• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Şemiyê xwestin edalet û aştî pêk were

Stenbol / AW

8 ADAR 2025 - 14:16
Kategorî: ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê ku di çalakiya hefteya 1041emîn de ji bo Alî Işik edaletê xwestin û daxwaza pêkanîna aştiyê kirin.

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê, ku her hefte ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin an jî di binçavan de hatin qetilkirin bipirsin li Qada Galatasarayê tên cem hev û daxwaza darizandina kiryaran dikin, di hefteya 1041emîn de jî li qada lêgerîna edaletê bûn. Di çalakiya ku parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan piştgirî danê de beşdaran qad bi qurnefîlên di destên xwe de û wêneyên windayan hildan. Di çalakiya wê heftê de li aqûbeta Alî Işik ê ku di sala 1994’an de li Dêrsimê hatî windakirin hat pirsîn.

Daxuyanî ji hêla Besna Tosûn ve hat xwendin. Besna Tosûn di destpêke de bal kişand ser 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê.

Besna Tosûn bal kişand ser serpêhatiya kuştina Alî Işik û wiha got:

“Di navbera 23-24ê Îlona 1994an de ji aliyê leşkerên Fermandariya Tûgaya Komando ya Çiyayê Boluyê ya di bin fermandariya Tûggeneral Yavuz Erturk de li gundikê Mirik a gundê Gokçekê ya Dêrsimê operasyon hat destpêkirin. Di dema operasyonê de ji malbatên Serîn û Işik ên li gundikê pitikek jî di nav de 7 kes hebûn. Kesên ku piştî operasyonê çûn gund dîtin ku her der hatiye bombekirin û mal hatine şewitandin. Ji Dîlek Serîna 3 salî, Gulîzar 34 salî û Dûzalî Serîn, Hatun Işik 25 salî, Elîf Işik 20 salî, Yeter Işik 18 salî û Haydar Işik ê 60 salî ku di malên xwe de bûn, tu agahî ji wan nehat girtin. Alî Işik ê vê demê leşker bû, piştî leşkerî xilas bû ji bo malbata xwe berê xwe da Mirikê. Dû re ji wî jî agahî nehat girtin.

Kurê din ê malbatê Suleyman Işik ê ji ber ku wê demê li dibistanê bû rizgarbibû, di 30yê Îlona 1994an de bi daxwaza “Der barê xizmên wî de lêkolîn bê kirin û agahî bê dayîn bê sax in yan na” serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMMê da. Di 7ê Cotmeha 1994an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê dabû û der barê aqûbeta malbata xwe û birayê xwe yê mezin ê ku çûbûn gund de lêpirsîn dabûn destpêkirin. Lê belê her çendî dozgerê komarê daxwazname girtibe jî lê lêkolînek têr nekir û neçû cihê bûyerê.”

Besna Tosun diyar kir ku cenazeyê Alî Işik di 8ê Cotmeha 1994an de li ber nêzî Qereqola Gokçekê ji aliyê şivanekî ve hatiye dîtin û wiha got: “Laşê wî tazî bû, serê wî hatibû pelçiqandin û li gorî rapora Saziya Tipa Edlî bi çekê hatiye kuştin. Serdozgeriya Komarê ya Dêrsîmê di 5ê Kanûna 1994an de dosyaya ‘kiryar nediyar û kuştin’ ji Dadgeha Ewlekariya Dewletê re şand. Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê di 27ê Kanûna 1994an de agahî da malbatê û got ku ‘di derbarê kesên hatine windakirin de ti agahî nehatin bidestxistin’. Piştî ku di 30yê Tîrmeha 2002yan de li Dêrsimê Rewşa Awarte hat rakirin, malbatan gelek caran hewl dan dosya bê vekirin. Di sala 2004an de parêzerê wan Huseyîn Aygun nameyek vekirî ji Serfermendarê wê demê Hîlmî Ozkok re nivîsand û xwest ku berpirsyariya Tûgaya Komando ya Bolu û fermandarê wî lêkolîn bê kirin. Lê hemû hewldan jî bi ser neketin.

Em bang li rayedaran dikin ku di 31emîn salvegera windayên li Mirikê de berpirsiyariya xwe bînin cih. Çiqas sal derbas bibin jî; Em ê ji bo hemû windahiyên xwe yên ji bo Dîlek Serîn, Gulîzar Serîn, Hatun Işik, Elîf Işik, Yeter Işik Haydar Işik û Alî Işik dest ji daxwaza edaletê bernedin û bi bîr xist ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.

Bi boneya 8ê Adarê em careke din dibêjin: Jin aştiyê dixwazin! Dayikên Şemiyê/Gel aştiyê dixwazin.”

Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.

Etîket: Dayikên Şemiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026
Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

26 ÎLON 2026
‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê: Bêyî heqîqetê edalet û aştiyeke mayinde pêk nayê

Dayikên Şemiyê: Bêyî heqîqetê edalet û aştiyeke mayinde pêk nayê

8 TEBAX 2026
Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî Qada Galatasarayê

Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî
Qada Galatasarayê

27 TÎRMEH 2026
1111 hefte ne hejmar e, têkoşînek 1111 hefte ye

1111 hefte ne hejmar e, têkoşînek 1111 hefte ye

11 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne