• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
06 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Konferansa Wêje û Aştiyê: Divê rewşenbîr ji bo aştiyê bi civaka xwe re be

    Konferansa Wêje û Aştiyê: Divê rewşenbîr ji bo aştiyê bi civaka xwe re be

    Li Wan, Colemêrg, Bedlîs û Qersê berfa ewil bariya

    Li Wan, Colemêrg, Bedlîs û Qersê berfa ewil bariya

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Mesele ji desthilatdariya AKPê mezintir e

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Mesele ji desthilatdariya AKPê mezintir e

    Konferansa PENa Kurd: Divê rewşenbîr rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin

    Konferansa PENa Kurd: Divê rewşenbîr rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin

    Dadgehên Îranê cezayê darvekirinê li 5 xwepêşanderan birî

    Dadgehên Îranê cezayê darvekirinê li 5 xwepêşanderan birî

    Rapirsî: Gendelî û krîza fonê rayên AKPê kêm kir

    Rapirsî: Gendelî û krîza fonê rayên AKPê kêm kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Amed / AW

6 MIJDAR 2026 - 18:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di roja ewil a Konferansa Wêje û Aştiyê rewşenbîrên ku di rûniştinan de axivîn bal kişandin ser girîngiya wêjeya ya ji bo aştiyê û gotin ku divê şoreşa wêjeyê pêk were û wêje li kêleka civakê û bi civakê re be. 

Roja ewil a Konferansa Wêje û Aştiyê ya ku ji aliyê PENa Kurd ve li Amedê tê lidarxistin bi rûniştinên, “Rola Qada Navneteweyî, Siberoja Wekheviyê û Mafên Mirovan” û “Rabûna Bandora Şer û Rageşiyê ya Li Ser Ziman û Azadiya Xwederbirînê”  bi dawî bû.

Di rûniştina Rola Qada Navneteweyî, Siberoja Wekheviyê û Mafên Mirovan de Cîgirê Serokê PENa Navneteweyî  Carles Torner got ku divê mafê wêje û ziman li her derê azad be û wiha axivî: “Nabe ku tu ziman were qedexekirin û wêje were astengkirin. Divê di encama vê pêvajoyê de zimanê Kurdi û wêjeya Kurdî bigehe mafê xwe. Ji bo vê yekê divê ji bo zimanê Kurdî meclîsek were avakirin û xebatên şênber bike.”

Piştî Carles Torner, Alîkara Serokê PENa Navneteweyî  Tanja Tuma bal kişand ser nivîskarên jin û got ku divê nivîskarên jin ji nedîtî ve neyên û wiha axivî: “Jin mil bi mil tekoşîn didin û şer dikin. Ji ber wê yekê divê wêjeya xwe jî mil bi mil vebêjin. Divê tu kes şer neparêze ji ber ku şer bi xwe re gelek pêkutiyan tîne. Divê jin şer bidin sekinandin, ji ber ku herî zêde jin rastî tundiyê tên. Mînakên herî berbiçav Leyla Qasim û Jina Emînî ne. Bi saya şoreşa wan îro, ‘Jin jiyan azadî’ bûye qêrînek hevpar a jinan.”

‘Nabe ku rewşenber li cem aliyên dijî gel be’

Piştî Tanja Tuma, Helbestvan Mueyed Teyîb got ku divê wêjekar her tim li cem gelê xwe be û wiha got: “Nabe ku rewşenber li cem aliyên dijî gel be. Divê wêje ne ji civakê dûr be. Wêje dikare rewşenbiriya pêvajoyê bike û hewl bide hêz bide pêvajoyê. Ji bo ku ev pêvajo bi ser keve divê bawerî hebe. Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve divê her du alî dil pak bin û rast nêzî hev bibin.”

‘Wêjekarî divê weke çîneke jor neyê destgirtin’

Di dawiya rûniştinê de Nivîskar Şadiye Menap got ku divê wêje tekez bi civakê re eleqeder be û wiha axivî: “Em ji ber mijareke girîng hatine cem hev û divê hemû hewldanên me ji bo aştiyê bin. Rast e em hêj  nehatine asta aştiyê lê hewldana vê yekê heye. Eger ku îro di çand, huner û wêjeyê de tundî hebe, mirov nikare ji vê yekê re bibêje wêje. Weke ku Rêber jî dibêje divê wêje bi jiyanê re eleqeder be û xemla civakê raxîne ber çavan. Em tiyê jiyanek azad, bi rûmet û di nav aştiyê de ne. Ji ber wê divê em li ser jiyanek aştiyane biaxivin. Wêjekarî divê weke çîneke jor neyê destgirtin. Wêje dem abi civakê re girêdayî be û di asta rastiya civakê de be mirov dikare bêje wêje. Divê wêje nirxên gel bêxe mijara xwe. Wêje divê bibe pêşengê vê pêvajoyê.”

‘Civaka rêxistinkirî dikare hunera xwe biafirîne’

Şadiye Menap bal kişand ser rewşenbîrên di zindanan de ne û axaftina xwe wiha domand: “Îro gelek wêjekar û rewşenbîr di zindanê de ne û di zindanê de mirov heyceyî bi rengan dibe. Mirov hewl dide rengan bibine û wateyê bide rengan. Di zindanan de mirov dikare xwe ji nû ve biafirîne. Rast e ji bo mirinê me têxin zindanan lê divê li hember mirinê em mirov xwe ji nû ve ava bikin. Zindan çawa bû qana wêjeyê ez dixwazim hinekî qala vê yekê bikin. Dema berxwedan hebe mirov dikare zindanê bêxe qana wêjeyê. Heger armanca mirov ji jiyana mirovan mezintir be wê demê mirov dikare di zindanê de bi dehan salan bimîne û di vir de wêje ava bike. Di zindanê de nivîsandin weke parçeyek a peywira şoreşê ye. Moderniyeta kapîtalîst nîşanî me da ku nasname tişteke pir girîng e. Îro pêvajoyek dimeşe û divê ev pêvajo bi naskirina nasnameya hev bidome. Civaka rêxistinkirî dikare hunera xwe biafirîne. Dema civak huner û wêjeya xwe biafirîne wê demê dikare bigehe hemû mafên xwe. Ez hêvî dikim ku ev kombûna me bibe wesîleya civakek rêxistinkirî.”

‘Divê zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin’

Serokê Komîteya Mafê Ziman û Wergerê ya PENa Navneteweyî yê Berê Urtzî Urrutîkoetxea ku ji Baskê ye û di danişîna 3emîn a bi navê, ‘Rabûna Bandora Şer û Ragêşiyê ya Li Ser Ziman û Azadiya Xwederbirînê’  aixîvî û pêkutiyên li ser herêma Baskê bi bîr xistin û wiha got: “Weke li Kurdistanê li herêma me jî gelek qedexe li ser me jî hebûn. Li welatê me jî destpêkê ziman rastî astengiyê dihatin. Bi deme re ev yek gehişt asta 2 zimaniyê. Ji ber ku divê li her derê zarok  li dibistanê bi zimanê xwe perwerde bibînin. Ne wiha be zarok nikarin fêrî zimanê xwe bibin û pêş bêxin.”

‘Hewcehî pê heye ku wêjeya Kurd di nava xwe de şoreşek pêk bîne’

Akademîsyen û Nivîskar Dr. Dilawer Zeraq qala şoreşa di nav Kurd û aliyên din kir û ev tişt anîn ziman: “Şoreşa di nava Kurdan de ji du aliyan ve çêdibe. Aliyek siyasî û aliyek civakî. Şoreşa Kurdan dibe ku rengê xwe neşibe şoreşên cihanî. Ji ber ku şoreşa em pêk tînin her tim li hember kes an jî aliyên dijberî me ne. Şoreşa me ne şoreşek navxweyî ye. Bandora popîlîzmê li ser me kiriye ku em nekarin li gor şoreşa xwe wêjeyekî biafirînin.”

‘Divê ji bo aştiyê guman di serî tu kesî de nemîne’

Herî dawî akademîsyena ji Zaningeha Cambridgeê Fîlîz Yildirim jî got ku divê di pêvajoyê de hemû aliyên civakê werin guhdarkirin û wiha axivî: “Ez dibêjim divê di pêvajoyên aştiyê de her alî were guhdarkirin. Her wiha divê xapandin tunebe û guman jî di serê civakê de nemîne. Ne wisa be pêvajoyên aştiyê bi ser nakevin. Aştî bi îmzeyekî pêk nayê.”

Beşa konferansê ya îro bi dayîna xelatê ya ji bo Serokê PENa Mavneteweyî Bûrhan Sonmez bi dawî bû.

Konferansa Wêje û Aştiyê dê sibe bi gera li cihên dîrokî yên Amedê bigerin û serdana Komeleya Wêjekarên Kurd, Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEW-KURD) Enstîtuya Kurdî ya Amedê, MED-DERê, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegeran Jin a Mezopotamyayê, her wiha bi daxuyaniya hevpar a li ser navê beşdaran, bi banga ji bo aştiyeke birûmet, wekheviya zimanê Kurdî, azadkirina zindaniyên siyasî, rojnamegeran û pêşxistina çanda demokrasiyê bi dawî bibe.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wan, Colemêrg, Bedlîs û Qersê berfa ewil bariya

Li Wan, Colemêrg, Bedlîs û Qersê berfa ewil bariya

6 MIJDAR 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Mesele ji desthilatdariya AKPê mezintir e

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Mesele ji desthilatdariya AKPê mezintir e

6 MIJDAR 2026
Otomatik taslak

Starta 25ê Mijdarê: Em ê li dijî bêcezakirinê bêdeng nemînin

6 MIJDAR 2026
Rapora MKGê ya meha Cotmehê: Çalakiyên rojnamegerên jin hîn tên krîmînalîzekirin

Rapora MKGê ya meha Cotmehê: Çalakiyên rojnamegerên jin hîn tên krîmînalîzekirin

6 MIJDAR 2026
Konferansa PENa Kurd: Divê rewşenbîr rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin

Konferansa PENa Kurd: Divê rewşenbîr rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin

6 MIJDAR 2026
Ji KJKê banga ji bo 25ê Mijdarê: Niha dema xweparastinê ye

Ji KJKê banga ji bo 25ê Mijdarê: Niha dema xweparastinê ye

6 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mêşvan: Hingivê herî xweş ê di nav xilêfkê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Eregliyê pêkutiyên li ser girtiyan: Berdana 7 girtiyan tê asteng kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne