• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
25 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Alî Kenanoglu: Desthilatdar taktîka derengxistinê dimeşîne

Omer Demîr / AW

25 November 2026 - 10:12
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Stenbol – Hevberdevkê Giştî ya HDKê Alî Kenanoglû diyar kir ku hikûmetê ji bo pêşxistina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” gavên pêwîst neavêtine, ev yek baweriya civakê qels dike û wiha got: “Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ji bo Birêz Ocalan şertên azad bên avakirin, Komîsyona Meclisê dest bi karê xwe bike û gavên demokratîk bên avêtin. Heke ev gav neyên avêtin, her tim îhtîmala bidawîbûna pêvajoyê heye.”

Di 27ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û bi vê bangê re pêvajo dest pê kiribû. Armanca pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” çareserkirina pirsa Kurd û avakirina komarekî demokratik bû. Tevî hin pêşketinan jî heta niha desthilatdar gavên berbiçav neavêtine. Hevberdevkê Giştî ya HDKê Alî Kenanoglû li ser pêvajoyê ji ajansa me re axivî û bal kişand ser girîngiya avêtina gavên lezgîn, peydakirina şertên azad ji bo Birêz Abdullah Ocalan.

‘Hikûmet pêvajoyê dereng dixe’

Alî Kenanoglû diyar kir ku di nava du salan de ji aliyê dewletê ve gavên berbiçav nehatine avêtin û wiha got: “Îro desthilatdar pêvajoyê bi taktîka derengxistinê dimeşîne. Ev rewş piştgiriya civakî kêm dike û baweriya gel ji bo pêvajoyê qels dike. Hikûmet dixwaze pêvajoyê ne wekî pêvajoyeke danûstandinekî, lê wekî pêvajoyeke teslîmgirtinê nîşan bide. Dirêjkirina pêvajoyê civakê diwestîne û bêhêvî dihêle û dijberên aştiyê jî xurt dike. Başkirina şertên Birêz Abdullah Ocalan û peydakirina derfetên têkiliyê dikarin gavên erênî bin, lê ev gav ji bo pêşxistina pêvajoyê têrê nakin. Divê Ocalan karibe di şertên azad de bi civakê, rêxistina xwe û pêkhateyên civakî re têkilî deyne. Di pêvajoya ku niha em li tê de ne em gihîştine qonaxeke ku êdî divê gav bên avêtin. Bi avakirina Komîsyona Çavdêriyê ya di Meclîsê de, civîna MGKê û daxuyaniya ku dê derbarê tesbît û erêkirinê de bê dayîn, dê pêvajoyê bi gavên berbiçavtir bimeşîne. Di qonaxa niha de hêvî jî li ser vê yekê ye. Ji ber ku pêvajoya heyî jixwe dereng maye û êdî sebra civakê nemaye. Em gihîştine qonaxeke ku divê gavên berbiçav bên avêtin. Şertên guhertina Birêz Ocalan, ango veguhastina wî bo cihê nû û avakirina şertên nû yên jiyanê, nîşaneya gavên hatine avêtin e. Xuya ye ku em êdî bi gavên berbiçav û pêşketinên nû re rû bi rû ne.”

‘Piştgiriya civakî divê zêde bibe’

Alî Kenanoglû destnîşan kir ku bêguman divê welatî, saziyên civakî, rêxistinên sivîl, rêxistinên civaka demokratîk û hemû kesên ku li van xakan ji bo aştiyê û çareseriya demokratîk a pirsa Kurd dixebitin, di vê mijarê de dengê xwe bilindtir bikin û ev tişt anî ziman: “Dema civak aştiyê bixwaze, dewlet neçar dimîne ku gav biavêje. Lê pêvajoyek ku tenê li ser îradeya dewletê û dewletan were hiştin, nikare serkeftî be. Ji ber vê yekê, divê piştgiriya civakî zêde bibe. Divê zexta civakî û rêxistinî ya saziyên civaka demokratîk li ser pêvajoyê zêde bibin. Her wiha divê daxwazên demokratîk jî bêhtir bên bilindkirin. Di encamê de, ji bo ku pêvajo civakî bibe û piştgiriya civakê were bidestxistin, avêtina gavên berbiçav şert e. Heke ev gav neyên avêtin, her tim îhtîmala bidawîbûna pêvajoyê heye. Divê em vê rewşê hem ji aliyê dînamîkên hundirîn hem jî dînamîkên derveyî welêt ve binirxînin. Di encamê de, heke Tirkiye dixwaze li ser sînorên xwe rewşa bêpevçûnê ava bike, ev jî bi hin pêşketinên navneteweyî ve girêdayî ye. Hikûmet êdî diyar dike ku ji ber pirsgirêkên ku bi Kurdan re li herêmê dijî û ji ber rewşa pevçûnê, nikare di hundirê xwe de jî aştiyê pêk bîne. Ev yek tenê bi bilindkirina daxwaza aştiyê ya gelên ku li van xakan dijîn dikare pêk were. Bi vî awayî dikare ev astengî bên derbas kirin û pirsgirêk bên çareserkirin. Di vê çarçoveyê de, divê dewlet û hikûmet jî bi awayekî berbiçav gavên xwe yên bi îradeyê biavêjin. Erka me jî ew e ku em wekî saziyên demokratîk û sazîyên siyasî şopînerên van gavên bên avêtin bin û ji bo avêtina wan gavên berbiçav bixebitin.”

‘Divê gavên demokratîk bên avetin’

Her wiha Hevberdevkê Giştî ya HDKê Alî Kenanoglû anî ziman ku ji bo pêşketina pêvajoyê, komîsyona ku di Meclisê de hatiye avakirin divê di demeke nêz de dest bi xebatên xwe bike û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîst e heyeta ku Birêz Ocalan serokatiya wê dike, di demeke nêz de dest bi xebatên xwe bike. Ji bo ku Birêz Ocalan karibe bi civakê re têkilî dayne, divê derfetên wî yên hevdîtinê bi kesên ku dixwaze re bên peydakirin. Heke hemû van şertan pêk bên, êdî di warê avêtina gavên pêwîst de dê astengiyek nemîne. Bêguman, ji aliyekî din ve divê biryarên ku di çarçoveya qanûnê de pêwîst in û girêdayî girtiyên di girtîgehan de ne jî bên pêkanîn. Heke ev gav bên avêtin, dê qonaxa din a pêvajoyê jixwe bibe qonaxa civaka demokratîk û Komara Demokratîk. Ev gav dê di heman demê de gavên çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîbûna Tirkiyeyê bin. Bê naskirina hebûna pirsgirêka Kurd û bê avêtina gavên demokratîk, ne gengaz e ku mirov behsa aştiya civakî û jiyaneke aram bike. Wekî naskirina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Kurdî,statuya zimanê Kurdî û mafên bawerî û îbadetê yên Elewiyan. Qanûneke demokratîk divê van mafan nas bike û wan misoger bike. Divê biryarên girêdayî girtiyên nexweş, girtiyên ku li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê divê bên berdan û yên ku demên cezayê wan qediya ye bên pêkanîn. Derengxistina van gavên hiqûqî jî bandorê li ser baweriya civakê dike. Bê çareserkirina pirsa Kurd, her çend rewşa bêçekbûn û bêpevçûnê were avakirin jî, ev nayê wê wateyê ku pirsgirêk hatiye çareserkirin. Ji ber vê yekê, divê gavên demokratîk bên avêtin û Tirkiye di aliyê demokrasiyê de were guhertin.”

Etîket: Alî KenanogluKomîsyona MeclîsêRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serokê Meclisê ji bo Komîsyona Çavderiyê ji partiyên siyasî re nivîs şand

Serokê Meclisê ji bo Komîsyona Çavderiyê ji partiyên siyasî re nivîs şand

25 November 2026
Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

21 November 2026
Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

20 November 2026
Omer Ocalan wêneyek nû yê Abdullah Ocalan parve kir

Omer Ocalan wêneyek nû yê Abdullah Ocalan parve kir

18 November 2026
Dayikên Aştiyê li Meclisê ne: Serdana Yenî Partiyê hate kirin

Dayikên Aştiyê serdana CHPê kir

3 November 2026
Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

29 October 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Birîna ku di wijdana civakê de nehatiye jibîrkirin: Ugur Kaymaz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • JINNEWS û NûJINHA pêşengtiya zimanê wekheviya zayendî dikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ARSÎSA 11 mamosteyên Kurdî mezûn kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî misogeriya pêşeroja azad e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne