• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Elewî bi qirkirinê re rû bi rû ne’

Navenda Nûçeyan /AW

16 ADAR 2025 - 14:31
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di 14emîn Lijneya Giştî ya Komeleyên Çandê yên Elewiyan de diyar kir ku wan nêrîn û pêşniyarên Elewiyan ji îmraliyê re vegotine û got: “Elewî tam di dilê vê pêvajoyê de ne. Avakirina komara demokratîk, deynê stûyê me tevan e.”

Komeleyên Çandê yên Elewiyan 14emîn Lijneya Giştî ya xwe li Navenda Çand û Kongreyê ya Neşet Ertaş a Enqereyê li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari jî beşdarî lijneyê bû. Tulay Hatîmogûllari, di lijneyê de bal kişand ser komkujiyên li ser Elewiyan ên li Sûriyeyê û got: “Ev komkujî nû dest pê nekirine. Bi komkujiyên dûvikên DAIŞ û El Nusrayê re li Laziqiyê, Hums, Hema û Banyasê li gundan gelek Elewî hatin qetilkirin. Em bi qirkirinekê re rû bi rû ne. Her wiha polîtîkaya tehcîrê di meriyetê de ye. Hêzên dikarin rê li ber van komkujiyan bigirin, bêdeng in. Lê me li her çar aliyên Tirkiyeyê dengê xwe bilind kir. Bi heman awayî li Heseke û Qamişloyê jî xwişk û birayên me yên Kurd ji bo pêşîlêgirtina komkujiyan di nava hewldanên mezin de ne.”

‘Rêveberiya xweser nasnameyan diparêze’

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser peymana di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Demkî ya Şamê û wiha axivî: “Haya me ji rexneyên we heye. Bawer bikin ku me ev rexne bi Rêveberiya Xweser re parve kirin. Dixwazim bi taybet jî bala we bidim ser xalên 1emîn û 3yemîn ên peymanê. Dixwazim hûn bizanin ku Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeyeke demokratîk hewl dide. Heta niha berxwedana herî mezin a li dijî DAIŞ, El Nusra û dûvikên wan, Rêveberiya Xweser raber kir ku gelê Kurd û gelên Ereb, Durzî, Êzidî jî di nav de ne. Wan bi têkoşîna xwe nîşanî hemû cîhanê dan ku DAIŞ dikare were têkbirin. Bi taybet jî Rêveberiya Xweser li ser mijara azadî û wekheviya jinê disekine. Dixwaze ji herêmê heta navendê di hemû qedemeyan de cih bigirin. Dixwaze tu ol, ziman û gel rastî cihêkariyê neyên û ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk di nava hewldanan de ye.”

Peyama Rêberê Gelê Kurd a ji bo Elewiyan

Tulay Hatîmogullari, da zanîn ku beriya ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hem jî piştî bangê wan li Tirkiye, London û Almanyayê bi Elewiyan re hevdîtin kirin û wiha berdewam kir: “Gelek Elewî tev li van civînan bûn. Ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk, pêşniyarên xwe parve kirin. Me li nêrîn û pêşniyarên nûnerên we guhdarî kir. We ji me re got; ‘Gelo Elewî di ku dera vê pêvaoya demokratîkbûn û aştiyê de cih digirin?’ Me heman tişt ji Îmraliyê re ragihand û ev bersiv ji me re hate dayin; ‘Elewî tam di nîva vî karî de ne. Di dilê wê de ne. Ji ber ku demokrasî tenê ji bo Kurdan nabe, ji bo Tirkan nabe. Di serî de Elewiyên li vî welatî dijîn, avakirina Tirkiyeyeke demokratîk ku hemû gel û baweriyên cuda li ser bingeha hemwelatiya wekhev lê bijîn, deynê stûyê me ye. Bila Elewî vê bangê bi vî rengî qebûl bikin.’ Peyama ji Îmraliyê ya bo Elewiyan ev bû.”

Înkarê qebûl nakin

Tulay Hatîmogullari li ser polîtikayên înkarê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Me heta niha tu caran polîtîkayên pişaftinê qebûl nekir, me tu caran zîhniyeta ji cemxaneyan re dibêje ‘mala cimbişê’ qebûl nekir û dê qebûl nekin. Me tu caran perwerdeya feraseta yekperest û nîjadperest, projeya ÇEDES’ê qebûl nekir û dê qebûl nekin. Weke DEM Partiyê em bi daxwazên civaka xwe ya Elewî re ne. me polîtîkayên îktîdarê yên li dijî Elewiyan tu caran qebûl nekir û dê nekin. Em ê bi hev re li dijî wan têbikoşin. Heta ku mafê hemwelatiya wekhev didin hemû canên me dê ev welat demokratîk nebe. Em bi hemû daxwazên we yên deomkratîk re ne.”

Etîket: DAIŞDEM Parti Tulay HatimogullariElewî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Hevserokên DEM Partiyê bi sazî û komeleyên Elewiyan re civiyan

Hevserokên DEM Partiyê bi sazî û komeleyên Elewiyan re civiyan

22 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
DEM Partî: Em qebûl nakin ku Elewîtî bibe amûr

DEM Partî: Em qebûl nakin ku Elewîtî bibe amûr

1 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne