• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayika Şemê: Duh DAIŞ îro HTŞ

Medya Bal / AW

6 KANÛN 2024 - 08:05
Kategorî: ROJANE
A A
Dayika Şemê ya şengalî komkujiya ku DAIŞê li ser wan pêk aniye bi bîr xist û got: “Ew çeteyên DAIŞê yên ku êrîşê me kirin niha naveke din li xwe kirine û li rojavayê Kurdistanê êrîşê gelê Kurd dikin. Her çend wan navê xwe guhertibe jî rêbazên wan ên êrîşê yek in û feraseta wan heman e.”

Ji 27ê Mijdarê ve çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra-HTŞ) êrişê Helebê û gundewarên wê dikin. Di encama êrîşan de niha piraniya Helebê di destê çeteyên HTŞê de ne. HTŞ piştî ku ket Helebê berê xwe da başarê Hemayê û gelek deverên din.
Di êrişên HTŞê de îşkence Kurdan û şêniyên herêmê tê kirin. Gelek kesên ku hewl didin xwe bigihînin nav Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rê de dibin hedefa çeteyan. Gelek kesên ku di êrişên çeteyan de jiyana xwe ji dest didin li ser rêyan tên binaxkirin.
Her wiha di vê pêvajoya koçberiyên de gelek malbat ji hev diqetin û agahî ji hin endamên malbatê nayê girtin. Kesên ku niha ji ber êrîşên çeteyan neçarê koçberiyê bûne di nav zor û zehmetiyeke mezin de hewl didin xwe bigihînin herêmên bi ewle.
Em der barê ev êrişên ku pêk tên û trajediya ku tê jiyîn bi Dayika Şemê ya ku li Şengalê di êrişên çeteyên DAIŞê de ji 30 zêdetir endamên malbata wê hatibûn kuştin re axivîn.
Dayika Şemê di destpêka axaftina xwe de komkujiya ku di ssala 2014an de li Şengalê pêk hatibû bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Wek tê zanîn çeteyên DAIŞê li ser gelê Êzidî komkujiyeke pêk anîn û gelek tehdê li me kirin. Ew çeteyên DAIŞê yên ku êrîşê me kirin niha naveke din li xwe kirine û niha li rojavayê Kurdistanê êrîşê gelê Kurd dikin. Her çend wan navê xwe guhertibe jî rêbazên wan ên êrîşê yek in û feraseta wan heman e. Ev hişmendî duh li Şengalê û Efrînê komkujiyan kir û niha jî bi heman awayî li Helebê komkujiyan pêk tîne.”

‘Armanc tunekirin e’

Dayika Şemê got ku armanca êrişan komkujî ye û wiha axivî: “Ew çete dixwazin Gelê Kurd ji holê rakin, koka Êzidiyan bînin. Ev daxwaza tunekirinê daxwaza Dewleta Tirk e. Bi destê çeteyên DAIŞ û çeteyên ku niha navê HTŞê li xwe kirine li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşan pêk tînin dixwazin bigihîjin armanca xwe. Dixwazin Kurdên ku nikarin qir bikin jî bikin bin destê xwe û hemû qirêjahiyan li ser wan bimeşînin.”
Dayika Şemê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wek Gelê Kurd tu carî van kiryarên wan qebûl nakin û serî li ber wan natewînin. Em ê hesabê 74 fermanên ku li ser Êzidiyan pêk hatine jî û hesabên ev komkujiyên ku li her parçeyên Kurdistanê pêk tînin jî bipirsin.”

‘Roja seferberiyê ye’

Dayika Şemê di dawiya axaftina xwe de wiha bang kir: “Divê îro ne tenê em Kurd hemû cîhan li dijî hovitiya van çeteyan rabin û nehêlin ku Kurd û neteweyên din ji cihên xwe koçber bibin. Her kesên ku ji xwe re dibê hîsên mirovbûnê bi min re heye divê li dijî vê êrîşê rabe ser xwe. Ji bo me îro roja seferberiyê ye divê em li gor wî tevbigerin da ku komkujiyên mezintir pêk neynê. Divê herkes bi berpirsiyarî rabe ser xwe. “

 

Etîket: DAIŞDayika ŞemêHTSSengal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

22 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

1 ÎLON 2026
Li Şengalê komkujiya Koço hat şermezarkirin

Li Şengalê komkujiya Koço hat şermezarkirin

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne