Li Parlamentoya Eyaleta Wales a Başûr a Nû (NSW) ya Avûstralyayê resepsiyonek hate lidarxistin û ji bo Rojava û gelê Kurd peyamên piştgiriyê hatin dayîn.
Federasyona Demokratîk a Kurd a li Avûstralyayê (FDKS-A), Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Sydneyê û Komeleya Ciwanên Kurd a Sydneyê resepsiyoneke hevpar li darxistin. Parlamenterên li resepsiyonê axivîn diyar kirin ku ew piştgiriyê didin têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê ya gelê Kurd. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û endamên civaka Kurd beşdarî resepsiyonê bûn.
Parlamenterê Partiya Keskan Abigail Boyd anî ziman ku berxwedana Kobanê sembola mafê xweparastinê yê gelan û piştevaniya navneteweyî ye û destnîşan kir ku ew bi gelê Kurd re ye.
Parlamentera Partiya Karker Charishma Kaliyanda jî diyar kir ku Kobanê bi taybetî veguherî nîşaneya têkoşîna azadiyê ya jinan, berxwedan û wêrekiyê.
Ji Partiya Lîberal parlamenter Justin Clancy jî işaret bi girîngiya têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞê ya ji bo Avûstralya û cîhanê kir.
Hevseroka FDKS-Ayê Gulfen Olan got ku berxwedana Kobanê têkoşînek ji bo tevahiya mirovahiyê bû û destnîşan kir ku parastina destketiyên Rojava berpirsyariyeke hevpar e.
Berdevkê Komîsyona Dîplomasiyê ya Federasyonê Baran Sogut jî dilxwazên YPGê yên Avûstralyayî Reece Harding, Ashley Johnson û Jamie Bright ên ku di şerê li dijî DAIŞê de şehîd ketin bi bîr anî.
Dayika Reece Hardin, Michelle Harding anî ziman ku şervanên Kurd li gel derfetên kêm berxwedaneke mezin nîşan dan û wiha got: “Ez hurmeteke mezin didim wan. Li gel ewqas zehmetiyan û derfetê kêm ên li ber destê xwe karîbûn çareseriyê biafirînin.”
Bi navê Weqfa Alîkariyê ya Keşîş Bill Crews Dr. Anjalika Wijesurendra jî diyar kir ku wê piştgiriya xwe ya bi têkoşîna azadiyê û gelê Kurd dewam bikin.
Resepsiyon bi dirûşmên “Bijî Kobanê” û “Bijî Berxwedana Rojava” û bi guhdarîkirina li muzîkê bi dawî bû.













