Stenbol – Girtiya nexweş Evîn Zapsû ku 10 sal in di girtîgehê de ye, ji ber derengxistina dermankirinê rewşa tenduristiya wê xedar dibe. Hevjînê Evîn Zapsûyê, Mecît Zapsû banga berdana Evîn Zapsû kir û wiha got: “Beriya 3 rojan ez çûm girtîgehê. Rewşa wê qet ne baş bû. Nikaribû pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne. Evîn xwînê vedirêşe.”
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD), li Tirkiyeyê zêdetirî hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan 335 kes di rewşeke giran a tenduristiyê de ne. Di nav wan de girtiyên bi nexweşiyên kronîk û giran re dijîn jî hene ku ji ber şert û mercên girtîgehê û derengxistina dermankirinê, rewşa wan roj bi roj xirabtir dibe.
Yek ji wan girtiyên nexweş Evîn Zapsû ye. Evîn Zapsû di sala 2016an de li Mêrsînê bi sûcê “endamtiya rêxistinê” hatiye binçavkirin. Piştî darizandina li Stenbolê, ceza lê hat birîn û ew şandin Girtîgeha Bakirkoyê. Di sala 2021an de jî ew şandin Girtîgeha Kayseriyê û ev pênc sal in li wir tê ragirtin. Evîn Zapsû berî girtinê ne nexweş bû, lê nêzî çar pênc meh berê pirsgirêkên tenduristiyê lê peyda bûn. Tevî daxwazên wê û hevalên wê yên di girtîgehê de ji bo şandina wê ya nexweşxaneyê, ev yek demek dirêj hat astengkirin.
Hevjînê Evîn Zapsû Mecît Zapsû derbarê nexweşiya hevsera xwe û rewşa wê ya dawî ji Ajansa Welat re axivî
‘Rêveberên girtigehê pirsgirek derxistin’

Mecît Zapsû destnîşan kir ku Evîn berî girtigehê ne nexweş bûye lê ji şert û mercên girtigehê nexweşî pê re derketin û wiha axivî: “Eşên Evînê 4-5 meh berê dest pê kiri bû. Dixwest biçe nexweşxaneyê lê sewq nedidanê. Rêveberên girtigehê pirsgirek derxistin. Hevalên me yên girtî li ser mijara Evînê gelek sekinin, daxwazname ji rêveberiya girtigehê re şandin. Lê her car hincet hate nîşandan. Her ku çû nexweşiya Evînê jî girantir bû. Du meh berê Evîn birin nexweşxaneyê. Wê demê bijîşkan got ku ‘di zikê wê û gurçika wê de kîst hene û divê di demeke nêz de ultrason û fîlmê wê bê kişandin.’ Lê piştî ku Evîn vegeriya girtîgehê, nêzî şeş hefteyan wê nebirin kontrolê. Du hefte berê, Evîn careke din birin nexweşxaneyê û ultrason û fîlmê wê hat kişandin. Encamên wê li ser pergala e-devletê dibînin. Li gorî encaman; divê Evîn di demeke herî nêz de li nexweşxaneyê kemoterapî bibîne û bê dermankirin. Hefteyeke berê ji Evînê biopsî hat girtin. Hat gotin ku encamên biopsiyê di nav du-sê hefteyan de dê diyar bibe. Divê li gorî van encaman ji bo wê dermankirina pêwîst bê destpêkirin.”
‘Rewşa wê qet ne baş bû’
Mecît Zapsû diyar kir ku sê roj berê çûye girtîgeha Kayseriyê serdana Evînê û ev tişt anî ziman: “Rewşa wê qet ne baş bû. Ew nikaribû pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne. Evîn xwînê vedirêşe. Hevalên wê alîkariya wê dikin. Em hemû ji ber rewşa wê gelek xemgîn in. Ne tenê ji bo Evînê ji bo tevahî girtiyên nexweş xemgîn in. Di girtîgehan de gelek hevalên me yên nexweş hene ku nikarin pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bînin. Ev rewş ji bo wan gelek zehmet e. Berpirsyarê niha yê girtîgehê gelek tund e û li hemberî pirsgirêkên ku tên ragihandin tu carî bersivên erênî nade. Ji ber vê yekê hevalên me gelek zehmetiyan dikişînin. Pêwîst e ku Evîn di demeke herî nêz de ji girtîgehê were derxistin û li nexweşxaneyekê bê dermankirin. Dermankirina wê divê li derveyî girtîgehê, di şert û mercên guncaw ên nexweşxaneyê de bê kirin.”
‘Divê hemû girtiyên nexweş werin berdan’
H wiha Mecît Zapsû bal kişand pêvajoya aştî û civaka demokratîk û diyar kir ku heta niha hikûmetê tu gavên şênber neavêtiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Komîsyonek hatiye avakirin û ji bo amadekirina qanûneke çarçoveyî xebat hatiye kirin. Lê heta niha tu gavên şênber nehatiye avêtin. Her wiha qanûna çarçoveyî jî hê neketiye meriyetê. Heta niha me tu gavên şênber nedît. Em dixwazin gavên cidî bên avêtin û di demeke herî nêz de girtiyên nexweş û girtiyên siyasî bên berdan. Hêvîdar in ku di vê pêvajoyê de gavên pêwîst bên avêtin. Êşa girtiyên nexweş, êşa me hemûyan e. Mafê dermankirinê yê girtiyên nexweş divê di nexweşxaneyan de were misogerkirin û divê di vê mijarê de îhmal neyên kirin. Divê hemû girtiyên nexweş werin berdan. Daxwaza min ew e ku dewlet di demeke herî nêz de gaveke şênber biavêje ku li welêt aştî û aramî pêk were û girtiyên me jî azad bibin.”















