• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Selahattîn Demîrtaş: Qonaxa ku em lê ne dîrokî, gelek girîng û bi hêvî ye

    Selahattîn Demîrtaş: Qonaxa ku em lê ne dîrokî, gelek girîng û bi hêvî ye

    Halîde Turkoglu: Wezareta Dadê li benda çi ye

    Halîde Turkoglu: Wezareta Dadê li benda çi ye

    Ceylan Akça ji bo lêkolîna şikefta li Farqînê pêşniyazname da meclisê

    Ceylan Akça ji bo lêkolîna şikefta li Farqînê pêşniyazname da meclisê

    Omer Faruk Gergerlîoglu: Duh girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest daye

    Omer Faruk Gergerlîoglu: Duh girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest daye

    Malezya wê zêdeyî 6 hezar 500 welatiyên Myanmarê vegerîne

    Malezya wê zêdeyî 6 hezar 500 welatiyên Myanmarê vegerîne

    Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Înisiyatîfa Hurmeta Ji Bo Miriyan derbarê şikefta li Farqînê de daxuyanî da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Selahattîn Demîrtaş: Qonaxa ku em lê ne dîrokî, gelek girîng û bi hêvî ye

    Selahattîn Demîrtaş: Qonaxa ku em lê ne dîrokî, gelek girîng û bi hêvî ye

    Halîde Turkoglu: Wezareta Dadê li benda çi ye

    Halîde Turkoglu: Wezareta Dadê li benda çi ye

    Ceylan Akça ji bo lêkolîna şikefta li Farqînê pêşniyazname da meclisê

    Ceylan Akça ji bo lêkolîna şikefta li Farqînê pêşniyazname da meclisê

    Omer Faruk Gergerlîoglu: Duh girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest daye

    Omer Faruk Gergerlîoglu: Duh girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest daye

    Malezya wê zêdeyî 6 hezar 500 welatiyên Myanmarê vegerîne

    Malezya wê zêdeyî 6 hezar 500 welatiyên Myanmarê vegerîne

    Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Înisiyatîfa Hurmeta Ji Bo Miriyan derbarê şikefta li Farqînê de daxuyanî da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tulay Hatîmogullari: Em destûr nadin ku hûn girtiyên nexweş li benda mirinê bihêlin

Enqere / AW

24 November 2026 - 14:09
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û anî ziman ku girtiyên nexweş tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayên berdan û wiha got: “Divê Wezareta Dadê û rayedarên dewletê dengê dayikan bibihîsin û demildest girtiyên nexweş berdin. Em destûr nadin ku hûn girtiyên nexweş li benda mirinê bihêlin.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe meclisê de axivî. Malbatên girtiyên nexweş, dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz û Eylul Kapkaç ku piştî 30 salan hat berdan jî tev li komcivîna DEM Partiyê ya vê hefteyê bûn. Her wiha bi munesebeta 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li dijî Jinan Koma Jinan a DEM Partiyê jî tev li komcivînê bû. Di komcivînê de jinan wêneyê jinên girtî yên nexweşin rakirin û dirûşma “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.


Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de xêr hatina Dayikên Aştiyê û jinên tev li koma jinan a DEM Partiyê ku yekêm partiya koma jinan li dardixîne, kir. Tulay Hatîmogullari bi munasebeta 25ê Roja Têkoşîna Tundiya li dijî Jinan 3 xwişkên Mîrabel bi bîr anî û got ku ew ji bo bîranîna xwişkên Mîrabel têkoşîna jinan li hemû cîhanê bilind dikin. Tulay Hatîmogullari Sakîne Cansiz, Sêvê Demîr, Denîz Poyraz û Nagehan Akarsel û Dîlan Karaman, jin û zarokên di fabrikaya Dîloavasi jiyana xwe ji dest dan jî bi bîr anî.

Tulah Hatîmogullari bi lêv kir ku jinên Sûriyeyê di destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de dixwazin mafên jinan bên naskirin û wiha got: “Jinên Êzidî ji bo jinên winda yên Êzidî têkoşîna xwe didomînin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye û silav dikin. Her wiha em bi jinên Elewî yên Sûriyeyê jî di nava piştgiriyê de ne û jinên hatinê qetilkirin bi bîr tînin. Em girtiyên LGBT+ re jî silavên xwe li vir dişinin. Di şexsê Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven û Ayşe Gokhan de ji hemû jinên girtî re jî silavên xwe dişînin.”


‘Polîtîkayên desthilatdariyê jinan mehkûmî zilaman dike’

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku desthilat bi polîtikayên li dijî jinan dixwazê jinan mehkumî zilam bike û ev tişt anî ziman: “Desthilat bi polîtîkayên ‘Parastina malbatê’ mafê jinan desteser dike. Lê çi diparêze? Jin rastî tundî û kuştinê tên. Em li vir bang li desthilatê dikin; Hûn nikarin bi van polîtîkayan jinan biparêzin. Em ji we dipirsin; Çima jin rastî tundî û kuştinan tên? Çima lêpirsînên bi bandor nayên meşandin? Ciwanên me yên diçin zanîngehê rastî kuştin û windakirinan tên lê kujerên wan nayên dîtin. Malbat bi salane dipirsin; Çi bi Gulistan Doku hat?, mirina Rojwelat Kizmaz çima nayê ronîkirin. Kujerê Rojîn Kabaîş çima nayê dîtin? Musa Orhan çima beraat kir. Çi bi Narîn Guran hat? Lê bila baş bizanibin heta dawî em ê li pêy van dosyayan bin. Di meha Cotmehê de 20 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. Êdî ew bûye qirkirina jinan. Desthilat bi vekişîna peymana Stenbolê û qanûnên jinan diparêzin yek bi yek ji holê radike. Bi rakirina mafê nafaqayê destkêftiyên jinan tune dike. Lê bila baş bê zanîn em ê destkêftiyên xwe teslîmî polîtikayên we nakin. Em dev ji peymana Stenbolê jî ji mafê xwe yê nafaqayê jî bernadin û van polîtikayan qebûl nakin.”

‘Divê Wezareta Jinan bê avakirin’

Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku jin careke din budçeyê de bê par hatine hiştin û wiha got: “Duh ez li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bûm. Rewşa jinên kedkar pir xirab bû. Lê desthilat dengê civakê nabihîse. Ji jinên malbatî ku nikarin debara xwe bikin tenê 2 hezar alikariyê didin û fedî nakin û propagandaya wê dikin. Dê bi 2 hezaran çi bikire. Ji bo daxwazên me bi cih werin em ê têkoşîna xwe ya rêxistinî mezin bikin. Weke DEM Partî em dibêjin divê di hemû budçeyan de jin ber bi çav bên girtin û ji bo jinan budçe bê veqetandin. Her wiha divê Wezareta Jinan bê avakirin. Pêdiviya jinan bi sedeqeyê nîn e, lê pêdiviya jinan bi aboriyeke xweser heye. Divê mafê jinên astengdar bêyî muhtacî malbatê bibe bê misogerkirin. Her wiha divê budçe ji bo aştî, jin, karker, ciwan, xwendekar û hemû kesan bê veqetandin. Lê di vê budçeyê de ew tune ye.”

‘Girtiyên nexweş tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayên berdan’

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku derfeta aştiyê herî zêde di vê serdemê de heye û wiha pê dê çû: “Divê budçe ji bo civakî kirina aştiyê were veqetandin. Ji bo perwerdehiya mafê zimanê dayikê were veqetandin. Ji bo wê jî em ê hertim bêjin; Nan, aştî û azadî. Li girtîgehan zextên li ser girtiyan zêdetir bûne. Li girtîgeha Sîncanê 4 jinên edlî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Her wiha girtiyên jin ên siyasî ku nexweşin nikarin bigihêjin mafê xwe yê tenduristiyê. Newroz Bozkurt nexweşa penceşêrêye û ji ber ku tedawî nehatiyê kirin rewşa wê giran e. Tevî vê jî nayê berdan. Evîn Zapsû penceşêra asta 4an e lê dîsa nayê berdan. Ez ji wan dipirsim; Hûn li benda mirinê ne? Her wiha berdana girtiyên siyasî jî tê astengkirin. Malbatên girtiyên nexweş, ji bo girtiyên nexweş werin berdan di çalakiyê de ne. Ez têkoşîna wan jî silav dikim û dibêjim; Têkoşîna we têkoşîna me ye. Malbatên girtiyên nexweş dibêjin heta ew encamekê bigirin dê li ber Wezareta Dadê bin. Divê Wezareta Dadê û rêyedarên dewletê dengê dayikan bibihîse û demildest girtiyên nexweş berde. Em destûr nadin hûn girtiyên nexweş li benda mirinê bihêlin.”

‘Em jî li vir silavên xwe ji birêz Ocalan re dişînin’

Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku jin ji bo civakîkirina aştiyê têdikoşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin kirdeyên sereke yê vê pêvajoyê ne. Jinan bi avakirina Înisiyatîfa Pêdiviya min bi Aştiyê heye pêvajoyê li benda dewletê nahêlin. Jinan bi avakirina komîsyonekê ew pêvajo ji înisiyatîfa zilaman re nehişt. Em jî serkêftinê dixwazin. Jin dibêjin divê qanûna çarçoveyî demildest bikeve meriyetê. Divê êdî ew qanûn ji astengiya teyît û tespîtê derbas bike û bikevê meriyetê. Misogeriya destkêftiyên jinan aştî ye. Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û demildest birêz Ocalan koordînatoriyê bike û dest bi xebatan bike. Her wiha divê rojnamegerên jin, parêzer û siyasetmedar bikaribin biçin Girava Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Heyeta me jî silavên xwe bi rêya heyetê şand û em jî li vir silavên xwe ji birêz Ocalan re dişinin.”

Tulay Hatîmogullari axaftina xwe bi banga tevlibûna çalakiyên 25ê Mijdarê û bi berzkirina dûrişmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî kir.

Li ser axaftina Tulay Hatîmogullari jinên tev li komcivînê bûn bê navber dirûşma, “Bê Serok Jiyan nabe” berzkirin.

‘Em naxwazin tabût ji girtîgehan derkevin’

Dayika Aştiyê Fînce Akman ku di komcivînê de axivî jî bi lêv kir ku ew di çalakiya nobedê ya ji bo girtiyên nexweş de cih digire û wiha got: “Em dibêjin zarokên me berdin û em tedawiya zarokên xwe bikin. Lê Wezareta Dadê deriyê xwe ji me re venake û daxwazên me guhdar nake. Em naxwazin ji girtîgehan tabutan derxînin. Em hemû kesî vedixwînin çalakiya li ber Wezareta Dadê.”

Piştî axaftinan sînevîzyona behsa têkoşîna jinan dike hat temaşekirin.

Etîket: AKPAnkarademparti
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Malbatên girtiyên nexweş: Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ne dadgeh in

Malbatên girtiyên nexweş: Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ne dadgeh in

23 November 2026
Pismamê Tuncer Saglam: Me ew êş kişand em naxwazin tu kes wê êşê bikêşe

Pismamê Tuncer Saglam: Me ew êş kişand em naxwazin tu kes wê êşê bikêşe

21 November 2026
Ji bo girtiyên nexweş di çalakiyê de ne: Divê civak bibe dengê girtiyên nexweş

Ji bo girtiyên nexweş di çalakiyê de ne: Divê civak bibe dengê girtiyên nexweş

18 November 2026
Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

17 November 2026
Rapirsî: Gendelî û krîza fonê rayên AKPê kêm kir

Rapirsî: Gendelî û krîza fonê rayên AKPê kêm kir

6 November 2026
Wezîra AKPyî ya kevn Fatma Betul Sayan Kaya hate girtin

Wezîra AKPyî ya kevn Fatma Betul Sayan Kaya hate girtin

6 November 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne