• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ANHAyê 12 salên têr û tije li pey xwe hişt

Navenda Nûçeyan / AW

1 ADAR 2025 - 11:45
Kategorî: ROJANE
A A
Ajansa Nûçeyan a Hawarê bi boneya salvegera 12emîn a damezirandina xwe peyamek weşand û diyar kir ku ew li çar aliyên cîhanê spasiya xwîner û şopînerên xwe dikin û piştgirî û baweriyeke mezin dane çapemeniya azad û serbixwe.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) 1ê Adara 2013an de hat damezrandin. ANHAyê 12 salên têr û tije li pey xwe hişt û gelek xebatkarên wê bûn qurbaniyên êrişan û bûn cangoriyên Çapemeniya Azad a Kurd. ANHA ji destpêka damezirandina xwe ve bûye parçeyekî Şoreşa Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) û tevahiya Sûriyeyê.

Rêveberiya ANHAyê der barê salvegera xwe de peyamek weşand.

Peyam bi vî rengî ye:

“Ajansa Nûçeyan a Hawarê ne tenê navgîna ragihandina nûçeyan bû, di heman demê de parçeyekî bingehîn ê têkoşîna ji bo avakirina civakeke li ser bingeha dadmendî û wekheviyê bû. Di vê çarçoveyê de em balê dikişînin ser girîngiya rola ajansê di şopandina pirsgirêkên azadiya jinan, ber wiha piştgiriya mafên ciwanan de. Li gorî ajansa me mafê kesane yên derbirînê û beşdariyê, bingeha sereke ya avakirina civaka demokratîk û azad e.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê her wiha pabendî parastina jîngehê bûye. Em wek Ajansa Nûçeyan a Hawarê di wê baweriyê de ne ku xebatên hişyarkirina civakê der barê parastina jîngehê de beşeke bingehîn a peyama me ya ragihandinê ye.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê bi demê re, karî tora ragihandinê ya bihêz pêş bixe û ji bo vê armancê xebitî: ragihandina rastiyan bi zelalî, bêyî manîpulasyon û sextekariyê. Em di wê baweriyê de ne ku divê çapemenî bibe dengê bindestan û amûreke bibandor ji bo belavkirina rastiyê û pêşxistina hişmendiya civakî û siyasî.

Ev rêwîtî bi dijwarî û zehmetiyan derbas bû, ajansa me di wê rêwîtiyê de gelek berdêl dan. Gelek xebatkarên me yên qehreman ji bo ku rastiyan ji cîhanê re ragihînin, şehîd bûn. Di 12ê Cotmeha 2017an di dema şopandina rizgarkirina sivîlan ji hovîtiya çeteyên DAIŞê de, hevrêyên me Dilîşan Îbiş, Rizgar Deniz û Hogir Mihammed şehîd bûn. Her wiha hevrêyê me Saad Ehmed di 13ê Cotmeha 2019an de dema karwanê sivîlan ê ku çûbû bajarê Serêkaniyê dişopand, şehîd bû. Her wiha hevrêyê me Îsam Ebdullah şeva 19ê Mijdara 2022yan di êrişa artêşa Tirk a dagirker a bi balafirên şer a li dijî gundê Teqil Beqil ê bajarê Dêrikê de şehîd bû. Hevrêya me Cîhan Bilgîn di 19ê Kanûna 2024an de di encama êrişa balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû.

Fedakariya hevrêyên me ji bo me bû handaneke xurt ku em tevî hemû zehmetiyan jî rastiyê ragihînin.

Di vê boneya dîrokî de, em spasiyên xwe arasteyî hemû şopînerên xwe dikin, ew ên ku bûne hevparên vê rêwîtiya ragihandinê. Her wiha hemû kesên ku di pêvajoyên cuda yên pêşketina wê de piştgirî da ajansa me, bi taybetî şehîd Seyîd Evran ku di encama krîza dil de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bû û şehîd Ezîz Koyluoglu ku di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker de li Başûrê Kurdistanê şehîd bû. Em ê xebatên xwe yên ji bo bilindkirina rola çapemeniya azad û pêşxistina berdewam a rêbazên ragihandinê bidomînin, bi awayekî ku ji bo avakirina civakeke exlaqî, siyasî û demokratîk li ser bingeha azadiya jinan, parastina jîngehê û rêzgirtina ji mafên mirovan re bibe alîkar.

Di dawiyê de, em tekez dikin ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê dê ji bo ragihandina rastiyê her dem di rêzên herî pêş ên tokoşînê de be, dê bi awayekî bibandor beşdarî avakirina civakê bibe, civakeke demokratîk, azad û dadperwer ku rêzê li cihêrengiya xwe ya çandî bigire, mafên jin û ciwanan bi pêş bixe û ji bo parastina jîngehê û misogerkirina siberojeke mayînde ji bo nifşên nû yên Sûriyeyê.

Rêveberiya Ajansa Nûçeyan a Hawarê”

Etîket: ANHABakur û Rojhilatê SûriyeyêRojavaŞoreşa Rojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne