• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevşaredarên Wanê nerazîbûn nîşanî mobînga qeyûm dan

Wan / AW

28 ADAR 2025 - 13:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevşaredarên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, li ser hesabên xwe yên Xê agahiyek parve kirin û diyar kirin ku qeyûm xebatkarên jin ên şaredariyê ji bo paqijkirina tuwaletan wezîfedar kiriye.

Piştî ku di 15ê Sibatê de qeyûm danîn ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, zextên li ser xebatkarên şaredariyê jî zêde bûn. Hevşaredar Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan bertek nîşanî vê rewşê dan û diyar kirin ku bi rêveberiya qeyûm re tayînên bêliyaqat hatine kirin, cihê û peywira personelan hatiye guhertin û bi taybetî jî karmendên jin sewqî karên angarya hatine kirin.

Hat îdiakirin ku personelên jin ên li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dixebitin, ji bo paqijiyê şandine saziyên din ên girêdayî şaredariyê. Hat îdiakirin ku xebatkarên jin ji bo paqijkirina tuwalet û hin cihên din li saziyeke girêdayî walîtiyê hatine wezîfedarkirin û dema ku ev yek qebûl nekirin der barê wan de rapor hatiye girtin. Hevşaredarên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan têkildarî îdiayan li ser hesabên xwe yê Xê daxuyanî dan û bertekên tund nîşanî pêkanînan dan û diyar kirin ku tayînkirina qeyûman ne tenê destwerdanek siyasî ye, di heman demê de mafên xebatkaran jî dike hedefa xwe.

‘Derbarê kesên li dijî biryarê derdikevin jî girtek tên girtin’

Hevşaredaran diyar kir ku wan weke rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hewl dane şaredariyan bi şêwazekî rêveberiyê ku zêdetir wekhevîxwaz, piralî, rêz li maf û qanûnên her kesî digire birêve bibin û gotin: “Di vî warî de yek ji mijarên me sererastkirina şert û mercên xebatê yên şaredariya Wanê bû. Em hewl didin bêyî ku ferq û cudahiya ramanan hebe karmend di asta herî berhemdar de bixebitin. Me agahî girt ku xebatkarên jin ji bo karên weke paqijkirina tuwaletê tên erkdarkirin. Derbarê kesên ku li dijî vê yekê derdikevin de jî girtek tên girtin û ev yek nayê qebûlkirin.”

‘Em ê li dijî her cure bêhiqûqiyê rawestin’

Hevşaredaran destnîşan kir ku rêveberiya qeyûm polîtîkayên ku aramiya kar a li şaredariyê xera dike bi rê ve dibe û diyar kirin ku xebatkarên şaredariyê bi erkên kêfî û mobîngê re rû bi rû dimînin. Hevşaredaran diyar kirin ku rêveberiya qeyûm ne tenê çavkaniyên şaredariyê, mafên xebatkaran jî desteser kiriye û destnîşan kirin ku ew ê li dijî van pêkanînan bêdeng nemînin. Hevşaredaran da zanîn ku ew ê heta dawiyê mafên xebatkarên şaredariyê biparêzin û ev tişt gotin: “Polîtîkayên qeyûman tirsandin û fetisandina xebatkaran armanc dikin. Şaredariyê, ji vîna gel vediqetînin û kedkaran dixe ber pêkanînên keyfî. Lê belê em ê li dijî vê bêhiqûqiyê bisekinin. Weke ku me berê jî diyar kiribû, em bûyerên li şaredariyê diqewimin ji nêz ve dişopînin û careke din diyar dikin ku em ê bi hemû hêza xwe li dijî her cure bêhiqûqî rawestin. Nebin alîgirê van zextên dijhiqûqî yên li ser xebatkaran.”

Etîket: Abdullah ZeydanNeslîhan ŞedalQeyûmWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026
Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

3 ÎLON 2026
Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

25 TEBAX 2026
Li Wanê dê ji bo cangoriyan şîn bê danîn

Li Wanê dê ji bo cangoriyan şîn bê danîn

23 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne