê ev bang bê bersivandin. Bangda berdana çekan hate kirin. Xwest ku fesihkirina PKKê bê nîqaşkirin. Di bangê de behsa xwişk û biratiya gelên Kurd û Tirkan û îradeya jiyana hevpar hate kirin. Em weke xelatgirên Xelata Aştiyê ya Nobelê, piştgiriyê didin vê bang û perspektîfê. Divê Birêz Abdullah Ocalan serbest bê berdan. Ji bo misogerkirina aştiyê divê rola xwe bilîze.”

Sîmon Dubins: Ez bi vê konferansê serbilind im

Ji sendîkaya UNITEyê ya Îngilistanê Sîmon Dubbins bi wêneyê Rêber Apo derket ser dikê. Dubbins diyar kir ku ji ber beşdarî vê konferansê bûye serbilind e û anî ziman ku ji bo aştiyê gavên girîng hatine avêtin û wiha domand: “Ev pêvajo gelekî hesas e. Pêwîste em vê kampanyayê bidomînin. Heta ku em azadiya Abdullah Ocalan pêk bînin divê ev têkoşîn bidome. Kampanyaya me ya li Brîtanyayê didome.”

Dubbins, wêneyê Rêber Apo hilda û got,, “Divê em azadiya Abdullah Ocalan misoger bikin. Divê em vê kampanyayê mezintir bikin. Azadiya Abdullah Ocalan xewnek bû, lê niha weke îhtîmaleke girîng tê axaftin. Ev geşedaneke pir cidî û girîng e. Li Tirkiyeyê êrîşên li ser demokrasiyê didomin. Hîn jî Ocalan serebst nehatiye berdan û nikare rola xwe bilîze. Li Rojhilata Navîn rewş dijwar dibe û li her derê şer heye. Têkoşîna Kurdan a ji bo azadiyê mîna têkoşîna sendîkaya me ye. Bîrdozî û nirxên Kurdan û felsefeya me ya jiyanê wek hev in. Em ê mil bi mil û bi gelê Kurd re têkoşîna azadiyê bidomînin.”

Ji berdevkên kampanyayê Zubeyde Zumrut ji ber piştgiriya kampanyayê spasiya her kesî kir. Zubeyde Zumrut encamên kampanyayê nirxand û destnîşan kir ku divê têkoşîna ji bo banga Rêber Apo mezin bibe û bidome.

Piştre ji IPPNW-Elmanyayê Dr. Gisela Penteker û ji MIGRANTEyê Fayher Arîs moderatoriya panela yekem girtin ser xwe.

Etîket: KonferansMarraMassimiliano SmerigilioRêber apoSalvatore MarraYilmaz Orkam
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5  Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

17 TEBAX 2026
Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
‘Gava herî girîng azadiya sermûzekerevan Abdullah Ocalan e’

‘Gava herî girîng azadiya sermûzekerevan Abdullah Ocalan e’

12 TEBAX 2026
‘Paradîgmaya Serokatî dewlet anî ser maseyê’

‘Paradîgmaya Serokatî dewlet anî ser maseyê’

11 TEBAX 2026
Li Pirsûsê Konferansa Meclîsa Jinan a DEM Partiyê hat lidarxistin

Li Pirsûsê Konferansa Meclîsa Jinan a DEM Partiyê hat lidarxistin

17 TÎRMEH 2026
Ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan: Rêber Apo 49 roj in di bin tecrîdê de ye

Ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan: Rêber Apo 49 roj in di bin tecrîdê de ye

12 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne