Colemêrg – Reşad Akin ê ku li gundê Wargenima yê girêdayê navçeya Geverê ya Colemêrgê, di xaniyeke kavil, rûxayî û bê eşya de bi tena serê xwe jiyana xwe didomîne. Reşat Akin astengdar e û ji bo ku xaniyê wî were çêkirin û pêdiviyên wî bên dabînkirin li benda alîkariya rayedaran e.

Gundê Wargenima yê girêdayê navçeya Geverê ya Colemêrgê ku bi şert û mercên xwe yên zehmet, zivistanên xwe yên dirêj û giran û erdnîgariya xwe ya asê û qedexe tê nasîn, ji bo niştecihên herêmê bêderfetiyek kûr ava dike. Reşad Akin jî di xaniyekî kavil, rûxayî û vala de bi tena serê xwe jiyana xwe didomîne. Dayik û bavê wî jiyana xwe ji dest dane, bira û xwîşkên wî jî zewicî ne. Reşat Akin ê ji mêjiyê xwe astengdar e, ji ber raporê nikare bixebite û pereyê bi vê raporê distîne (mehane 5 hezar TL ye) têra debara jiyana wî nake. Bi hatina sermaya zivistanê û dijwariya şertên jiyanê yên li gund dijî, di nava dîwarên bêparastin de her ku diçe zehmettir dibe; bi tengasiyên aborî û fîzîkî re rû bi rû dimîne.
‘Akin ji bo çêkirina xaniyê xwe li benda alîkarî û piştgiriya rayedaran e’
Reşat Akin ku em çûn me pê re hevdîtinek kir, da zanîn ku malbata wî bi qasî 40-50 sal in li gundê Wargenima jiya ye û piştî bav û dayika wî jiyana xwe ji dest dane ew tenê maye. Reşat Akin rewşa xwe wiha anî ziman: “Ev 30 sal in dayîka min jiyana xwe ji dest daye, bavê min jî 4 sal berê jiyana xwe ji dest da. Kesekî min nîne. Mehê 5 hezar lîreyan ez li ser rapora xwe dîstînim û ev jî têra min nake. Cînarên min car caran û xwarin didin min. Lêbelê, ji ber ku rewşa aborî ya welat ne baş e ew jî zêde nikarin alîkariya min bikin. Di nav wan şertan de jiyana min gelek zehmet derbas dibe. Ez car car nikarîm tûpê xwe jî biguherînim. 16 sal in ez di vê rewşê de me. Min heta niha deng nekir lê êdî bi rastî ez ketime rewşek xerab de.”

‘Zivistanê tiştek tune ez bisojim’
Reşat Akin diyar ku zivistanên Wargenima dijwar derbas dibin û di xaniyê xwe yê xerabe de nikare jiyana xwe bidomîne û wiha got: “Sobeyek diriyayî heye lê sixtenî (êzing û kerme) nîne ez bisojim. Li gundê me dar û bar nîne ku ez êzingan kom bikim û bisojim. Xaniyê min kevn e, car car dibêjim wê ser serê min de bê xwarê. Xaniyê min bê banî ye û naylona ser banî kevn e, ji ber vê jî zivistanê dilopan dike û dîwar mirov dibêje wê biherife. Mafîrên min şil dibin û dirizin. Dema dilopan dike dîwarên mayî jî dirizin û xerab dibin.”

‘Kes alîkariya min nake’
Reşat Akin da zanîn ku ji bilî cîranan tu alîkariyê nastîne û banga alîkariyê ji rayedaran kir. Reşat Akin axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rewşa min wiha ye. Min şerm kir ku bangawaziyê bikim lê êdî mecbûr mame. Tu alîkariyê ji tu cîhan nastînim. Ne xanîyê min xanî ye ne jî xwarin û vexwarinek min ya tendirûstî heye. Ez bang dikim li rayedaran û her kesê ku destê min bigirin.”


















