• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Pismamê Tuncer Saglam: Me ew êş kişand em naxwazin tu kes wê êşê bikêşe

Mahmût Altintaş / AW

21 MIJDAR 2026 - 09:23
Kategorî: CIVAK, MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Pismamê girtiyê nexweş Tuncer Saglam ku di 7ê mijdarê de jiyana xwe ji dest da Ercan Saglam ku tevlî çalakiya ji bo berdana girtiyên nexweş bû diyar kir ku pismamê wî ji ber îhmalên rêveberiya girtîgehê jiyana xwe ji dest da ye û got: “Me ew êş kişandiye lê em naxwazin tu malbatên me vê êşe bikêşin. Ji bo wê jî em dixwazin girtiyên me yên nexweş hemû bên berdan.”

Li girtîgehan sepanên binpêkirina mafan li dijî girtiyên siyasî bê navber didomin. Girtiyên nexweş tevî ku nexweşiya wan girane û nikarin pêdiviyên xwe bi serê xwe dabin bikin jî nayên berdan û Rêveberiya Çavderiyê ya Girtîgehan berdana girtiyên siyasî asteng dike. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), li girtîgehan hezar û 412 girtiyên nexweş hene û ji wan 335 girtiyên nexweşiya wan girane, 230 girtî nikarin pêdiviyên xwe bi serê xwe dabin bikin û 188 girtiyên nexweş jî divê hertim di bin çavderiya tibbî de bin. Lê girtiyên nexweş tevî nexweşiya wan giranê jî nayên berdan û gelek girtî jî tevî “Rapora nikare” di girtîgehan de bimîne jî berdana wan ji aliyê rêveberiya girtîgehan ve tê asteng kirin.

Girtiyê nexweş Tuncer Saglam ku li Girtîgeha Wanê ragirtî bû tevî nexweşiya wî giran bû jî nehat berdan. Tuncer Saglam ku ji bo nexweşiya wî giran bû ew sewqî Girtîgeha Enqereyê hat kirin û li Nexweşxaneya Bajêr a Etîkê di 7ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest da. Dîsa girtiya nexweş Evîn Zapsû ku li girtîgeha Kayseriyê ragirtiye piştî encamên bîopsiyê hat tespît kirin ku ew nexweşa penceşêra asta 4an e. Tevî rewşa Evîn Zapsû giran e jî ew careke din sewqî girtîgehê kirin û tevî nexweşiyên giran jî di girtîgehê de ragirtiye. Girtiya nexweş Newroz Bozkurt ku 28 salin girtiyê û Nexweşiya wê ya Lenfositik Losemî ya Kronîk (KLL) heye û ji ber rewşa wê giranbû di nexweşxaneya bajêr a Etîkê de tê tedawî kirin.

Ji ber rewşa girtiyên nexweş ji aliyê malbatên girtiyên nexweş, Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û DEM Partiyê ve li ber Wezareta Dadê çalakiya rûniştinê ya bêdem hat destpêkirin. Çalakiya bi daxwaza berdana girtiyên nexweş di roja 5an de berdewam dike. Malbatên girtiyên nexweş jî ji bajarên cuda tevlî çalakiyê dibin. Vê hefteyê malbatên girtiyên nexweş û Dayikên Aştiyê yên Stenbolê tevlî çalakiyê bûn, hefteya pêşiya me jî dê malbatên girtiyên nexweş ji Amedê werin Enqereyê û tevlî çalakiyê bibin. Malbatên girtiyên nexweş dor bi dor ewê bên Enqereyê û tevlî çalakiyê bibin.

‘Ji ber ku tedawiyeke baş nehat kirin jiyana xwe ji dest da’

Pismamê girtiyê nexweş Tuncer Saglam Ercan Saglam ku tevlî çalakiyê bû anî ziman ku ji ber pismamê wî tedawiyeke baş nedît jiyana xwe ji dest da û wiha axivî: “Ev 4 mehin ez bê navber ligel pismamê xwe li nexweşxaneyê me. Vê yekê bandoreke mezin li ser min kir. Hevalên me yên girtiyên nexweş Evîn û Newroz di van şert û mercan de di girtîgehê de bin dilê me rehet nabe. Hewceye em hertim di nava çalakiyan de bin ku hevalên me bên tedawîkirin û bigihêjin tenduristiya xwe. Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan û li derve tedawiya xwe bibînin.

‘Me ew êş kişand em naxwazin tu malbatên me vê êşe bikêşin’

Ercan Saglam di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku ji ber şert û mercên girtîgehê nexweşiya pismamê wî Ercan Saglam 5 mehan nehatiyê teşhîs kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îhmaleke mezin hebû. Dibêjin me nexweşxane çêkirine lê di nexweşxaneyê de bijîşk tune ne, cîhaz tune ne. Tevî teknolojî ew qas pêşketiye jî lê di 5 mehan de nexweşiyek nehatiye teşhîs kirin, em bawerin li wir îhmalkarî heye. Ew îhmal çi ye? An paşguh kirine, an cîhazê wan tune ne û an jî nexweşxaneyên wan vala ne. Me ew êş kişandiyê lê em naxwazin tu malbatên me vê êşe bikêşin. Ji bo wê jî em dixwazin girtiyên me yên nexweş hemû bên berdan.”

‘Tevî rewşa giran jî xwestine ji nexweşxaneyê sewqî girtîgehê bikin’

Ercan Saglam nerazîbûn nîşanî hewldana rêveberiya girtîgehê da û wiha got: “Tevî ku rewşa heval Tuncer giran bû jî rêveberiya girtîgehê xwestin wî ji nexweşxaneyê bişînin girtîgehê. Servîsan ew qebûl nedikir. Digotin teşhîs nehatiyê kirin em nikarin bigirin. Ji ber ku hevalên me ketin dewrê ew şandin kampusa nexweşxaneyê ya girtîgehê. Piştî 4-5 rojan dîsa anîn nexweşxaneya bajêr a Etîkê. Bi vî halî jî digotin em ê wî bibin kawişa girtiyan. Me ew qebûl nekir û li ser vê yekê birin nexweşxaneyê û li wir jî jiyana xwe ji dest da.”

‘Bi van sepanan heviyên me jî dişkê’

Ercan Saglam di dawiya axavtina xwe de ji bo piştgiriya çalakiya ji bo berdana girtiyên nexweş bang li gel kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “2 salin pêvajoyek destpêkiriye. Bi vê pêvajoyê em bi hevî ne. Lê ew hesasiyeta pêvajoyê di girtîgehan de tune ye. Em dixwazin girtîgeh vala bibin û bi taybetî jî girtiyên nexweş demildest bên berdan. Bi van sepanan heviyên me jî dişkê. Banga me ji gelê me ew e ku heta girtiyên nexweş neyên berdan dest ji çalakiyan bernedin. Her tim li kolanan bîn, ji bo girtiyên nexweş şiyar bin û dengê xwe bilind bikin.”

Etîket: Ankaragirtiyênnexweştuncersaglam
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çalakiya nobedê di roja 3yan de ye: Ger pêvajo hebe çima girtiyên nexweş nayên berdan?

Çalakiya nobedê di roja 3yan de ye: Ger pêvajo hebe çima girtiyên nexweş nayên berdan?

19 MIJDAR 2026
Girtiyên Apoyî: Divê demildest hemû girtiyên nexweş werin berdan

Girtiyên Apoyî: Divê demildest hemû girtiyên nexweş werin berdan

18 MIJDAR 2026
Ji bo girtiyên nexweş di çalakiyê de ne: Divê civak bibe dengê girtiyên nexweş

Ji bo girtiyên nexweş di çalakiyê de ne: Divê civak bibe dengê girtiyên nexweş

18 MIJDAR 2026
Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

17 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne