• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bakirhan: Armanca pêvajoya aştiyê demokrasî û hemwelatîbûna wekhev e

    Bakirhan: Armanca pêvajoya aştiyê demokrasî û hemwelatîbûna wekhev e

    Otomatik taslak

    ‘Heta hovîtî li girtîgehan bi dawî dibe em li vir in’

    Çalakiya malbatan didome: Hesasiyeta pêvajoyê di girtîgehê de tune ye

    Çalakiya malbatan didome: Hesasiyeta pêvajoyê di girtîgehê de tune ye

    Li parlamentoya Avûstralyayê ji bo piştevaniya Rojava resepsiyon hate lidarxistin

    Li parlamentoya Avûstralyayê ji bo piştevaniya Rojava resepsiyon hate lidarxistin

    Îranê kolberek qetil kir

    Îranê kolberek qetil kir

    Artêşa Iraqê li herêma Cerf Sexir bi cih bû

    Artêşa Iraqê li herêma Cerf Sexir bi cih bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bakirhan: Armanca pêvajoya aştiyê demokrasî û hemwelatîbûna wekhev e

    Bakirhan: Armanca pêvajoya aştiyê demokrasî û hemwelatîbûna wekhev e

    Otomatik taslak

    ‘Heta hovîtî li girtîgehan bi dawî dibe em li vir in’

    Çalakiya malbatan didome: Hesasiyeta pêvajoyê di girtîgehê de tune ye

    Çalakiya malbatan didome: Hesasiyeta pêvajoyê di girtîgehê de tune ye

    Li parlamentoya Avûstralyayê ji bo piştevaniya Rojava resepsiyon hate lidarxistin

    Li parlamentoya Avûstralyayê ji bo piştevaniya Rojava resepsiyon hate lidarxistin

    Îranê kolberek qetil kir

    Îranê kolberek qetil kir

    Artêşa Iraqê li herêma Cerf Sexir bi cih bû

    Artêşa Iraqê li herêma Cerf Sexir bi cih bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Têkoşîna TJAyê 10 salî ye: Heta azadiya jinan dê ev têkoşîn bidome

Omer Demîr /AW

20 MIJDAR 2026 - 09:08
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Stenbol – Aktivîsta TJAyê Ayşe Aksoy derbarê têkoşîna TJAyê ya 10 salan de diyar kir ku dema têkoşîna TJAyê ya 10 salan dinêrin dibînin ku tu zext û zordarî nekariye îradeya jinan ji holê rake û wiha got: “Ev deh sal in têkoşîna TJAyê berdewam dike û dê heta misogeriya azadiya jinan jî wê ev têkoşîn berdewam bike.”

Di têkoşîna azadiya Kurd de cihê jinan her tim pir girîng bû. Jin her dem di çeperên herî pêş de cih girtin. Di vê têkoşînê de bi hezaran jin kedên pir mezin û binirx dan. Sakîne Cansiz (Sara), Evîn Goyî, Bêrîtan, Nagihan Akarsel, Sêvê, Pakîze û Fatma; her yekê ji van jinan ji bo vê têkoşînê li ber xwe dan.

Têkoşîna jinan ji bo azadî û wekheviyê yek ji pêwîsttirîn têkoşînên civakê ye. Di tevgera azadiyê ya Kurdan de jin her tim di pêşiyê de bûn; ji DOKHê heta KJAyê, ji KJAyê heta TJAyê, jinan bi rêxistinbûnê û berxwedanê vê têkoşînê mezin kirin. Ev têkoşîn îro jî bi TJAyê berdewam dike. Tevgera Jinên Azad (TJA) di 20ê Mijdara 2016an de di têkoşîna azadiya jinan de cihê xwe girt û ev 10 sal in bi pêşengtiya TJAyê têkoşîna jinan didome.

Aktivîsta TJAyê Ayşe Aksoy derbarê damezrandina TJA û têkoşîna TJAyê de ji ajansa me re axivî.

‘Berxwedana jinên Kurd ne berxwedana îroyîn e, berxwedana bi sedan salan e’

Ayşe Aksoy anî ziman ku mîrateya DOKHê îro gihiştiye TJAyê û wiha got: “Di salên 2000an de jinên Kurd dîtin ku çiqas di nava têkoşînekî de bin jî pêwîstî bi rêxistinbûyînî û sazîbûyînê heye. Ev jî di salên 2000an de bi DOKHê dest pê kir û heta sala 2015an berdewam kir. Di sala 2015an de bi tecrûbeya DOKHê têkoşîn bi navê Kongreya Jinên Azad (KJA) re berdewam kir. Di sala 2016an de KJA bi KHKyê hate girtin, jinên siyasetmedar hatin girtin. Paşê bi tecrûbeya DOKH û KJAyê têkoşîn êdî bi navê Tevgera Jinên Azad (TJA) di şert û mercên nû de berdewam dike. Berxwedana jinên Kurd ne berxwedana îroyîn e, berxwedana bi sedsalan e. Xwedîderketina TJAyê xwedîderketina wan mîrateya têkoşînê ye. Ji Sara û Bêrîtanan bigire, ji heval Sêvê, Pakîze û Fatma bigire, ev berxwedana TJAyê ye. Hevalên me di berxwedanê de bedelê mezin dan. Dema em dîroka TJAyê dinêrin ji DOKH û heta TJAyê em vî dibînin; bi girtina jinan, bi girtina saziyê jinan û girtinan siyasetmedarên jin dixwazin jinan bêdeng bikin. Dixwazin jinan ji civakê dûr bixin. Lê bi girtinan tu carî nikarin jinan bêdeng, bênav, bêsazî û bêçareserî bihêlin. Jin li qadan têkoşiyane û li ber xwe dane.”

‘TJAyê li dijî asîmîlîasyonê, li dijî hişbir û fihûşê li ber xwe daye’

Ayşe Aksoy destnîşan kir ku TJA li dijî şerê taybet, înkar, asîmîlîasyon, şerê derûnî bi hemû awayî li her qadê li ber xwe daye û ev nirxandin kir: “Welatekî ku ne azad be, li welatekî şer hebe hemû zilm, zordarî li ser jinan çêdibe. Jin di nava koçberî û şer de dijîn. Di hemû aliyan de jin winda dike. Di şerekî de şerê fizîkî û derûnî ewilî li dijî jinan pêk tê. Di hemû şeran de jin koçber dibin, hemû zor û zehmetiyan jin dijîn. Dema li welatekî ku aştî tune be, li ser bedena jinê, li ser xwezaya jinê û li ser hemû destkeftiyên jinan êrîş pêk tê. Ji bo wê hewce ye ku civakeke demokratîk were avakirin. Têkoşîna jinan berhema sed salan e ku li dijî asîmîlîasyona çand û ziman, li dijî hişbir û fihûşê li hemû qadan TJA, li ber xwe daye. Dema berxwedana jinan binêrin li dijî jinan êriş pêk hatiye. Hevalên me Sara, Pakîze, Sêvê di nava xebatên TJA û jinan de bûn, hevala me Denîz Poyraz li Îzmîrê hate qetilkirin. Dema van êrişan dinêrin dibînin ku hemû êriş di şexsê jinan de li dijî gelekî pêk tê. Li dijî van êrişan jî têkoşînekî mezin heye.”

‘Kirdeya vê pêvajoyê jin in’

Her wiha Ayşe Aksoy diyar kir ku di vê pêvajoyê de TJA û hemû jin çi bikeve ser milê wan dê bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me jî barê xwe hildaye û em di vê pêvajoyê de dixwazin rol û misyona xwe bi cih bînin. Armanc di serî de azadiya jinê ye, bi azadiya jinê re jî civakeke demokratîk pêwîst e. Aştiyeke ku hişmendî û fikra jinê di nav de tune be û li ser fikr û ramanê mêran bê avakirin jixwe ew aştî kêm e. Bêyî jinan û demokratîkbûneke ku jinan nas neke ew nayê qebûlkirin. Piştî ku pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dest pê kir di meha Cotmeha sala 2025an de ji Amedê em bi bajar bajar meşiyan heta Enqereyê. 27 sal bû ku jin dixwestin ber bi Gemlikê ve bimeşin lê nedikarîn. Piştî 27 salan jin li Gemlîkê me meşekî li dar xistin. Ji hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê di 19ê Nîsanê de bi hezaran jin re em meşiyan Gemlîkê. Daxwaza me hemû jinan yek bû. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em meşiyan. Îro pêvajo dimeşe, lê belê pêvajo li ser yek milekî dimeşe. Rêxistin û Rêber Apo çi hewce kir heta îro kiriye, lê dewletê qet gavên mezin neavêtin. Dema ku em têkoşîna TJAyê ya 10 salan dinêrin em dibînin ku tu zext û zordarî nekariye îradeya jinan ji holê rake. TJA çawa ku ji bo azadiya jinan li ber xwe dide dê di vê pêvajoyê de jî jin li ber xwe bidin û bibin kirdeya vê pêvajoyê. Kirdeya vê pêvajoyê jin in. Ev deh sal in têkoşîna TJAyê berdewam dike û dê heta azadiya jinan jî dê ev têkoşîn berdewam bike.”

Etîket: Ayşe AksoyTevgera Jinên AzadTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Em ê kolan bi kolan rêxistinbûna xwe xurt bikin’

‘Em ê kolan bi kolan rêxistinbûna xwe xurt bikin’

19 MIJDAR 2026
Bêrîvan Kûtlû li ser gora xwe hate bibîranîn

Bêrîvan Kûtlû li ser gora xwe hate bibîranîn

17 MIJDAR 2026
Li Licê civîna 25ê Mijdarê: Gotina me neqediya, em ê tundiyê rawestînin

Li Licê civîna 25ê Mijdarê: Gotina me neqediya, em ê tundiyê rawestînin

13 MIJDAR 2026
TJA û Dayikên Aştiyê derbarê 25ê Mijdarê de name ji bo girtiyên jin şandin

TJA û Dayikên Aştiyê derbarê 25ê Mijdarê de name ji bo girtiyên jin şandin

12 MIJDAR 2026
TJAyê li Deriyê Sînor ê Kapikoyê starta 25ê Mijdarê da

TJAyê li Deriyê Sînor ê Kapikoyê starta 25ê Mijdarê da

8 MIJDAR 2026
TJAyê li Amedê starda 25ê Mijdarê da û banga têkoşînê kir

TJAyê li Amedê starda 25ê Mijdarê da û banga têkoşînê kir

8 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne