• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Gelo yên di wêne de kî ne: Piştî 52 salan hev dîtin!

    Gelo yên di wêne de kî ne: Piştî 52 salan hev dîtin!

    YEWKURDê lêgerîna polîsan a li weşanxaneyan şermezar kir

    YEWKURDê lêgerîna polîsan a li weşanxaneyan şermezar kir

    ‘Divê darvekirinên li Îranê wekî sûcê li dijî mirovahiyê bê dîtin’

    Hevpeymaniya Rojhilat: Xwepêşandanên Awdananê vegeriya dengê li dijî rejîmê

    ‘Em destûr nadin girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin’

    ‘Em destûr nadin girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin’

    Omer Ocalan wêneyek nû yê Abdullah Ocalan parve kir

    Omer Ocalan wêneyek nû yê Abdullah Ocalan parve kir

    Israel Katz gefa dagirkirinê li Libnan, Sûriye û Xezeyê xwarin

    Israel Katz gefa dagirkirinê li Libnan, Sûriye û Xezeyê xwarin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Jin azadiya xwe bi felsefeya Jin Jiyan azadiyê ve girê didin’

Sêrt / AW

18 MIJDAR 2026 - 15:54
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Parlementer Sabahat Erdogan Saritaş li Sêrtê di panela ji bo 25ê Mijdarê hatiye lidarxistin de axivî û got ku jin hêvî û azadiya xwe bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadiyê’ ve girê didin.

Bi pêşengiya DEM Partiyê ya Sêrtê, têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya li Ser Jinê de têkildarî jinên girtî yên ku di girtîgehan de dîl tên ragirtin li Eywana Denîz Poyraz a li avahiya DEM Partiyê de panelek li dar xist. Li gel aktîvîstên TJAyê, endamên jin ên saziyên civakî û gelek welatî tev li panelê bûn. Li eywana panel lê hatiye lidarxistin pankarta “Jin Jiyan Azadî” hat daliqandin û beriya ku panel dest pê bike ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Panel ji aliyê Rêvebera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) Sêrtê Muhbet Altan Çetîn ve hat rêvebirin. Muhbet Altan Çetîn di destpêka panelê de bal kişand ser tekoşîna 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê û got dê têkoşîna wan a li dijî tundiya li ser jinan bidome.

‘Şerê wan ê taybet dê nikaribe me têk bibe’

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan bal kişand ser sepanên şerê taybet ê bi salan e li dijî jinan tê meşandin û wiha axivî: “Em dibêjin; destdirêjî û kiryarên ku li dijî jinan pêk tên, ji polîtîkayên şerê taybet e. Li seranserê Kurdistanê û cîhanê ev kiryarên qirêj yên ku li dijî jinan têne kirin û roja ku jin neyên qetilkirin tune ye. Li ser medya dîjîtal roja ku li dijî jinan û li dijî Tevgera Azadiya Kurd êriş pêk neyên tune ye. Armanca pergalê ew e ku her tim şerê taybet li ser civakê bide meşandin û qebûlkirin. Ev kiryarên ku tên kirin ne ji îro ve ye, ji salên 1990î heta roja me ya îro berdewam in. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salên 1990î de dibêje, ‘şerê ku li dijî Kurdan pêk tê şerê taybet e.’ Dewletê şerê taybet bi destê JÎTEM, polîs û leşkeran li Kurdistanê her roja dida meşandin û hê jî ew kiryar berdewam in. Divê em weke jin bikaribin li dijî vê yekê li ber xwe bidin. Ew ê şerê wan ê taybet tu carî nikaribe me têk bibe. Em ê li dijî vê yekê her tim li berxwe bidin.”

‘Li her qadê keda jinê tê windakirin’

Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî anî ziman ku di erdnîgariya Kurdistan û Rojhilata Navîn de bi hezarên sal in ku li ser jinan tundî tê meşandin û ev tişt got: “Têkoşîna Sakîne Cansiz, Klara Zetkîn û gelek têkoşerên me yên jin, me li ser piyan dihêle. Beriya 50 salan nêzîkatiya li dijî jinê cuda bû, îro hatiye asteke cuda. Her çiqas jin pêş ketibe ew qas jî êrişên dewletê jî hene li dijî jinan. Gelek mînakên jinên ciwan hene ku hatine qetilkirin û dewlet nahêle kesek li ser mijara wan bisekine û dewlet di wir de mêr diparêze. Nêzîkatiya nebaş a feodal hê jî li ser me jinan heye. Em jî hewl didin van pirsgirêkan çareser bikin û li dijî hişmendiya baviksalariyê bisekinin. Tevgera Azadiyê jî di nava civakê de civakek azad da avakirin. Em dikarin ji şoreşa Rojava jî mînakan bigirin dest, felsefeya ‘Jin Jiyan azadî’ ji bo hemû jinên Kurd û cîhanê bûye hêzeke mezin. Her tim nahêlin ku di nava civakê de cihê jinê hebe. Li her qadê keda jinê tê windakirin. Di nava malê de jî hişmendiya mêr-dewlet berdewam dike. Ne hêsane ku di her qadê de mirov li dijî vê hişmendiya heyî têbikoşe. Dîsa jî em dikarin bêjin kiryarên ku li Rojhilata Navîn pêk tên hemû jî li dijî azadiya jinê ne. Jin hêvî û azadiya xwe bi felsefeya ‘Jin Jiyan azadî’ ve girê dide.”

Piştî pirs bersivan panel bi berzkirina dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî, azad bike Rêbertî” bi dawî bû.

Etîket: 25ê MijdarêAzadiJinJiyanNewroz Ûysal ArslanPanelSabahat Erdogan Saritaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Birêz Ocalan pirsgirêka Kurd ji sêdarê anî zemîna hiqûqê’

‘Birêz Ocalan pirsgirêka Kurd ji sêdarê anî zemîna hiqûqê’

15 MIJDAR 2026
Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

15 MIJDAR 2026
Jinan li Sêrtê starda çalakiyên 25ê Mijdarê da

Jinan li Sêrtê starda çalakiyên 25ê Mijdarê da

14 MIJDAR 2026
‘Li cihê ku jin ne azad be li wir aştî pêk nayê’

‘Li cihê ku jin ne azad be li wir aştî pêk nayê’

13 MIJDAR 2026
Şaredariyên DEM Partiyê yên Amedê starta xebatên xwe yên 25ê Mijdarê dan

Şaredariyên DEM Partiyê yên Amedê starta xebatên xwe yên 25ê Mijdarê dan

12 MIJDAR 2026
TJA û Dayikên Aştiyê derbarê 25ê Mijdarê de name ji bo girtiyên jin şandin

TJA û Dayikên Aştiyê derbarê 25ê Mijdarê de name ji bo girtiyên jin şandin

12 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne