• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Îşkenceyê li girtiyan dikin

28 ADAR 2025 - 17:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêxistinên civakî û mafên mirovan anîn ziman ku der barê girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Wanê lêpirsîn hate destpêkirin.

Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Nûneriya Wanê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES), Odeya Bijîjkan a Wan-Colemêrg û Parlamentera Wanê Gulderen Varli têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê rapora ku amade kirine, eşkere kirin.

Parêzerê OHDî Cevat Yilmaz di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku girtî li erdê hatine dirêjkirin û hatine derbkirin. Cevat Yilmaz got: “Bûyer 9ê Adarê di saetên nîvro de qewimî. 3 girtî dema ku çûn mafê xwe yê hevdîtina bi telefonê bi kar bînin û piştre vegeriyan, ev bûyer pêk hat. Girtî dema vedigerin dibînin ku li korîdora qawîşên wan gelek gardiyan kom bûne û bi dengê bilind dibêjin ku ew ê li qawîşan lêgerînê bikin. Gardiyan girtî li erdê dirêj dikin û bi lingên xwe pişta wî diperçiqînin. Girtî dibêje nexweşiya wî ya piştê heye, lê tevî vê yekê jî gardiyan tundiyê zêde dikin. Piştre mudaxile li hemû qawîşên siyasî tê kirin.”

Cevat Yilmaz anî ziman ku girtiyên li qawîşên din ji bo bûyerê fêm bikin xwestine bi rayedarên girtîgehê re hevdîtinê bikin, lê belê ev yek nehat qebûlkirin û li ser vê yekê girtiyan li deriyên xwe xistine. Yilmaz diyar kir ku li ser vê yekê bi ser qawîşên C9, C13, C16, C21 û C33 de hatiye girtin.

Cevat Yilmaz da zanîn ku girtiyan ji wan re ragihandin ku gardiyanan li qawîşa C13’ê êşkence li 2 girtiyan kirine û got: Girtiyek li erdê dirêj kirine û sê karmend pêl pişta wî kirine. Girtiyê din jî dema xwestine ji qawîşê derxin korîdorê, bi zorê hewl hatiye dayîn serê wî bi pêş ve bê tewandin û di vê navberê de tundiya fîzîkî û devkî hatiye pêkanîn. Di encama van herdu mudexeleyan de li ser rû û laşê herdu girtiyan de birîn çêbûne. Tevî daxwaza girtiyan jî piştî 3-4 rojan ku ew şop li ser laşê wan derbasbû, sewqî nexweşxaneyê hatine kirin. Piştî bûyerê der barê girtiyan de lêpirsîna îdarî hat destpêkirin. Girtiyan diyar kirin ku di çarçoveya vê lêpirsînê de di 22’yê Adarê de parastina devkî kirine.

Hin girtiyên ku diyar kirin ku rastî êşkence û muameleya xerab hatine, ji ber bûyerê anîne rojevê û sewqî dadgehê kirin, sirgûnî girtîgehên din kirine. Ew bi fikar in ku ev sirgûnî berdewam bikin. Her wiha girtiyan diyar kirin ku gelek caran li hucreyên girtiyan lêgerîn tê kirin. Di çarçoveya prensîbên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî de, divê sazî li hemberî vê êşkenceyê tavilê bikevin nava tevgerê.”

Etîket: BarogirtigirtîgehÎHDîşkenceOHDWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

6 COTMEH 2026
Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Otomatik taslak

TUHAD-FED: Dest ji astengkirina berdana girtiyan berdin

5 COTMEH 2026
‘43 salên Cuma ne tenê dîroka kesekî ye’

‘43 salên Cuma ne tenê dîroka kesekî ye’

3 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne