Stenbol – Piştî civîna MGKê ya ku derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” hate nîqaşkirin, siyasetmedar Dîdem Yilmaz, Arîfe Çinar û İlyas Demîr rexne li nebûna gavên pratîk kirin û gotin: “MGKê biryareke berbiçav derbarê pêşketina pêvajoyê de negirtiye. Gavên hiqûqî û siyasî yên dê rê li ber çareseriyê vekin, careke din hatin paşxistin.
Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) bi Serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Serokkomariyê civiya. Di civîna 2 seatan domiya de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, geşedanên Hurmuzê û şerê di navbera Amerîka û Îranê de, pirsgirêka Xezayê, şerê Rûsya û Ukraynayê û gelek mijar hatin nîqaşkirin û Wezareta Ragihandinê tekildarî civînê daxuyaniyeke ku ji 9 xalan pêk tê ragihand. Hevberdevka HDKê ya Stenbolê Dîdem Yilmaz, Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar û Hevberdevkê DBPê ya herêma Marmarayê Îlyas Demîr derbarê civîna MGKê nirxandinên xwe parve kirin.
‘Tu biryar nîne ku bersiva biryara fesihkirina PKKê bide’
Dîdem Yilmaz destnîşan kir ku di 9 maddeyên daxuyaniyê de tu biryar nîne ku bersiva biryara fesihkirina PKKê bide û got: “Biryara ‘tespît û teqezkirinê’ ya ku dihat hêvîkirin, di vê civînê de jî nehat girtin. Ev rewş dê gavên wekî berdana girtiyan û vegera gerîlayan dereng bixîne. Gavneavêtina aliyê dewletê, li hember biryarên tevgerê yên wekî fesihkirin, vala kirina şikeftan û vekişînê, rewşeke bêdilrast û têkbirina baweriyê ye. Di heman demê de ev helwest jiyana bi hezaran girtiyan, bi taybetî girtiyên nexweş, dixe bin metirsiyeke mezintir. Di civîna MGKê de hat gotin ku ‘Çalakiyên di çarçoveya qanûnê de dê bi biryardariyê bên domandin’ ev îfade nîşana pêşketineke berbiçav nîne, tenê nîşana niyetê ye.”

‘Encama civînê wekî encameke bêwate ye’
Dîdem Yilmaz di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ger biryareke berbiçav hebûya, diviyabû ji bo ketina meriyetê ya bendên qanûnê yên dê pêşketineke diyar pêk bînin û got: “Hema her roj em nûçeyên girtiyên nexweş ên ku rewşa wan xirabtir dibe û girtiyên siyasî yên ku înfazên wan bi awayekî keyfî gelek caran tê taloqkirin, dibînin. Malbatên girtiyan bi hêvî li benda biryara sepandina qanûnê ne û beşeke mezin a civakê jî hêvî dikir ku civîna MGKê bi encamên şênber biqede. Encama civînê wekî encameke bêwate ye. Ev pêvajo ji destpêkê ve wekî pêvajoyeke danûstandin û têkoşînê hatiye binavkirin. Her çiqas zexta civakî zêde bibe, ewqas jî dê gavên şênber bên avêtin. Gel divê bi baweriya xwe bi îradeya xwe, pêvajoyê bide meşandin û daxwazên xwe bilind bike.”

‘Biryarên civînê nîşan didin ku pêvajo tê dirêjkirin’
Arîfe Çinar jî anî ziman ku beriya civîna MGKê, gelên Kurd û Tirkiyeyê hêvî dikirin ku ji bo pêşxistina pêvajoyê gavên pratîk bên avêtin û wiha axivî: “Qanûna çarçoveyê bê sepandin û MGKê amedekariya rapora tespît û teqezkirinê bike. Di daxuyaniya ku piştî civînê hate weşandin de, derbarê fermî teqezkirin û tespîtkirina ku PKK çekên xwe daniye, diyar kirina ku pêvajo di kîjan qonaxê de ye an jî bi dawî bûye, tu biryar nehat eşkerekirin. Biryarên civînê nîşan didin ku pêvajo tê dirêjkirin û hîn jî pirsgirêk wekî pirsgirêkeke ewlehiyê ku ji sed salan ve nêrîna desthilatdariyê ye, tê nirxandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku xebatên di çarçoveya qanûnê de dê bên domandin. Ev yek girîng e, lê hê jî nêzîkatiya wan a li hember çareserkirina pirsgirêka Kurd û avêtina gavên berbiçav dereng dixe. Ji ber vê yekê, derbarê qonaxa hiqûqî û siyasî ya ku dihat hêvîkirin de, hîn jî biryareke nû û berbiçav nehat eşkerekirin.”

‘Divê MGK ji vê helwesta paşxistinê vegere’
Îlyas Demîr jî destnîşan kir ku nêzîkatiya MGK ya di daxuyaniya xwe ya 9 xalan a 26ê Mijdarê de derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, derbarê îradeya siyasî û samîmiyeta ji bo çareseriyê de gelek pirsan derdixe holê û got: “Di daxuyaniyê de hate gotin ku xebatên di çarçoveya pêvajoyê de dê bi biryardarî bên domandin. Lê belê, derbarê pêvajoya çekdanînê û fesihkirinê de biryara tespît û teqezkirinê ya dihat hêvîkirin nehat eşkerekirin. Bi vî awayî, gavên hiqûqî û siyasî yên dê rê li ber çareseriyê vekin, careke din hatin paşxistin. Li hember îradeya Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ji bo fesixkirin û çekdanînê, divê dewlet jî berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Abdullah Ocalan jî di nirxandina xwe ya 14ê Îlonê de diyar kiribû ku ewlehiya îradeya aştiyê bi rêziknameyên hiqûqî û siyasî yên şênber erkeke ku nayê paşxistin e. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî gelek caran bang kir ku rapora tespît û teqezkirinê zû were eşkerekirin û pêvajo tenê bi vê raporê neyê sînorkirin. Ev helwesta paşxistinê ya MGKê hêviyên civakê yên ji bo aştiyê dixe nav nezelaliyê. Mafê jiyanê yê girtiyên nexweş, azadiya girtiyên siyasî, pratîkên qeyûm û zextên li ser siyaseta demokratîk êdî nayên paşxistin. Ev mijar ne mijarên danûstandinê ne, lê pêdiviyên bingehîn ên çareserî û demokratîkbûnê ne. Divê MGK ji vê helwesta paşxistinê vegere, pêvajoya tespît û teqezkirinê bê derengî û bi awayekî zelal biqedîne û gavên hiqûqî yên di çarçoveya qanûnê de bên avêtin. Daxwaza gelê Kurd bi avêtina gavên berbiçav e. Ji bo gihîştina aştiyeke mayînde, îradeya siyasî, cesaret û berpirsiyariya hevbeş pêwîst e.”













