Qeyimê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li taxên Kalecîk û Şemsîbeyê plana îmarê ya serdema Bekir Kaya, betal kir û planeke nû xist meriyetê. Welatiyên taxan bal kişand ser plana îmarê ya nû û wiha gotin: “Em vê zilmê qebûl nakin, divê dîsa vegerin îmara sala 2013an.”
Di dema Hevşaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bekir Kaya de, li taxên Kalecîk û Şemsîbeyê yên Wanê planeke îmarê û binesaziyê hatibû çêkirin û welatiyan jî li gorî wê planê xaniyên xwe çêkiribûn. Lê belê piştî tayînkirina qeyim a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ev plana îmarê hat guhertin. Di plana nû de ku bêyî agahdariya gel hatiye xêzkirin, li şûna erdên vala; rê û proje rasterast xistine ser xaniyên welatiyan. Şêniyên taxan bang li parlamenter û rayedaran dikin ku vê mexdûriyetê bi dawî bikin. Plana îmarê ket meriyetê û wê di encama vê planê de gelek şêniyên taxê mexdûr dibin. Biryar, ji aliyê Serokkomariyê ve di 24ê Nîsana 2026an de hat weşandin û ket meriyetê. Erka birêvebirina pêvajoyên plana îmarê û rewşa milkên xezîneyê jî bi piranî di bin berpirsiyariya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de ye.
‘Em îmara sala 2013an dixwazin’
Welatiyê bi navê Fadil Kaçak bi bîr xist ku di sala 2013an de plana îmarê hatiye taxên Kalecîk û Şemsîbeyê û gelê taxan dîsa îmara di sala 2013an de dixwaze. Fadil Kaçak diyar kir ku ji bo rêyan erdên vala bi kar ne anîne û rê bi ser xaniyên welatiyan re derbas dibe û wiha got: “Dixwazin ji bo vê yekê 5 hezar xaniyan xirab bikin. Xwediyên van xaniyan 20 salan xebitîn û ev xanî çêkirin. Piştî xirabkirinê, wê ev milet bi ku ve biçe? Bineaziya taxa me di dema Bekîr Kaya hevşaredar bû de hatiye çêkirin, wê demê pê ve kesê ji bo vê yekê xwe ne êşandiye. Em dixwazin biçin li gel walî biaxivin, lê destûr nadin me ji bo axaftinê. Em diçine şaredariyê jî, pirsgirêka me çareser nabe û piştre tên û dibêjin em birayê hev in, em vê biratiyê naxwazin. Temenê min bûye 60, ez çil salan li Stenbolê mam û li ser textan raketim, perîşan bûm heta ku min ev xanî çêkir. Ez bacê jî didim fatûreyên xwe jî didim, heta niha şaredarî li kî derê bû? Îmara kevn were ji erdê me tenê ji sedî 20 digire, lê îmara niha ji sedî 100 erdê me digire nava xwe. Bila me bikujin û wisa xaniyên me xirab bikin. Em ne li dijî îmarê ne. Dibêjin ku zirar gihiştiye gel, gelo xirabkirina 5 hezar xaniyan nabe zirara gel? Parlamenteran gotin em ê piştgiriya we bikin, lê wan jî em piştgûh kirin. Yên ku ev îmar çêkirî, nexşeyê datînin li ber xwe û li gorî dilê xwe xêz dikin, pirsa gel nakin. Bila rayedar werin kifşa xwe bikin, bi gel re biaxivin wisa amade bikin planan.”

‘Em ji parlamenter û reyadaran hêvî dikin ku piştgiriya me bikin’
Welatiyê bi navê Mahsûn Şahîn jî da zanîn ku ji serdema Bekir Kaya de heta niha ev pirsgirêkê didome û wiha axivî: “Îmara bi destê qeyim hatiye çêkirin, gelek kesan mexdûr kir. Texmînî nêzî 4-5 hezar xanî wê bên xirabkirin. Pirsgirêkên binesaziya taxa me jî giran in. Mexdûrên îmarê gelek caran kom bûn ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, lê belê kesê bi me re têkilî ne danî û em mûxatab ne girtin. Em ji parlamenter û rêveberên xwe hêvî dikin ku ji me re bibin alîkar û li pişt me bi sekinin û dengê me bigihînin parlamentoyê. Şêniyên taxa me bi piranî belengaz in û di înşeatan de dixebitin, bi salan xebitîne ji bo avakirina van xaniyan. Ji ber metirsiya hilweşandina xaniyan, gelek kesan jî xaniyên xwe nîvco hiştine. Bangawaziya me bi taybet ji bo parlamenterên me yên Wanê ye, bila bibin dengê gelê xwe, rê û rêbazan bidin pêşiya me.”

‘Em dibêjin her tişt bila li gorî edaletê be’
Erhan Artan jî anî ziman ku ew bi salan e li taxa Şemsîbeyê rûdinên û bi salan e di dilê wan de kulek heye. Erhan Artan diyar kir ku ji dema Bekir Kaya heta îro ew bi pirsgirêka îmarê re rû bi rû ne û wiha axivî: “Ev çend sal in her kesê ku tê dibe rêveber, li gorî rant û berjewendiyên xwe rê ve diçin û îmaran plan dikin. Kes fikra şêniyên taxê nagire, li ser maseyan biryaran digirin. Em jî dixwazin îmara me hebe, rê û park werin çêkirin lê belê em dibêjin her tişt bila bi rêya adilane bê çêkirin. Dema min xwest ji xwe re xanî çê bikim, ez çûm Şaredariya Tûşbayê li wê derê gotin ku ew rûxset nadin. Tevî ku hemû ewraqên min jî dirûst bûn, kêmasî nebû. Gotin xaniyê xwe çêke lê dema me gazî te kir were rûxseta xwe derxîne, min jî got temam û min dest bi çêkirina xaniye xwe kir. Îro dîsa projeyên nû derxistin pêşiya me û em mexdûr kirin. Her kes di gotinan de li gel me ye, lê belê kêrî tiştekê nayê. Em îmara wekhev û mirovî dixwazin. Plana niha hatiye amadekirin kêrî dewlemendan tê lê belê belengazan perîşan dike.”

‘Ji bo rê xaniyên me xirab nekin’
Welatiya bi navê Ziynet Barkin da zanîn ku wan xaniyên xwe bi belengaziyê çêkirine û niha mexdûr in. Ziynet Barkin destnîşan kir ku ew ji qehra vê îmarê nexweş ketiye û wiha pê de çû: “Emrê me li vê derê derbas bû, me zarokên xwe li vir mezin kirin. Niha ji me re dibêjin malên xwe bibin û herin. Hêza me nameye em jiyana xwe bidomînin, bila dev ji me berdin û zilmê li me nekin. Ji bo çêkirina rê cih nemane? Tije cîhên vala hene ji bo rê, bila xaniyên me xirab nekin.”

‘Tên dibêjin em ê malên we hilweşînin’
Yek ji şêniya taxê Sebîha Yildiz jî anî ziman ku ew naxwazin malên wan bên hilweşandin û wiha got: “40 salan em xebitîne ji bo çêkirina xaniyê xwe. Hevjînê min xebatkar e, diçe li derveyî bajêr dixebite. Em dikarin ji bo çêkirina rê ji erdê xwe hinekî fedakariyê bikin, lê mafê we tune hûn xaniyên me hilweşînin. Em hemû ji gundan koç bûne û hatine vir, me ji xwe re erd kiriye da ku bibin e xwedî xanî. Me dixwest mixtarê taxê jî li vir be, lê nehatiye li gel me nasekine. Em gelek caran çûn saziyên berpirsiyar lê derbarê vê pirsgirêkê de alîkarî nedan me. Kes nayê pirsa me nake û tên dibêjin em ê malên we hilweşînin.”




























