• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jin li Wanê meşiyan: Qeyûm dijminê jinan e

Wan / AW

25 SIBAT 2025 - 16:29
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Jin li Wanê li dijî qeyûm meşiyan. Hevşaredar Neslîhan Şedal got ku qeyûm dijminê jinan e. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu jî xwest ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi temamî bê rakirin. 

 

Jin li Wanê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a DBPê û Meclisa Jinan a DEM Partiyê, bi dirûşma “Jin bi têkoşîna azadiyê aştiyê birêxistin dikin” daxuyaniyek dan û meş li dar xistin. Jin, ji bo meşê li ber navenda bazirganiyê ya VanMallê hatin gel hev û parnkarta “Em bi têkoşîna azadiya jinan ve aştiyê birêxistin dikin, li dijî qeyûman dimeşin” hat vekirin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partî Halîde Turkoglû, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek kes tev li çalakiyê bûn.

‘Hişmendiya qeyûmên AKPê jinan dorpêç dikin’

Di daxuyaniyê de ewilî Neslîhan Şedal axivî û diyar kir ku li dijî polîtîkayên qirêj bi rojan e dayik, jin û ciwan li ber xwe didin. Neslîhan Şedal dorpêça polîsan nîşan da û diyar kir ku ev tablo tabloya mêr-desthilat ya ku bi salane destkeftiyên jinan dorpêç dikin, nîşan dide. Neslîhan Şedal anî ziman ku bi destê vê hişmendiyê bi salan e hemû qad ji bo jinan tên qedexekirin û wiha got: “Bi pêşnegiya vê hişmendiyê jin tên qetilkirin û windakirin. Xwediyên vê hişmendiyê qeyûmên AKPê ne ku jinan dorpêç dikin. Em li hemberî xespkeran ti caran serê xwe natewînin û em ê xwedî li vîna xwe derbikevin. Qeyûm dijminê jinan e, lê bila bizanin ku em jî dê li dijî wan têkoşîna xwe mezintir bikin. Îdiaya me mezin e û ev îdîa îro li Îmraliyê deriyê diyalogê vedike. Têkoşîna me ya ji bo aştiyê bîne vî welatî, ji bo vekirina deriyên zindanan û şikandina tecrîdê wê bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’; mezin bibe. Çi dibe bila bibe, dawî wê bêhempa be.”

‘Polîtîkaya qeyûman li vê axê wê her tim bê mehkûmkirin’

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu jî diyar kir ku berxwedana bi pêşengiya jinan 10 meh in dewam dike. Halîde Turkoglu anî ziman ku jin tu carî serî natewînin û got: “Ew difikirin ku bi tayînkirina qeyûman dê jin paşve biçin, tine bibin û têkoşîna jinan bişkînin. Difikirin ku bi tayînkirina qeyûman pirsgirêka Kurd çareser dibe û têkoşîna azadiya jinê têk diçe. Çawa ku gelê Kurd serê xwe netewand û jinan hişmendiya wan li kolanan teşhîr kir, ev têkoşîn wê hîn zêdetir bibe. Polîtîkaya qeyûman li vê axê her tim wê bê mehkûmkirin. Em çawa bi têkoşîna xwe ya jinan xwe ji bo 8ê Adarê amade dikin, em têkoşîna xwe ya li dijî qeyûman jî esas digirin.”

‘Birêz Abdullah Ocalan amade ye’

Halîde Turkoglû, anî ziman ku têkoşîna wan ya azadiya jinan, ji ber ku vîna gel, vîna jinan û demokrasiya herêmî ye, qeyûman nas nake. Halîde Turkoglû diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a vî welatî dozên komployê ne û wiha axivî: “Di bin navê qanûnê de tayînkirina qeyûman rewa dike. Ev hemû dozên komployê ne. Bi van dozan hewl didin vîna gel bişkînin, pergala me ya hevserokatiyê ji holê rakin, dixwazin jin wekhev û azad nejîn. Lê çi dibe bila bibe em ê peregala hevserokatiyê biparêzin û vê zîhniyeta qeyûman û polîtîkayên dijminatiyê yên hikûmetê ji holê rakin. Helbet em jin alîgirê aştî û çareseriyê ne. Ji bo vê yekê jî divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi temamî bê rakirin û di şert û mercên wekhev de muzakere bên kirin. Rêbaza çareseriyê ya ku wê birêz Ocalan ji bo çareseriya demokratîk li vî welatî biafirîne diyar e. Em behsa çareseriyeke ku daxwazên gelên Kurd, Tirk û jinên Kurd, Tirk û her kesê ku îro piştgiriya demokrasiyê dike, dikin. Divê ev welat demokratîk bibe.”

Jin li dijî qeyûm meşiyan

Piştî axaftinan jin, bi pankarta xwe ve heta ber deriyê avahiya DBPê meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Neslîhan Şedal vîna me ye” û “Bijî berxwedana jinên Kurd” hatin berzkirin.

 

 

Etîket: Abdullah OcalanDBPDEM PartîQeyûmTJAWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne