• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Şerê li Sûriyê berdewam dike: Bîlançoya kuştiyan zêde dibe

Navenda Nûçeyan / AW

7 ADAR 2025 - 21:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li bajarên Laziqiye, Tertûs, Ceblê, Humis û Hema yên Sûriyeyê gelek komkujî pêk tên. Hat zanîn ku di şerê navbera çekdaran de 147 kes mirin e.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); Hejmara kuştiyên pevçûn û şerê dijwar ên li bajarên Laziqiye, Tertûs, Ceblê, Humis û Hemayê yên Sûriyeyê zêde dibe. Ji şevê din ve di navbera komên çekdar û hêzên girêdayî desthilata Şamê ango HTŞê de şer û pevçûnên dijwar didomin.

Ligel van rageşiyan, her du alî hev tawanbar dikin ku komkujî li dijî welatiyan pêk anîne.

Desthilata Şamê diyar dike ku ew bi ser bermahiyên rejîma berê de digire û komên çekdar jî dibêje tevgera wan li dijî desthilata heyî û parastina herêmên xwe ye.

Li gorî raporên xwecihî, heta niha hejmara miriyan ji 147 kesî bihûrî ye. Gelek mal hatine şewitandin û zirar dîtine.

Li ser dezgehên çapemeniyê wêne û dîmenên tên belavkirin, mezinahiya wêranî û komkujiyan diyar dike. Her wiha di dîmenên ji herêman tên parvekirin de bi dehan cenaze li kolan û eraziyan hatine belavkirin.

Heta niha jî tu daxuyaniyek fermî ji her du aliyan ve der barê bîlançoya kuştiyan an jî hûrgiliyên êrişên leşkerî yên niha, digel hevtawanbarkirina li ser komkujiyan, nehatiye dayîn.

Digel nebûna tu însiyatîfeke agirbestê şer û pevçûn didomin. Ew jî nîşan dide ku karesateke mirovî li van herêman çêbibe û her ku biçe tundî zêde bibe.

SOHR: Gelek kes winda û dîlgirtî ne

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji kuştiyan; 37 endamên wezareta parastinê û hundirîn in û 34 jî ji artêşa rejîma berê ne û 7 jî sivîl in. Her wiha bi dehan kes jî birîndar bûn, winda û dîlgirtî ne.

Etîket: çekdarHTSSOHRSûriye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

12 ÎLON 2026
Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

8 ÎLON 2026
Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

19 TEBAX 2026
SOHR: Arteşa Tirk ji gundê Cilbirê yê Efrînê vekişiya

SOHR: Arteşa Tirk ji gundê Cilbirê yê Efrînê vekişiya

10 TEBAX 2026
Di 24 saetan de li Sûriyeyê 11 kes hatin kuştin

Di 24 saetan de li Sûriyeyê 11 kes hatin kuştin

29 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne