Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê bi beşdariya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li ser nîqaşên dawî bi sazî û komeleyên Elewiyan re bernameyek li dar xist.
Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê bi beşdariya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li oteleke navçeya Çankaya ya Enqereyê bi komelê û saziyên Elewiyan re civiya. Endam û nûnerên sazî û komeleyên Elewiyan tev li bernameyê bûn. Di serî de Cîgira Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ji Gel û Baweriyan berpirsyar Yuksel Mutlu axivî û qala bernameyê kir.
Piştrê jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û xêr hatina endam û nûnerên saziyên Elewiyan kir û ev tişt anî ziman: “Em îro ji ber nîqaşa li ser mijara Elewiyan û fikarên Elewiyan civiyan. Em dem bi dem bi saziyên Elewiyan re tên li cem hev. Civînên bi vî rengî pir girîng in. Ji bo me guhdarkirina rexne û fikarên saziyên Elewiyan pir girîng in. Me bi Elewiyan re heman êş jiya û bi hev re ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ked û berdelên mezin da û bi hev re têkoşiyan. Em ne tenê ji bo siyaseta rojanê li vir in lê ji bo pêşerojê jî li vir in. Taybet jî di vê pêvajoyê de divê em bi hev re bibin pir û li rex hev bisekinin. Ev hevdîtin ji bo pêşerojê heviyên me mezin dike û nexşerêya me diyar dike. Em ê bi hemû bindestan re pêşerojê ava bikin.”
‘Ew pêvajo ne tenê ya Kurdan e’
Tuncer Bakirhan anî ziman ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heke bigihêje encamê dê hemû gel bi serbikevin û wiha domand: “Gihiştina encamê ya pêvajoyê wekhevî, azadî û demokrasî ye. Ji bo wê jî bila fikarên Elewiyan di vir de tunê bin. Nasnameya kesî nayê înkarkirin û hemû kes bi hev re wekhev bijîn. Heke Elewî azad bibin Kurd dê azad bibin. Pêvajoya Aştiyê ne tenê pêvajoya Kurdan e. Pêvajoya me hemûyan e. Hemû gel û bawerî di vê pêvajoyê de ne. Armanca serekê ya pêvajoyê aştî û demokrasî ye. Helbet piştî vê merhaleyê gavên serekê yên hiqûqî û demokrasiyê ne. Hemû bindestan dixwazin bikin kirdeya hiqûqê. Bila hemû kes û taybet jî welatiyên me yên Elewî bizanibin ku em rizatiyê tenê hiqûq, demokrasî, wekhevî û azadiyê re didin. Heke tiştekî Elewî nerazîbin DEM Partî razî nabe. Bizanibin ku em nasnameya xwe diparêzin û li ser masayê rûdinin. Niha şûn ve jî em ê wisa rûnin. Li hemberî welatiyên Elewî jî em vê sozê didin. Aştî dema Elewî wekhevbûn, Cemxanê bûn xwedî statu, hemû gel û bawerî dema azad bûn aştî dê pêk were.”
‘Elewî dê di avakirina pêşerojê de cih bigirin’
Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku piştî qanûna çarçoveyî ew dê derbasî merhaleya nû ya pêvajoyê bibin û wiha pê dê çû: “Merhaleya 2yemîn demokratîkkirina komarê ye. Em ê têkoşîna vê bidin. Em têkoşîna hemwelatiya wekhev û hevpar didin. Divê em bi hev re têbikoşin. Li ser entegrasyona demokratîk hin nîqaş tên kirin. Entegrasyona demokratîk ne wateya Elewî bibin sûnî û Kurd bibin Tirk. Berovajî vê hemû bawerî û nasnamê dê bibin kirde. Dixwazin hin nîqaşan bidin destpêkirin. Sedema vê jî dixwazin Elewî û Kurdan cuda bikin. Me heta têkoşîna rûmet a Elewiyan mînak girt û niha şûn vê jî em ê mînak bigirin. Em bang li kesên van cudekariyê dikin ku dev jî vê yekê berdin. Êşên berê hê jî di bîra me de zindî ne. Lê divê em pêşeroja xwe li gor van êşan diyar nekin. Ji bo careke din ew êş neyên jiyîn em ê zemîneke demokratîk ava bikin. Helbet em êşên xwe ji bîr nakin. Em dê çawa ji bîr bikin. Lê ew nabe sedem ku ji pêvajoyeke wisa paşguh bikin. Berê me dê pêşerojê bibe û ji bo ew êş neyên jiyîn zemîneke erênî ava bikin. Elewî dê di avakirina pêşerojê de cih bigirin. Elewî dikarin vî welatî demokratîk bikin. Tirkiyeyeke ku Elewî, Kurd û hemû bindest bûn xwedî gotin dikare bibe welatekî xurt.”
Di dawiya axaftina xwe de Tuncer Bakirhan bi lêv kir ku ew ji hemû rexne û pêşniyaran re vekirîne û bi vê bernameyê jî dixwazin rexne û pêşniyaran guhdar bikin.
‘Em ê serdana partiyên siyasî jî bikin’
Piştî Tuncer Bakirhan Serokê Giştî yê Federasyona Elewiyên Bektaşî Mustafa Aslan jî ji bo bernameyê spasiya xwe ji DEM Partiyê re kir û ev tişt anîn ziman: “Ew bername ji ber nîqaşên dawî yên li ser fikarên civaka Elewiyan pêk tê û em ê li ser pêvajoyê û van nîqaşan biaxivin. Tu kes nikare li ser navê Elewiyan, Kurd û baweriyên vî welatî gotin bêje. Em ê ne tenê bi DEM Partiyê re lê di pêjerojê piştî meclis vebû bi Serokê Meclisê û hemû partiyên komên wan di parlamentoyê de hene re hevdîtin bikin û li ser pêvajoyê nîqaşan bikin.”
Piştî axaftinan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.














