• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Qanûnên xwezayê û sewalan li Şirnexê ne derbasdar in’

Mahmût Altintaş / AW

10 ADAR 2025 - 08:30
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A

Şirnex – Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya Baroya Şirnexê parêzer Fadil Tay, anî ziman ku li gorî qanûnên Tirkiyeyê û navneteweyî birîna daran û talankirina xwezayê sûc e û got: “Mixabin ev qanûn li Şirnexê derbas nabin.”

Li Şirnexê birîna daran, lêgerîna maden û petrolê bi salan e di rojevê de ye. Bi birîna daran û kanên komir, maden, lêgerîna petrol û projeyên bendavê re Şirnex bûye navenda talankirina xwezayê. Tevî li gor qanûnên navneteweyî û qanûna daristanan a Tirkiyeyê birîna daran sûc e jî li Şirnexê bi hinceta “Ewlehiyê” bi salan e dar tên birin û li gor daneyên 10 hektarên qada daristanan ji wesfa daristanan derketiyê. Birîna daran li herêmên Gabar, Cûdî, Çelênimêja û Komate yên Şirnexê didome. Talankirina qadên bi daristan bandorê li avhewa û jîngeha nebatan jî dike.

Birîna daran û talankirina xwezayê bi kanên komir, maden û lêgerîna petrolê bandor li ser jiyana mirov, sewal û av hewayê jî dike. Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya Baroya Şirnexê parêzer Fadil Tay bi lêv kir ku tevî mafê xweza û sewalan bi qanûnan hatine parastin jî ew qanûn li Şirnexê derbas nabin û qanûnên cuda li Şirnexê tên meşandin.

‘Qanûn li Şirnexê derbas nabin’

Fadil Tay diyar kir ku li gorî qanûnên navneteweyî binpêkirina mafê sewal û xwezayê yek ji sûce giran e û ev tişt gotin: “Çawa ku mafê sewalan heye di heman demê de mafê xwezayê jî heye. Piştî komeleyên xwezaperest û sewalan hatin girtin taybet li Şirnex û bajarên bakurê Kurdistanê binpêkirina mafên xweza û sewalan jî zêde bûn. Bi binpêkirina mafên xwezayê re qanûnên bingehîn û makezagonê hatin binpêkirin. Li gor qanûna daristanê ji bo parastina xwezayê cezayê giran li dijî sûcên xwezayê hatinê danîn. Di makezagonê de qanûna parastina mafên sewal û nebatan jî heye lê mixabin yek ji wan qanûn jî li Şirnexê ne derbasdar in. Dema mafê mirovan neyê parastin mafê sewal û xwezayê jî nayê parastin.”

‘Talankirina xwezayê bandorê li ser ekosîstemê jî dike’

Di berdewama axaftina xwe de Fadil Tay anî ziman ku talankirina xwezayê bandoreke neyînî li ser jiyana mirovan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê sedsala ku em di nav re derbas dibin de pirsgirêka herî mezin pirsgirêka xwezayê ye. Bi taybet li Şirnexê xweza bi santralên termîk, kanên madenan, lêgerîna petrol û birîna daran re hatiye tune kirin. Ev yek bandorê li ser av hewayê jî dike. Dema ekosîstem xira bibe bandoreke mezin li ser jiyana mirovan dike. Dema li çiyayên Şirnexê komir tê derxistin ekosîstema sewalan jî xira dibe. Weke mînak pêzkovî piştî lêgerîna petrol û komirê li vir nema. Hinek jî ji wan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bi sed hezaran ton dar li Şirnexê hatin birîn. Temenê wan daran digihije sed salan. Dema ew dar tên birîn ekosîstema vir jî xira dibe. Ew yek jî bandorê li ser jiyana mirov û sewalan jî dike. Bi xwe re nexweşiyan tîne. Nexweşiyên weke pênceşerê ji ber lêgerîna petrol û komirê zêde bûne.”

Li gor dadgehê daristanên Şirnexê kêm nebû ne!

Fadil Tay da zanîn ku weke Baroya Şirnexê wan gelek caran li dijî birîna daran gilî kirine lê lêpirsînên ku hatinê destpêkirin bê encam mane û wiha pê dê çû: “Li gor peymana navnetewî divê lêgerîna petrolê kêm bibe. Lê mixabin li Şirnexê li gor wan qanûnan tevnagerin. Her wiha di qanûnên Tirkiyeyê de jî ew qanûn hene lê li gor wan qanûnan tevnagerin. Pêkneanîna van qanûnan jî sûc e. Lê mixabin ew sûcên ku di erdnîgariya me de tên kirin bê ceza dimînin. Ji ber ku li vir qanûneke din tê meşandin. Li dijî vê yekê hewldanên me yên hiqûqî hene û em ê ji aliyê hiquqî ve têkoşîna xwe bimeşînin. Me gelek caran derbarê talan kirina xwezaya Şirnexê de gilî kir. Lê li her carê giliyên me bi hinceta “Ewlehiyê” bê encam man. Dibêjin em daran ji bo ewlehiyê dibirin lê derewan dikin. Dibêjin daristanên Şirnexê kêm nebûye. Ew jî derew e. Ji ber ku kêmbûna daristanan a li erdnîgariya me bi raporan jî li holê ye.”

‘Em bi hev re xwezaya xwe biparêzin’

Di dawiya axaftina xwe de Fadil Tay destnîşan kir ku hişkbûna hewayê giredayî kêmbûna daristanan e û ev bang li welatiyên Şirnexê kir: “Ji ber birîna daran edî baran weke berê nabare. Jiyana xwezayê tevahî li ser avê ye. Nebarîna baranê jî ji ber kêmbûna daristanan e. Dema dar bên birîn oksîjena wan jî diçe. Avê nikare di xwe de bihewîne. Ew jî bi xwe re hişkbûnê tîne. Dema baran nebare çandinî jî pêş nakeve. Genim şîn nabe. Hemû cureyên nebatan bandor dibin. Niha em di meha Adarê de ne lê baran nebariye. Ev yek xetereyeke mezin e ji bo jiyana mirovan. Divê li dijî vê yekê gelê me jî hişyar bibe. Bi me re di tekiliyê de bin û em bi hev re ji aliyê hiqûqî vê giliyan bikin. Bila gelê me bizanibe ku mafê wan ên hiqûqî hene. Bila ew jî li dijî binpêkirina mafê xwezayê gilî bikin. Em bi hev re xwezaya xwe biparêzin. Heke li dijî qîrkirina xwezayê em bi rêxistin tevbigerin em ê bikarin encam jî bigrin.”

 

Etîket: birînadaranDaristanekolojîFatil TaypetrolXweza
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

25 ÎLON 2026
Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

9 ÎLON 2026
Qereqola Makîtan herêm di bin dûkêla tekeran de hişt

Qereqola Makîtan herêm di bin dûkêla tekeran de hişt

12 TEBAX 2026
Li Şirnexê agir bi daristanê ket

Li Şirnexê agir bi daristanê ket

1 TEBAX 2026
Festîvala Depê bi dîwana dengbêjan dest pê kir

Festîvala Depê bi dîwana dengbêjan dest pê kir

31 TÎRMEH 2026
Li Kanîreşê berteka li dijî talana xwezayê: Em ê bêdeng nemînin

Li Kanîreşê berteka li dijî talana xwezayê: Em ê bêdeng nemînin

24 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne