Di du çalakiyên cuda yên bi wesîleya 25ê Mijdarê li gundê Tutme yê Qendîlê hatin lidarxistin de, peyama Meclisa Jinan a Qendîlê û ‘Soza Qendîlê’ ya ji bo parastina rûmet û mafên jinan hatin xwendin.
Li gundê Tutme ku li herêma Maredu ya Qendîlê ye êvara 20ê Mijdarê, bi beşdariya jin û mêran du çalakiyên cuda bi wesîleya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan hatin lidarxistin. Di her du çalakiyan de jî peyamên rûmet, azadî, wekhevî û têkoşîna li dijî tundiyê hatin dayîn.
‘Jin rûmet azadî û jiyanê ne’
Di çalakiya yekem de Mar Mela peyama Meclisa Jinan a Qendîlê li ser navê jinên gund ên ku kom bûbûn xwend. Peyama bi sernavê “Jin; Rûmet, Azadî û Jiyan” bal kişand ser rûmeta jinan, maf û azadiya wan a bingehîn, têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiyê û girîngiya rola jinan di pêşveçûna civakî de.
Di peyamê de hat teqezkirin ku tundiya li dijî jinan ne tenê bi tundiya fizîkî ve sînordar e; gef, heqaret, zexta psîkolojîk, sînordarkirina azadiyê û bêparhiştina maf û derfetên jinan jî cureyên tundiyê ne. Di peyamê de bang li malbat, mêr, sazî û civakê hat kirin ku di parastina maf û rûmeta jinan de berpirsiyariyê parve bikin.
Soza li dijî tundiyê
Di çalakiya duyemîn de, mêrên gund ku ligel hevserokê navçeya Maredu, endamên encumenê, rêberên civakê û ciwanan hatin cem hev “Soza Qendîlê” xwendin ku armanc dike rûmet û mafên jinan biparêze û hemû cureyên tundiyê bi dawî bike.
Soza ku ji aliyê Rêbwar Abdullah ve hat xwendin, bal kişand ser pabendbûnên ji bo têkoşîna li dijî tundiyê, parastina mafên yasayî yên jinan, piştgiriya perwerde û kar, bilindkirina hişmendiya civakî û redkirina bêdengiya li hemberî tundiyê.
Ev pabendbûn ku dibêje parastina jinan û têkoşîna li dijî tundiya li ser wan berpirsiyariyeke hevpar a kesan û saziyên civakî ye, soz dide ku peyamên tên dayîn dê ne tenê bi bûyeran ve sînordar bin, di jiyana rojane de jî bibin helwestên pratîkî.
Her du çalakî bi teqezkirina têkoşîna hevbeş a li dijî tundiya li ser jinan û bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bûn.













