• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ciwanan bi “Bijî Serok Apo” agir geş kirin

Fexredîn Kiliç / AW

15 ADAR 2025 - 17:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Yek ji navendên ku Newroz lê hate pîrozkirin jî navçeya Bismilê bû. Gelê ku tev li Newrozê bû bi dirûşma “Bijî Serok Apo” daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Ciwanan bi zêdebûn û coşa xwe mohra xwe li Newrozê xist. Ciwanan bi dirûşma “Bijî Serok Apo” agir geş kirin.

Newroza îsal bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin. Yek ji navenda ku îro Newroz lê hate pîrozkirin jî navçeya Bismilê ya Amedê bû. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren, Hevşaredarên Bismilê Mizgîn Ekîn û Guven Tanrikûlû, rêxistinên DEM Partî û DBPê yên navend û navçeyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek welatî tev li bernameyê Newrozê ku li qada kêleka Otogarê hate pîrozkirin bûn. Qad bi alên DEM Partiyê yên bi kesk û sor û zer û şîn û spî hate xemilandin.

Di ketina qadê de çend noxteyên kontrolê yên polîsan hebûn. Piştî ku welatî di van noxteyan de derbas bûn bi coş û keyfxweşî herikîn qadê. Tevî germa hewayê û rojiya remezanê jî bi hezaran kes li qada Newrozê kom bûn. Balkêş bû ku hejmara jinan û ciwanan a li qada Newrozê zêde bû. Jin û ciwan bi cil û bergên xwe yên kurdî beşdarî Newrozê bûn. Ji destpêka bernameyê heta dawiyê coşa ciwanan berdewam kir.

Him welatiyan û hem jî li zarokên cil û bergên Kurdî li xwe kirin û herikîn qadê. Dîsa gelek dayik bi laçik û benên kesk û sor û zer tev li bernameya Newrozê bûn. Di tevahiya bernameya Newrozê de welatiyan li çepikan dan, dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin û lîlandin. Beşdarvanan hem li ber dahol û zirneyê hem jî li ber stranên ku ji ser dikê dihatin lêxistin govend gerandin. Dema agirê Newrozê hate vêxistin welatiyan, bi taybetî ciwanan dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” berzkirin. Her wiha hin welatiyan cilên xwe avêtin nava agirê Newrozê û agir gurtir kirin.

Dû re li dora agirê Newrozê govend hate gerandin. Pişt re welatiyan li ber stranên ku Koma Dilzar û hunermend Azad Bedran gotin govend gerandin û dîmenên rengîn derketin holê. Her wiha welatiyan strana bi navê “Zindan” ku Azad Bedran got bi wî re gotin.

Hin dayikên ku me têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd û Newrozê mikrofon dirêjî wan kir, hestiyar bûn û gotin hêvî dikin ku ev Newroz bibe wesîleya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zarokên wan ên girtî.
Her wiha hin dayikan Newroza zarokên xwe yên şervan jî pîroz kirin û gotin daxwaza wan ew e ku ev pêvajoya heyî bi aştiyeke mayînde bi encam bibe.

Dema mirov coşa welatiyan û dirûşmên berzkirin li ber çavan digire, dibîne ku xwedî li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikeve û dixwazin êdî wî di nava xwe de bibînin.

Her wiha temamê axivêran bal kişandin ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girîngiya wê û xwestin xwedî li banga wî bê derketin.

 

Etîket: agirBijî Serok ApociwanJinNewroz Bismil
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
Xebat Dîcle: Ciwan avakerên paşerojê ne

Xebat Dîcle: Ciwan avakerên paşerojê ne

16 ÎLON 2026
Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

31 TEBAX 2026

Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşê serdana şîna şehîdan kirin

25 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne